Zimanê gel û zimanê nivîsê

Îro li gelek welatên Ewropa dewlet û demû dezgeh zimanekî fermî û bû bilind bi kar tînin. Li van welatan zimanê devkî  û nîvîskî ji hev gelek dûr in. Piraniya xelkê normal ên ku li van welatan dijîn dema nivîsên fermî dixwînin baş û durist fêm nakin û gelek zorû zahmetî dikşînin. Gelo dewletên ewropî çima hew qas zimanên xwe yên axaftin û nîvîsandinê weha ji hev dûr xistine. Ma ziman ne ji bo gel û civakê ye ku jê fêm bikin,  sûd û kelkeke jê werbigirin? Çend sedemên vê hene. Ez dikarin van sedeman weha bi rêz bikin.

  • Dîroka axaftinê pir kevn e, lê ya nivîsê li gorî ya devkî gelek kêm û kurt e.
  • Axaftin gelek serbest e û jê re rê û rêbaz tune ne. Mirov çawa dihizire û weha jî bêserûber û bêformule diaxive. Ji ber vê yekê di nav axêvnêran de hevparî, hevkarî û girêdaneke gelemperî tune.
  • Axaftin li gor malbat, gund, bajar û navçeya ku mirov lê jiyaye û dijî ye, ji ber vê yekê jî devok, zarava û ziman cuda ne, pirreng in.
  • Di axaftinê de, zimanê gel ê rojane tê bikaranîn û piraniya gel jî wan peyv û terman re ne xerîb  û nenas in. Her roj wan peyv û terman bi kar tînin na dibîhêsin, loma ji gel re sivik û zelal e û her kes fêm dike. Zimanê nivîsê, zimanê perwerdeyê ye, zimanekî bi rêz û rêbaz, bi qeyd û bend, bilind û zehmet e. Gelek peyv û termên ku rojane gel bi kar nayîne tên bikaranîn û gel ji wan fêm nake. Ji ber ku ew peyv û term di jiyana wan de tune ne  û piraniya wan peyv û terman biyanî ne heta navnetewî ne jî.
  • Sedemeke her girîng jî, dema dewletên netewî hatine damezrandin, her dewletek ji bo xwe zimanekî fermî çêkiriye û pejirandiye. Zimanê xwe yê fermî ne li gorî zimanê gel, li gorî çîna dewlemend, xwenda afirandine.
  • Hin rê û rêbazên zimanê xwe  ji zimanê nivîsê yên berê xwe  girtine û li ser wan kêm û zêde kirine û van prensîban ji bo dewleta xwe kirine qanûn.  Di rewşeke weha de bi dirêjiya sed salan li gelek dewletan zimanê nivîs û zimanê axaftinê ji hev dûr ketine, cuda bûne. Hinek ji wan dewletan niha dixwazin zimanê axaftin û nivîsndinê nêzîkî hev bikin lê, muhafezekar li dij derdikevin û dibêjin, “ev êdî ketîye nav çanda me ya nivîskî û bûye bermayiyeke me ya netewî û divê em dest nedin zimanê xwe yê nivîskî û neguhêrin. Li hinek welatan jî di vî warî de rexne û gengeşe hene û bi giştî ne  be jî hindik hindik, gav bi gav hinek rê û rêbazên zimanê xwe yê nivîsê diguhêrin û helw didin ku zimanê nivîsê têgehîştantir, hêsantir, zelaltir û kurtir bikin.
  • Mirov li prosesa dîroka nivîsê dinêre dema ku ew li Mezopotamya Kevn û Misirêa Kevn hatiye afrandin û heta niha her tim hatiye nûkirin,  guhertin û veguhertin. Telesî, tecrûbe û pratîkên bi hezar salan vê rewûa ha nîşan dide.
  •  Li Ewrupa ji dema damezrandina dewetên netewî ve heta niha 200-300 sal derbas bûn. Ji van salan ve perwerde û hîndekariyê sîstematîk û zanistî dane destpêkirin. Di warê pêşketina civakî û pedagojiyê de heta niha gelek pêngavên pozîtîv hatine avêtin. Di vî warî de gelek destkeftinên mezin bi dest xistine. Herweha di warê zimanê nivîsê de jî gelek pêşketîn hene. Di navbera van 200-300 salên dawî de, ew dewletên ku ji bo zimanê nivîsê gelek rê û rêbazan çêkiribûn êdî îro ew rê û rêbazên sed salane li pêş zanistî, perwerde û hîndekariyê bûne asteng û kosp. Bersiva civata îro nayê dayîn. Loma li gelek welatê û dewletên Ewrupa dixwazên van rî û rêbaz an jî prensîb û qanûnên ku îro li pêş zimanê nivîsê hene, êdî ji holê rakin.  Hinek ji wan di alfabe û gramerên xwe de reform dikin û hinek jî hîn di pileya gengaşiyê de ne. Lê hîn bi vê re jî welatên weke Çîn, Japon, Kore, Vîetnam û çendên din nêzîkî wênenivîsên serdema Mezopotamya Kevn û Misira kevn wêne û îşaretan bi kar tînin. Lî wîr jî ev gengeşe û kefteleft hene, lê weha xuyaye, dê li cîhana me ev alozî hîn demeke dûr û dirêj dombike.

Lê em kurd di vê mijara alfabe, zimanê devkî û nivîskî de ji gelek dewletên kevn bi şanstir û pêşvetir in. Ji ber ku me dereng  dest bi zimanê nîvîsê kir û jî 200-300 salên li burî me kelk û sûd girt. Celadet Bedirxan me kurdan ji vê sergêjî, alozî û tevlieviya alfabe û rastivîsên komleksî rizgar kir. Îro zimanê me yê devkî û yê nivîskî gelek nîzîkî hev in.  Alfabe û rêzimaneke (gramereke) gelek nûjen ava kir. Loma hinek  dewlet û netewe di vê babetê de, ji me kumreşî, zikreşî û çavreşiyê dikin.  Bila ev jî xela qedexekirina izmanê me be. Em heta roja mirinê spasdarê mîr Celadet  Bedirxanê xwe ne.

Amedtigris21@ghotmail.com

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse