Zimanê şahê dengdaran: Ubîxî

TevfikUbîx (Ubih/Ubyshiska/Ҫerkez) gelekî Kafkasî ye.  Gotina Ubîx tê wateya ew kesên Ku li jêrî  Ҫemê Vîb dijîn. . Ubîx li herêma Behra Reş, Soҫiyê dijiyan.  Ji aliyê etnîsîteyê ve nêzîkî Ҫerkezan in. Hinek lêkolîner dibêjin Ubîx bejek ji Ҫerkezan in û hinek jî dibêjin na, xelkekî bi serê xwe ye. Lêbelê ew ji xwe re Pexî û ji zimanê xwe re jî Pexîbze dibêjin. Ubîx di sala 1864an de ji ber şerê di navbera Osmanî û Rûyayê de  bi komên Ҫerkezan re ji welatê xwe hatine goҫber kirin. Yên ku li cî mane jî cara duyemRusan ew di sala 1878 koҫberî welatê Osmanî kirine. Li bajarên Sakarya, Balikkesîr, Bîlecîk, Sînop, Samsun û Mereşê hatine bi cîkirin.

Dema Ubîx li welatê xwe li Kafkasyê bûn bi sê zimanên cuda dipeyivin: Adîgeyî, Ubîxî û Cîgetî. Niha kesekî ku bi Ubîxî û Cîgetî bipeyive nemaye. Herdu ziman jî mirine û bi tenê adîge zimanekî zîndî maye .Heta sala 1992an li cîhanê  Tevfik Esenҫ mabû ku bi Ubîxî dipeyivî. Tevfik Esenҫ jî di 7ê Oktobera sala 1992an de, di 88 saliya xwe de mir û bi wî re zimanê Ubîxî jî mir û li gel hev ketin gorê. Tevfik Esenҫ keyayê gundê Hacî Osman a Manyasê bû.
Ubîxî zimanekî devkî maye û di dîrokê de ne li welatê xwe û ne ji Tirkiyê qet nehatiye nivîsandin. Zimanekî  dengdarî (konsunantî) û gelek balkêş e.  Zimanzan  prof. Georgês Dumezil bi qasî 30 salan  bi Tevfîk Esenҫ re li ser fonetîk, morfolojî û santaksa Ubîxî xebitîye û alfabeyeke amade kiriye. Di dema xebata wan de li gundê Tevfîk Esenҫ hîn deh kesên kal û pîr hebûne ku bi Ubîxî zanibûne, di dema xebata xwe de, ji wan deh kesan jî kelk û sûd girtine. Alfabeya Ubîxî ji 82 dengdaran û 2 dengdêran pêk tê. Herdu dengdêr ”a” û ”o” ne. Di warê pirhejmariya dengdaran de, Ubîxî li cîhanê zimanê yekem e. Ji ber vê yekê jê re “Zimanê şahê dengdaran” tê gotin. Carnan peyv hemû an jî bi piranî ji dendaran pêk tê. Ji ber vê yekê hînbûna vî zimanî gelek zor û zehmet e. Di heman demê de zimanekî ergatîvî ye jî.  Georges Dumêzil  dibêje ”zimanê ku dengê xwe herî zêde ji xwezayê girtïye Ubîxî ye.” Ango peyv ji dengê xwezayê hatine girtin an jî afirandin.

Georges Dumêzil û Georges Charachidze li gel hev bi Ubîxî ferhengeke amade kirine. Di vê ferhengê de nêzîkî 3000 peyvên Ubîxî hene û ev ferhen di arşîva zanîngeha Sorbonê de tê parastin. Herweha  ev herdu zanyarên hêja vî zimanî ji wendabûnê parastine.

amedtigris@hotmail.com

Ҫavkanî
Språk (kovara swedî)  nr.7, 2012
http://tr.wikipedia.org/wiki/Ub%C4%B1h%C3%A7a
ttps://eksisozluk.com/ubihca–368971

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse