Yilmaz Guney

Ji bo bîranîna wî zêde gotin ne hewce ye. Ew mêrxasî û bi berhemên xwe her roj di dilê gelê me de dijî.

Ev gotinên wî bi xwe dîroka daxwaziya aştîxwaziyê ye. Daxwaz ji dil in. Û giş cîhan dizane ku gelê me tu car ne şerxwaz bûye. Ew li dij dagîrkerên şerker her tim ji bo aştîxwaziyê têkoşe û ji bo azadiyê meşîyaye. Di vê em têkoşerê xwe yê azadiyê ji bîr nekin û hertim bi bîr bînin!

 

 

 

Min dixwest

… Min dixwest şer li ser pelê binivîsim,

Ji bo, dema payîz were pel biweşe.

Min dixwest  hêrsê li ser ewrê binivîsim.

Ji bo, dema baran bibare dê ewr  biqede.

Nefretê, min dixwest li ser berfê binivîsim.

 Dema roj derkeve ew dê bihele.

 …Min dixwest hogiriyê û xosewîstiyê

li ser dilê hemû zarokan binivîsim,

ji bo, bi wan re mezin bibe û hemû cîhanê dagire.

                                                               Yilmaz Guney

Jêrenot: Yilmaz Guney di 9ê Îlona 1984an  de li Parîsê ji nav me koçkir û li asîman bû stêrkeke azadî û têkoşînê.

B.Welatevîn

Werger ji tirki

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse