Yekitiya Galîk

 

 

 

 

Tevgera Ziman a Îrlandî

 

 

 

 

 

Di 1871′an de herêmên ku bi îrlandî diaxivîn.

 

Di Sedsala XIX’an de Îrlanda

 

Îrlanda li Ewrûpayê li roavayê girava Brîtanyayê cî digire û bi vê rewşa xwe erda herî li roava ê Ewrûpayê pêk tîne. Ev taybetiya wê ya cografîk di demên kevn de jê re avantajek mezin pêk aniye lewre ji ber dûrbûna ji welatên din ên Ewrûpayê şêniyên giravê ji êrîş û koçên bê dawî yên qewmên din pir xisar nedîtine. Ev yek kiriye ku şêniyên vir ku kelt bûne û di demeke pir kevn de li roavayê Ewrûpayê bi cî bûnebi dînamîkên navxweyî şaristaniya xwe pêş bixin û li her aliyê giravê belav bibin.

 

Lê heman rewşa cografî demekê şûn de bûye dezavantaja Îrlandayê. Ji ber ku Îrlanda nêzîkî Îngiltereyê ye, serdestên Keysariya Îngilîstanê piştî belavbûna di nava erdên Gal û Skoçyayê de çavên xwe berdane Îrlandayê. Ji wê demê şûn de gelê Îrlandayê bi êrîşên artêşa îngilîz re rû bi rû mane û  erdên wan bihust bihust hatiye dagir kirin. Helbet dagirkerên îngilîz bi xwe re tenê çek û rêvebirên nû yê giravê neanîne lê çand û zimanê xwe jî anîne. Di encama belavbûna îngilîzî ku bûye zimanê rêvebiriya nû û civaka îrlandî, zimanê galîk hêza xwe ya berê winda kiriye û gav bi gav ciyê xwe ji îngilîzî re hiştiye. Îngilîz li derveyê siyaseta xwe ya ku li koloniyên xwe yên dinê meşandine, Îrlandayê ji malê hesibandine û lewma xwestine di her alî de bibin xwediyê vî welatî. Di encama vê siyaseta ku qasî 600 sal dom kiriye de îngilîzî li her aliyê giravê belav bûye û bûye zimanê yekemîn ê gel. Berevajiya vê, zimanê galîk ku yek ji zimanê kevn ê Ewrûpayê ye li ciyên ku ji bajar û riyan dûr bi qedera xwe re rû bi rû maye. Nasnameya gelê îrlandî ku xwedî dîrok, çand û zimanekî bi tevahî ji îngilîzan cuda bûye, hatiye înkarkirin û welat wekî “Brîtanyaya roava” hatiye binav kirin.

Di van mercan de yek ji qadeke girîng ku îngilîzî lê serdest bûye wêjeya Îrlandayê bûye. Gelek nivîskar û helbestvanên mezin ên îrlandî ku wekî W.B. Yeats, Jonathan Swift û ên din bi îngilîzî berhemên xwe nivîsandine û lewma jî di nava wêjeya îngilîzî de ciyê xwe girtine.

 

Damezrandina Yekitiya Galîk

 

Damezrandina rêxistineke zimanê galîk cara ewilî ji aliyê Dr. Douglas Hyde hatiye destnîşan kirin. Hyde di dersa xwe ya di zanîngehê de (1892) ji guhdaran xwestiye ku Îrlandaya îro û ya berê bidin berhev. Li gorî wî wê bi miqayeseyê bihatana dîtin ku îrlandî ku yek ji gelê herî pêşketî yê Ewrûpayê bûne îro bûne yek ji gelên ku herî zêde ji wêjeyê bê par mane. Hyde sedema vê yekê îngilîzasyona welat nîşan daye. Hyde daye zanîn ku îngilîzasyon nêzîkî sed salin di hundirê Îrlandayê de riyên bêdeng di hundirê welat de çê dike û bi vî awayî welat ji Îrlandaya sedsala 8’an derdikeve ku wê demê dibistana Ewrûpa û fanosa fêrbûnê bûye. 150 kes li axaftina ku di cîvîna Komelaya Neteweyî y Wêjeyê de hatiye kirin guhdarî kirine û ji ber naveroka axaftinê matmayî mane. Pişt re axaftina Hyde wekî broşûrekê hatiye çap kirin û belav kirin.

 

Beriya vê jî, Hyde di 1891’an de li New Yorkê di axaftina xwe ya ji koçberên îrlandî re kiriye de xwestiye ku îrlandî bi hev re zimanê xwe biaxivin bi tenê dema kesê li hember bi ziman nizanibe bila bi îngilîzî bê axaftin. Bi rastî jî di xıx’an de gelek komeleyên îrlandî hebûne ku piranî li ser wêjeyê xebat kirine lê zimanê xebatê bi îngilîzî bûye. Pádraig Pearse jî vê helwestê bi tundî rexne kiriye û gotiye ku “pesnê zimanê galîk nedin lê wê biaxivin”.

 

Di wê demê de yek ji komên ku herî zêde xisarê dane zimanê galîk siyasetmedarên îrlandî bûne. James Connoly ku sosyalîstekî îrlandî bûye di nivîsekî xwe de balê dikişîne ser rewşa siyasetmedaran û dide zanîn ku îngilîz 600 sal xwestine ku karaktera xweser a îrlandiyan û zimanê wan ji holê rakin lê têk çûne. Lê nifşekê siyasetmedar karê ku Îngiltere tê de bi ser neketiye birine serî. Connoly pê de diçe û dibêje ku Daniel O’Connolê mezin ku  hemû civînên xwe bi îngilîzî li dar xistine û bi vî awayî  ramana ku zimanê galîk tiştekî ku mirov jê şerm bike û ev ziman ê kesên nezane xistiye serê mirov.  Li aliyekî din, li gorî Connoly dijminê mezin ê jinûvevejîna Îrlandaya galîk kapîtalîzme ku taybetiyên neteweyî û nîjadî ji holê radike û mirovan mecbûr dike ku bi heqdestekî kêm ji berbangê heta derengê şevê bixebitin. Li gorî Connoly mirov nikare zimanê galîk fêrî kesên birçî bike û ji ber vê yekê jî divê Yekitiya zimanê galîk li hember kapîtalîzmê beşdarê rêxistina sosyalîst be.

 

Mercên neyênî ku zimanî galîk dorpêç kiribû pêdiviya xebatekê berfireh a ji bo parasztina ziman derxistibû holê. Di vê demajoya helandina ziman de, di 31 Tîrmehê  1893’de Conradh Na Gaeilge ku di salên li dûv de wê wekî Gaelic League (Yekitiya Galîk) li Dublînê hate damezrandin. Damezrînerên tevgerê Douglas Hyde, O’Growney û Eoin Mac Neill bûn. Di civîna ewilî de armancên tevgerê wekî parastina domandina axaftina galîk li Îrlandayê hate diyar kirin û di civînên li dûv vê de jî bi biryara axaftina galîk di civînan de û xwendina çîrok, helbest û stranên galîk di piştî civînan de hate girtin. Di heman demê de tevger biryara damezrandina şaxan li her aliyê welat girt.

 

Yekitiya Galîk çalakiya xwe ya ewilî di heman salê de li dar xist û cezagirtina Timothy Gleesonê ji Corkê ya bi sedema ku ew li ser erebeya xwe navê xwe bi galîk nivîsandiye protesto kir. Di sala li dûv damezrandinê de konseya tevgerê girseyên axaftevanên îrlandî yên li hemû cîhanê de pêwîst dît û desteka aborî ya îrlandiyên li Amerîkayê anî rojevê. Piştî vê yekê, desteka saziyên îrlandî yên Amerîkayê û Îngiltereyê derket holê û hejmara şaxên tevgerê zêde bûn. Di konferansa şaxan a di 1896’an de biryara damezrandina meclîseke gel ya bi navê oireachtas hat girtin. Fikra lidarxistina çalakiyeke wiha ji çalakiya eisteddfod a gelê gal ê herêma Gal a Brîtanyayê hatibû wergirtin. Di vê çalakiya girseyî de konser hatin dayîn û helbest hatin xwendin Û Hyde li vir axaftineke bi galîk kir.

 

Tevger bi armanca parasitn û pêşxistina ziman, ji bilî çalakiyên çandî gelek pêşbaziyan jî li dar dixist. Armanca pêşbaziyan girtina fikrên mirov li ser belavbûna Yekitiya ziman û pêşketina ziman bû. Di pêşbaziya bi navê  “Bandora Ziman Li Ser Netewebûnê” de heft nivîs hatibûn nirxandin. Pêşbaziyeke din ya girîng jî bi navê “Zimanê Galîk Çawa Tê Popûlerkirin” bû. Mill Alice Millagana ji Belfastê ku di vê pêşbaziyê de serfiraz bibû di nivîsa xwe de daxwaz kiribû ku divê bi sedhezaran îrlandî daxwaznameyekê îmze bikin û ji hikumetê bixwazin bila zimanê galîk di dibistanan de bê fêr kirin û bibe zimanê navgîn ê perwerdehiyê li herêmên îrlandîaxêf. Pêşniyarên din, bikaranîna galîk di dêr, berhemên nû, stranên populer de û bikaranîna ziman ji aliyê serokên neteweyî ve.

 

Di meclîsa (oireachtas) ewil de Konsey û desteyekê rêvebiriyê hat hilbijartin. Konsey ji edîtorên çapemeniya ku bi zimanê galîk û îngilîzî weşanê dikirin, berpirsên hin kolejan, pîskopos û çend wekîlên meclîsê pêk dihat. Di vê salê de 43 şaxên tevgerê habûn û heft ji wan li Amerîkayê bûn. Di heman demê de firotina pirtûk û broşûran jî li navenda tevgerê dest pê kir. Pirtûka O’Growney bi navê Dersên Hêsan ên Îrlandî qasî 32 hezar firotibû û ev li gorî mercên welat hejmareke gelekî baş bû. Di 1898’an de heftnameya Fáinne an Lae ku desteka tevgerê wergirt, dest bi weşanê kir. Heftname bi du ziman bû û nûçeyên ji welat û derveyê welat dida. Heftname li ser bûyerên ziman an li Ewrûpayê jî disewkinî û gotarên li ser jinûvevejîna zimanan li Ewrûpayê diweşand. Demekê şûn de nûçeyên li ser çalakiyên Yekitiya Galîk jî di heftnemayê de ciyê xwe digirtin.

 

Di dema destpêkê de ku Yekitiya Galîk hêdî hêdî li welat belav dibû dagirkerên îngilîz jî siyaseta îngilîzîfîkasyonê li giravê didomandin. Di vê çarçoveyê de Meclîsa Brîtanî di 1898’an de Qanûna Paşnavên Îrlandî qebûl kir. Li gorî qanûnê wê pêşgirên “O” û “Mac” ên galîk wê nikaribûna beriya paşnavan bihatana bivîsandin. Hyde vê yekê bi tundî rexne kir û wê wekî gaveke îngilîzîfîkasyonê bi nav kir.

 

Meclîsa duyemîn de saziyên gelên gal ên din wekî Eisteddfod a Gal, Comunn Gaidhealach a Skoçyayê û Komeleya Breton jî beşdarî kir. Di vê Meclîsê de ji bo her navçeya ku bi galîk diaxivî li darxistina feisekê û peywirdarkirina zêdetir mamosteyan zimanê galîk ên seyar hatin wergirtin. Bi taybetî peywirdarkirina mamosteyan ji bo fêrkirina gelê çolterê bi xwendin û nivîsndina galîk pirsgirêka fînansê jî derxist holê. Bo vê armancê fonekê hate damezrandin û bi gotina “destekê bidin vê doza rûmeta pîroz a nîjada me û dahtûya welatê me”.Bexşên ji bo fonê herî kêm bi şîlînekê hatibû bi sînor kirin.

 

Civînên gel di nava xebata tevgerê de ciyekî girîng digirt. Gelek civîn bi girseyî dihatin li dar xistin û nûnerên tevgerê bi zimanê galîk diaxivîn. Ev yek ji bo Îrlandayê tiştekî nû bû û bala gel dikişand. Di civînekê de ku li Mullachê hatibû li dar xistin, axaftina nûnerekî ku bi îrlandî bû nîv saet dom kiribû û ji ber vê bi coş ji axaftevan re li çepikan xistibûn. Deryavan û masîgirên yextiyar piştî civînê dora axaftevan girtibûn, ew pîroz kiribûn û gotibûn ku wan hemû gotinên bi îrlandî fam kirine. Li aliyekî din, di salên ewilî de yek ji riyên damezrandina şaxên tevgerê lidarxistina civînan bû. Di civînan de kesên dilxwaz ên bi îrlandî re eleqeder bûn dihatin nas kirin û bi çend kesên wiha şax dihatin damezrandin.

 

Belavbûna Yekitiyê

 

Di 1900’î de Yekitiya Galîk li her aliyê welat belav bibû û hejmara şaxên wê gihîştibû 120’î. Di şaxan de ji bilî belavkirina hişmendiya ziman di nava gel de, qursên jî dihatin li dar xistin. Di aliyê perwerdehiyê de hejmara qursiyeran li navendê zêdetir bûn û wê demê de hejmara wan 190 kes bûn. Di vê salê de li navendê dersên dîroka Îrlandayê jî dest pê kir. Di perwerdehiyê de bi giranî semîner dihatin dayin, axaftin dihatin kirin, nivîsên di weşanên The Irish Peasant (Gundiyê Îrlandî) û The Leader (Serok) de dihatin weşandin dihatin xwendin. Di vî warî de nivîsên An Claidheamh Soluis ku di 1899’an de wekî heftnameya tevgerê bi du zimanan dest bi weşanê kiribû, ciyekî girîng digirt.

 

Perwerdehî

 

Digel ku hîn tevger di xebat xwe ya di perwerdehiyê de pir xurtr nêbû jî destekê ji şexsiyetên navdar û payebilind werdigirt. Hin pîskopos û berpirsên dibistanan destekê didan bo perwerdehiya îrlandî di dibistanan de. Di destpêkê de bi armanca şopandina xebatên perwerdehiyê navîn komisyonekê damezrand û ji komîsyonê hat xwestin ku asts “celtic” ê ku di bin latînî û yewnanî de bû bilindtir bike. Wê demê Departmana Perwerdehiyê zimanî îrlandî bi terîma “celtîc” bi nav dikir. Bi armanca zelalkirina mijara ziman  li ber komîsyonê civînekê hate li dar xistin. Dr. Mahaffy li ser navê Koleja Trinityê axivî û got ku divê îrlandî  di dibistanan de neyê fêr kirin, ji ber ku ji sedî 90’î mamosteyan û malbatan wê naxwazin. Mahaffy da zanîn ku hindikayiyên herî baş ên ku zimanê îrlandî dixwazin hestiyar in û yên herî xerab jî dixwazin Îrlanda ji Îngiltereyê veqetînin wê di encam de perwerdehî welatparêzeiya şaş teşwîq bike.

 

Dr. Douglas Hyde axaftina Mahaffy ku pişt re hat weşandin şand ji çend pisporên wêjeaya îrlandî ku li Îngiltere, Almanya, Danîmarka, û Fransayê dijiyan. Pişt re Hyde di Sibata 1899’an de tevlî nameyên ku ji pisporên navborî wergirtibûn çû civîna komîsyonê. Hyde di axaftina xwe ya li vir de got ku Yekitiya Galîk bawer dike ku prensîba netewebûnê li derveyê siyasetê ye û prensîbên welatparêziyê li derveyê wateya siyasî ne û ew xwedî giranbuhayeke ehlaqî aborî ne. Hyde pişt re bersivên ku ji pisporên wêjeya îrlandî wergirtine pêşkêşî komîsyonê kir û pêşî li îhtirazên Trînityê girt. Lê nîqaş li vir bi dawî nebû û îcarê Dr. Robert Atkinsonê xwest ku îrlandî nekeve nava mifredata perwerdehiyê. Atkinson di civîna komîsyonê de îdia kir ku îrlandî ne xwedî formeke standarde û ji wêjeyekê ku zarok bikaribin bixwînin bêpare û lewma divê îrlandî bi zarokan neyê fêr kirin. Ew pê de çû û got çîrokên îrlandî kêm in û heta ji kêm jî kêmtirin. Di dawiyê de jî îdîa kir ku zanyarên ewrûpî jî wekî wî difikirin. Piştî vê helwestê Hyde ji komîsyonê hinekî dem xwest û li ser nêrînên Atkinson ji ji heman hevalên xwe yên pispor ên ewrûpî re name şandin û li aliyêkî din jî nêrînên xwe yên li ser standartbûna ziman vegot. Hyde destnÎşan kir ku ew li Yorkshireê rastî hin kesan hatiye ku îngilîziya wan li Amerîkayê û Îrlandayê nayê fam kirin. Di mijara rastnivisê de jî îspat kir ku Dr. Mahaffy nikare hin peyvên îngilîzî wekî profesorekî ji Koleja Trinityê bêje. Pişt re wî çend peyvên îngilîzî pêşkêşî komîsyonê kir ku li ser rastnivîsa wan  dubendî hene. Hyde pê de çû û got ku gramera îngilîzî ne zelale. Heta di gelek aliyan de ji gramera îrlandî nezelaltire. Wî pişt re jî bersivên ji pîsporên ewrûpî wergirtibû pêşkêş kir. Hemû lêkolîner di bersivên xwe de nêrînên Atkinson bi tevahî red dikirin û bi berfirehî sedemên vê didan zanîn. Li ser vûlgarbûna  jî Dr. Alfred Nuttê ji Îngilîstanê destnîşan dikir ku wêjeya îrlandî pir dişibe Încîlê.

 

Li aliyekî din, di hin civînên gel de daxwaza perwerdehiya îrlandî derdiket holê. Desteya Dibistanên Navîn a hikumetê di 1901’an de ji bo perwerdehiyê hin rêgezan diyar kir. Li gorî vê, di dibistanan de 5 ziman wê bihatana fêr kirin lê di nava wan de îrlandî tune bû. Yek ji endamên desteyê jî Dr. Mahaffy bû. Li ser vê yekê pîskoposeê Baile Atha Cliath ji desteyê îstifa kir. Bi armanca protestokirina biryarê xwepêşandanên mezin hatin li dar xistin.

 

Ligel vê yekê jî li dibistanên ku mamoste îrlandî dixwestin ziman dihat fêr kirin. Li hin dibistanan hefteyê 2-3 saet dersa zimanê îrlandî dihate dayin. Di dibstanên fermî de biryara perwerdehiya îrlanî ji gerînendeyan re hatibû hiştin. Di van dibistanan de mamoste dikaribûn di bernameya xwe de cî bidana îrlanî û pişt re ev bername bo rastandina biçûna ber destê Desteya Netewî.

 

Bo hêsankirina perwerdeyê Yekitiya Galîk bernameyên nimûne çê kirin û ji dibistanan re mamoste peyda kirin. Lê di wê demê de hejmara mamosteyên ziman têrî pêdiviyê nedikir. Digel ku tevger xwediyê komîteyekê perwerdehiyê jî bû komîte piranî li hember Desteya Neteweyî têkoşînê dikir. Perwerdehiyekê sîstematîk a endaman tune bû û nîşeyên dersan, broşûr, û heftnameya tevgerê bo perwerdehiyê dihat bi kar anîn. ders piranî ji aliyê Douglas Hyde, Eoinn Mac Neill û çend endamên payebilind ên tevgerê dihat dayîn.

 

Di 1908’an de hejmara mamosteyên seyar gihîştibû 111’an. Ew bi heqdesekî kêm heta nîê şevê di riyên gund û navçeyan de bûn. Ev mirov ji aliyê helbesta “zilamê li ser bisiklêtê” di wêjeyê de hatin nemir kirin. Lewre ew bi bisiklêtê rêwitiyê dikirin. Mamosteyên seyar girêdayî komîteyên deverî yên Yekitiya Galîk dixibitîn û ew ne tenê ji bo zimanê îrlandî hatibûn peywirdar kirin lê dersên din jî didan. Li ser mijara ku mamosteyên bi vî rengîji bo zimanê îrlandî pereyekî ji bilî heqdestê xwe bigirin an na, derket holê. Ev mijar di civînekê berfireh de hate nîqaşkirin û li gorî rêgezekî di vir de hat diyarkirin de heqdestekî pêvek nehat qebûlkirin  Li gorî raporekê di vê salê de hatibû weşandin di 44 dibistanan de ku 16 000 zarok dixendin, 5000 zarok dersa îrlandî digirtin. Lê di 57 dibistananên protestan de îrlandî nedihat fêrkirin. Di %25’ê van di e malbat perwerdehiya îrlandî nedixwestin û di dibistanên din de jî mamoste li hemberê vê dersê radibûn.

 

Pirsgirêkek din a ku di vê salê de derket holê jî di warê zaravayên îrlandî de bû. Ev pirsgirêk ji ber rojnameya The Freemen’s Journal derket holê. Rojname ji ber xweşkirina dilê hemû îrlandiyan, gotarên bi îrlandiya Munsterê û ya Connachtê weşand. Tevger bi sedema ku tevlîheviyê derdixe holê vê yekê bi tundî rexne kir.

 

Di 1902’an de zimanê îrlandî di 1300 dibistanan de kêm zêde dihat fêr kirin û tevger dixwest wê belavî dibistanên din bike. komîsyona Perwerdehiya Navîn di dawiyê de qebûl kir ku îrlandî di dibistanan de di asta zimanên biyanî de be. Lê dibnistanên protestan ên li Ulsterê (Îrlandaya bakur) vê yekê şermezar kirin û îdia kirin ku bi vê biryarê rewşa îrlandî ji fransewî û latînî baştir bûye.

 

Gavekê din jî bi biryara Koleja hîndekariyê De La Salle hat avêtin. Kolej qebûl kir ku ew ê jî êdî xwendekarên ku bi îrlandî dizanin tercîh bike. Di 1913’an de hejmara kolejên îrlandî 17 bûn û piraniya wan ji aliyê tevgerê hatibûn damezrandin. Gelek ji wan serbixwe bûn û alîkariyê ji Desteya Neteweyî ya Perwerdehiyê dixwstin. Mixabin deste jî li gorî raporên mifetîşên xwe alîkariyê dida. Lê mifetîş li hemberê perwerdehiya îrlandî bûn û di derbarê van kolejan de raporên erênî nedidan. Lewma di navbera kolej û desteyê de pevçûn çê dibû.

 

Di salên 1921-22’an de ku dema bilindbûna ruhê netweyî bû, sekreterê tevgerê digot ku ji 372 000 xwendekarên dibistanên seretayî 272 000 kes perwerdehiya îrlandî digirtin. Wî diyar dikir ku pergala biyanî ya perwerdehiyê ku tevger 20 sal bû dixwest hilweşîne niha hatiya roja xwe ya dawiyê û ji çalakiyên perwerdekaran xuya ye ku êdî ne pêwîste tevger ji bo fêrkirina îrlandî di dibistanan de fikaran bike. Lê wî digot ku eger çavên tevgerê ne li ser dibistanan de ev ê tiştekî baş nebe.

 

Rêxistinbûn

 

Tevger ji bo belavbûnê li seranserê welat kesên ku bi tenê karên wan birêxistin bûn perwerde dikir. Di nava 10 salan de tevger 20 xebatkarên bi vî rengî perwerde kiribû û wan şandibû herêmên curbecur.

 

Di sala 1902’an de hejmara şaxan bûbû 412. Pirî caran dema ku çend kes ji bo dersên îrlandî dihatin cem hev şaxekê dihat damezrandin. Hin komeleyên ku di nava wan de Çiraxên Fêkîfiroşan, Komeleya Bisiklêtajoyên Antiquaran jî hebû wekî şaxên tevgerê dihatin hesibandin. Di vê demê de li gorî şîroveyên di An Claidheamh da derdiketin nîvê şaxên tevgerê wate û peywirên şaxan nezanîbûn û lewma jî ji kesên ku karê birêxistinkirinê dikirin hatiye xwestin ku di dewsa damezrandina gelek şaxan de çend şaxên bikêrhatî ava bikin. Li gorî raporekê heman salê, ji % 10’ê şaxan alîkariya Fona Ziman kiribûn.

 

Li aliyekî din, ji ber gurbûna xebatan derfeta meşandina xebatên navendê li ser bingeha dilxwaziyê nemaye û lewma çend kes bi heqdestê xwe hatine girtin. Di 1905’an de hejmara şaxan derketiye 860 û yek ji wan jî li Oxfordê hatiye damezrandin.

 

Weşan

 

Di 1899’an de bi weşandina pirtûka Dîroka Wêjeyî ya Îrlandayê ji aliyê serokê tevgerê Hyde ve dilê endamên tevgerê xweş bû. Hyde di pêşgotina xwe de digot ku ew pirtûka diyariyê Yekitiya Galîk dike ku tekane saziya li Îrlandayê ku haya wê ji dîrok û wêjeya Îrlandayê heye û tekane saziya li Îrlandayê ku hewl dide bi rengekî rasyonel paşeroja Îrlandayê bidomîne.

 

Tevger komîteyekê weşanê di bin rêvebiriya sekreterekî de damezrandiye. Li gorî daxuyaniya sekreteriyê ji bilî pirtûkên perwerdehiyê, wan 40 hezar broşûrên propagandayê jî weşandine. Ji bilî vê, hin berhemên wêjeyî yên wekî Cormac Ua Cnaill ku wekî romana yekemîn a zimanê îrlandî tê naskirin ji aliyê komîteyê hatiye weşandin. Berhevoka çîrokên îrlandî, dramayekê bi îrlandî jî hin weşanên din ên komîteyê ye. Sekreterya daye zanîn ku ew di warê aborî de jî bi ser ketine û têra xwe ev weşanan firotine. Bi gurbûna xebatan firotina An Claidheamh jî zêde bûye û di 1904’ân de gihîştiye 3000’î. Ev, di hemî deman de hejmara herî zêde ya firotinê bûye.

 

Siyaset û Yekitiya Galîk

 

Partiyên siyasî ji dema berfireghbûn û belavbûna tevgerê şûn de herdem xwestin wê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin. Lê tevgerên di bin rêvebiriya Hyde de xeta xwe ya serbixwe domand. Hin rojnameyên îrlandî wekî United Irishman û Daily Express angaştin ku têkiliyên tevgerê bi hin siyasetan re heye. Li hember van rexneyan bersiv ji heftnameya tevgerê hat. Hat destnîşan kirin ku Yekitiya Galîk rêxistineke ji dil û vekiriye û çeka wê şûrê ronahiyê ye.

 

Tevger ne di bin siya partiyan de bû lê hesabên wê yên li ser siyasetê hebûn. Dema li Baile Atha Cliath hilbijartin belediyeyê çêbûn tevger lîsteyekê berendamên ku desteka xwe ya bo zimanê îrlandî îmze kiribûn weşand. Li gorî vê sozê eger ew bihatana hilbijartin, wê ligel hin gavên din tebeleyên navên kolanan ku bi îngilizî hatibûn nivîsandin bi tebeleyên nû yên îrlandî-îngilîzî biguherandana. Bi vî awayî cara pêşîn navên kolanên Baila Atha Cliath bi îrlanî hatin nivîsandin. Beriya hilbijartinan daneîmzekirina teahûdan bi berendaman re gelek caran hatin kirin. Bi taybetî bo xetekê bêalî bidomînin endamên tevgerê di 1900’î de hatin hişyar kirin.

 

Di sala 1904’an de ji ber mixalefeta tevgerê ya li hemberê biryara Desteya Neteweyî, Hikumeta Îngilîz îstifa kir. Di biryarê de dihat nivîsîn ku dibistanên ku di derbarê wan de rapora erênî neyê dayin, wê ji bo dersên li derveyê mifredatê ne alîkarî wernegirin. Helbet ev bi giranî ji bo îrlandî hatibû qebûl kirin. Di heman demê de hatibû gotin ku wê bo zarokên di bin fêrgeha 4’an de diravdayin pêk neyê. Piştî vê biryarê Yekitiya Galîk dest bi kampanyayayeke mezin a şermezarkirinê kir. hemû saziyên herêmê destekê dan vê kampanyayê û di encam de Partiya Parlamenter a Îrlandî di meclîsê de mecbûr kiri ku dengdayin pêk were. Di dengdayinê de hikumet kêm deng bi dest xist û li ser vê ji kar ket. Li ser van bûyeran di An Claidheamh de hat diyar kirin ku kîjan partî dibe bila bibe ew eleqeder nake û ew bi tenê dixwazin biryar paş de bê vekişandin. Di vê pêvajoyê de Douglas Hyde bo endamtiya Partiya Parlamenter hat vexwendin û 20 qursî ji wî re hat pêşkêş kirin. Lê Hyde bo vê pêşniyarê spas kir ew qebûl nekir.

 

Di hilbijartinên herêmî yên 1906’an de tevger bo diyarkirina nêzîktêdayinan endaman ji bo zimanê îrlandî  û tevgerê, hin pirsan amade kir. pirsên ku ji berendaman re hatin pirs kirin ev bûn:

1-     Hûn axaftevan an xwendekarên zimanê îrlandî ne?

2-     Hûn endamên Yekitiya Galîk in?

3-     Sempatiya we ya ji bo armancên tevgerê heye?

4-     Eger hûn bên hilbijartin hûn ê bi armanca qebûlkirin û xurtkirina rêgezekî ku bi armanca peywirdarkirina kesan di desteyê de dengê xwe bidin?

Dawiyê, bersiv û îhtirazên ji van pirsan re di çapemeniya herêmî de hat weşandin.

 

 

Kampanyaya ji bo Zanîngehê

 

Li gorî Hyde armanca tevgerê reformkirina hemû astên perwerdehiyê li gorî xweseriya Îrlandayê bû. Di vî warî de Hyde sedemên damezrandina zanîngehekê neteweyî pêşkêşî Komîsyona Zanîngehê kir. Ew li pêşiya komîsyonê daxuyakirin ku başbûna ehlaqî û madîya gelê îrlandî girêdayî perwerdehiya bi îrlandî ye û ew bi sedema bersivandina  pêdiviyên îrlandiyan zanîngehekê dixwazin.

Li gorî wî ji ber perwerdehiya antî-îrlandî di firsenda ewilî de bi sedan mirov îrlandayê terk dikin.

 

Yekitiya Galîk dida zanîn ku wê bi damezrandina zanîngehekê hemû aliyên gelê îrlandî, ziman, şaristanî, wêje, dîrok, sosyolojî û pergala hiqûqî bihatana dîtin. Di sala 1908’an de kampanyaya mezin a girseyî ya dawî, bi armanca ku îrlandî di Zanîngeha Neteweyî ya nû de bibe dersekê mecbûrî, hate lidarxistin. Di vê demê de mixalefeta li hemberê zimanê îrlandî kêm bûbû. Heta Dr. Mahaffy helwesta xwe ya berê ya li dijî îrlandî çewt didît. Kampanya bi mîtîngekê dêwane  ya li Rotundayê dest pê kir. lê Eoin Mac Neill digot ku divê di dewsa mecbûriyetê de gel bê îqnakirin. Li gorî wî heta ku gelê îrlandayê fam nekin ku îrlandî girînge, ev helwest tewşe. Li Tuaimê 10 000 hezar beşdarî civînê bûn û li Baile Atha Cliath 700 xwendakarên li zanîngehê desteka xwe ya bo îrlandî diyarkirin.

 

Dîsa bi armanca destekirina perwerdehiya îrlandî di zanîngehê meclîsên deverî biryarekê girtin. Li gorî van biryaran eger îrlandî ne mecbûrî bûna ew ê pereyên ku di çarçoveya bûrsê de didan wê bibiriyana.

 

Hyde li hember rexneyên bo xebata wan a perwerdehiya zanîngehê daxuyakirin ku ew bawer dike ku zimanê îrlandî bi xwezayî namire lê bi zorê tê kuştin. Lewma jî ji bo jinûvevejîna wê hinekî çewsandin/zor pêwîste. Wî digot ku ji perwerdehiya  zimanê îrlandî ya di zanîngehê de pê ve tu tişt nikare gelê îrlandayê îqna bike û heta gel îqna nebe wê xwe biçûk bibîne. Li gorî wî eger hesta xwebiçûkdîtinê ji holê ranebe neteweya îrlandî nekare pêşbikeve û ne jî dewlemend bibe.

 

Kampanyaya ji bo perwerdehiya li zanîngehê li Baile Atha Cliathê bi mîtîngekê gihîşt lûtkeyê. Li vir, di 19 Sermawêz 1909’an de 100 000 kes kom bûn. Bi bandora vê kampanyayê rayedar mecbûr man ku perwerdehiya îrlandî têxin nava mifredata zanîngehê.

 

 

Bikaranîna Îrlandî di Qadên Cuda de

 

Di Ardfheisa di 1908’an de hat pejirandin ku bi mercê ku rojnameger bi îrlandî bizanibin û nivîsên xwe bi îrlandî binivîsin wê bikaribin beşdarê civînan bibin û belgeyên tevgerê werbigirin. Li gorî biryarekê din wê bi destûra taybertî îngilîzî li Ardfheisê bihatana bikaranîn. Lê diyar kir ku li gorî rêgezên heyî dema ku delege bi îrlandî nizanibin wê bikaribin bi îngilîzî biaxivin.

 

Postexane

 

Endamên tevgerê û dilxwazên îrlandî êdî li ser nameyên xwe navnîşanên bi îrlandî dinivîsîn. Ji ber vê yekê li Dublînê 2 postavan (xebatkarên posteyê)  hatibûn peywirdarkirin ku her hefta 4000 name digirtin. Di 1904’an de postexane rêgezekî diyar kir û li gorî vê divê pakêt bi tîpên îngilîzî bihatana nivîsandin. heta ku wergera tîpên ne îngilîzî nehatana nivîsandin, pakêt nedihatin qebûl kirin. Piştî vê biryarê tevger bi sedan pakêt ku pirtûka wêjeye ya bi navê Seachtain Na Gaeilge tê de bûn şandin postexaneyê. GPO. Di destpêkê de pakêt nehatin qebûl kirin lê piştî nîqaşa di nava rêvebir û xebatkaran de postexane hemû pakêtan şandin.

 

Li aliyekî din Midûriyeta Giştî ya Posteyê mecbûriyeta zanîna îrlandî ya ji aliyê katibên xwe qebûl nedilir. Heta li gorî rêznameyekê nedihat qebûl kirin ku katib navnîşanên îrlandî wergerînin îngilîzî. Bi weşana Post Seanchas a ku navê hemû bajar, herêm û navçeyên bi îrlandî hatibû nivîsandin wê navnîşanên nameyên bi îrlandî bi hêsanî bihatana nivîsandin. Pişt re ji bo postexaneyên li Dublînê zimanê îrlandî hatin mecbûrîkirin û hin postexaneyên deverî jî helwesteke wiha qebûl kirin.

 

Erebeyên hespan

 

Digel qanûnê jî navên îrlandî li ser erebeyên hespan dihatin nivîsandin lê ev kiryar carinan rastî cezayê dadgehê dihat. tevger her doza ji bo nivîsandina navên îrlandî li ser erebeyên hespan ji bo propagandaya ziman û şermezarkirina çewsandina li dijî  ziman bikardanî û mijarê dikir girseyî. Di dawiyê de R.I.C talîmatekê da ku heta ku dadgehên bilind qebûl neke bila mirov ji bo dadgehê nayên vexwestin.

 

Dêr

 

Weaza ewilî ya bi Îrlandî li katedrala li Tuaimê di 1906’an de hat lidarxistin. Di heman demê de li Bèal Feisteyê 1000 mirov îlahiyên bi îrlandî digotin.

 

Aborî

 

Bikaranîna ziman di qada aborî de xweş nedihat dîtin. Li The National Bankê ku tevger digot ji ew ji aliye Daniel Ó Connell hatiye damezrandin çekên nedihat qebûl kirin. piştÎ vê yekê Tevger hesabê xwe yê li vê bankeyê girt û pereyê xwe xist bankeyeke îngilîz.

 

Şîrketên riyên hesinî bi îrlandî nivîsandina navên stasyonan red dikirin.

Tevger ji destpêkê ve dixwest sanayiyekê neteweyî li welat pêş bikeve û berhemên li îrlandayê hatine hilberîn bên firotan. Di vê çarçoveyê de tevger di 1906’an de li hemberê pêşniyarekê ji bo lidarxistina fûarekê navneteweyî derket. Li gorî tevgerê wê bi vê çalakiyê gelek berhemên biyanî bihatana Îrlandayê. Di dewsa wê de tevger lidarxistina fûarekê neteweyî pêşkêş kir ku wê di vê çalakiyê de hemû sanayiya li welat, çavkaniyên sanayiyê ku nehatine pêşxistin, berhemên ji van çavkaniyan li welatên din hatine çêkirin, huner û berhemên destan ên Îrlandayê wê bihatana pêşanîkirin.

 

 

Nîqaşên di Hundirê Yekitiyê de

 

Ji sala 1913’an û şûn de Yekitiya Galîk gav bi gav paş de çû. Hejmara şaxan her ku çû kêm bû. Qelsbûn û paşketina tevgerê bû sedema nîqaşeke mezin di hundirê tevgerê de û du komên cuda bi navê “çepa şoreşger” û “rasta muhafazakar” derketin holê. Ciwanên ku di dema dawî de tevlî tevgerê bibûn eniya çepgir pêk dianîn û xeteke bêtir milîtanî dixwestin. Gotarên her du koman jî di weşana komê de cî digirt. Çepgir di Coist Gnoyê de jî 30 sendeliyan 19’an bi dest xistibûn. Ji ber vê nîqaşa xurt tevger mecbûr ma ku xwe ji nû ve birêxistin bike û pişt re rêvebirên (timiri)  tevgerê bi sedan civînên gel lidarxistin. Rêvebir digotin ku siyaset û dans di 1913’an de xisareke mezin daye tevgerê. Di vê demê de hejmara kolejên îrlandî 17 bû.

 

Di heman salê de heftnameya tevgerê bi riya weşandina zêdetir wêne û nûçeyên bi îrlandî xwe nû kir. Di gotareke di heftnameyê de ya bi navê “şoreşa tê” de dihat xwestin ku îrlanda xwe bi çek bike.

 

Bandora tevgerê li zanîngehê jî kêm dibê. Di 1914’an de xwendekarekî zanîngehê digot ku ji ber ku îrlandî li zanîngehê di ewlehiyê de ye êdî wateya Yekitiya Galîk bo xwendekaran nemaye. Li aliyekî din, di 1915’an de hejmara şaxan jî ket asta herî nizm a dema şerê serxwebûnê. Di heman salê de Ardfheisekê di bin dirûşmeya “neteweyekê îrlandî ya azad” hat lidarxistin û Tomás Ághas ku nûnerê baskê şoreşger bû ji nû ve ji bo Coiste Gnoyê hat hilbijartin. Hyde li hember vê yekê nerazîbûna xwe nîşan da û diyar kir ku terîma “azad” xwedî wateyekê xurt a siyasî ye û bi dûv re got ku gurbûna xebatan li bandorê li ser tenduristiya wî dike û lewma jî ew dixwaze îstifa bike. Piştî vê yekê Hyde ji tevgerê dûr ma lê bi hêviya ku ew ê vegere heta salekê dewsa wî vala ma. Lê pişt re Eoin Mac Neill di 1916’an de bû serokê nû yê tevgerê.

 

Koloniya Îrlandîaxêf

 

Di 1914’an de li gorî biryara Yekitiya Galîk divê alîkariya mirovên ku li herêmên îrlandîaxêf dijiyan bihatana kirin. Kesên qala wan dihat kirin li perava rojava ya Galwayê dijiyan. Nameyekê ku ji aliyê tevgerê hat nivîsandin ji desteya herêmî re hate şandin û di vir de hat gotin ku xaniyên ku mirov tê de dijîn di rewşekê xerab de ne, xwarina wan kême û ji ber vê yekê rêjeya mirinê di nava wan de zêdeye. Di nameyê de navên hin milkan jî hatibûn nivîsandin û dihat xwestin ku ev cî di nava şêniyê de bên belavkirin. Di heman demê de hatibû tawsiyekirin ku bi desteka tevgerê gundekî  an şêniya ciyekî çolter a li Galwaya roava koçî Ros Comáin an lar Mhíyê ku ciyê xwedî derfetin, bê kirin. Bi vê gavê dihate xwestin ku koloniyekê îrlandîaxêf bi riya xaniyên nêzîkî hev bê çêkirin û wir jiyana kevneşopî ya bi zimanê îrlandî bidome. Desteyê di bersiva xwe de digot ku ew ê tewsiyeyên tevgerê bi awayekî erênî binirxînin. Lê koloniya yekemîn incax di sala 1935’an de ku ji 50 malbatan pêk dihat ji Galwaya roava koçî Rath Cairna ya li Contae na Mí kirin û bi vî awayî gava ewilî ya bo herêma Gaeltacht a îro hat avêtin.

 

 

 

 

Têkoşîna Rizgariyê û Piştî Serxwebûnê

 

Di 1916’an de ku têkoşîna ji bo serxwebûna Îrlandayê gur bû, aliyê siyasî yê tevgerê bêtir derket holê. Di vê demê de derket holê ku ji heft kesên ku Banga Îlankirina Komarê îmze kirine şeş kes endamê tevgerê ne û  çar ên wan jî endamê Coiste Gno ne.

Şerê di 1921’an ya bi îngilîzan re xisareke mezin da Xebatên tevgerê. Piraniya şaxên di vê demê de hilweşiyan. Di 1922’an de rewş ber bi başbûnê ve çû. Li gorî hejmartina wê demê endamên tevgerê qasî 20 000 kesî bûn.

 

Di 1923’ân de Hyde dida xuya kirin ku wan li hember Îrlandaya Anglo-Îrlandî bi eşkereyî doktrîna Îrlandaya îrlandî parastine. Wî dida zanîn ku Yekitiya Galîk bûye bavê manevî yê Sinn Feinê û zarokên Sinn Feinê dilxwazên zimanê îrlandî bûne ku mecbûr bûne ku Îngilîz peymanekê çê bikin. Li gorî wî meclîs jî zarokê dilxwazan e û lewma jî rasterast ji tevgerê çê bûye.

 

Piştî serxwebûna Îrlandayê gelekî mirov êdî hebûna Yekitiya ziman bê wate didîtin û digotin ku tiştekî şerme ku mirov di bin rêvebiriya hikumeta xwe ya ku welat birêve dibe de bibe endamê tevgerê. Lewma di sala 1923’an de bi armanca jinûve terîfkirina mîsyona tevgerê civînekê hat lidarxistin. Li gorî biryara civînê çawa ku berê pêdivî bi hebûna tevgerê hebû niha jî ewqas pêdivî pê heye. Hat pêşniyar kirin ku komîteyekê ku riyên metodên teşwîqkirinê lêkolîn bike bê damezrandin. Pişt re di rapora ku vê komîteyê amade kir de ji bo tevgerê tekane armancekê hat pêşniyar kirin: rizgarkirina zimanê îrlandî.

 

Di kongreya di heman salê de rêznameya nû hat qebûl kirin. Lê digel rêznameya nû û hin tawsiyeyan jî pir kêm gav hatin avêtin. Di 1927’an de hat gotin ku li Îrlandaya Bakur tevger têk çûye û bi tenê çend şaxên wê li wir li ser piya mane. Ji bo çareserkirina vê yekê komîteyekê bi navê Comhaltas Uladh hat damezrandin. Komîte 50 şax li bakur damezrandin û pişt re dest bi weşandina kovareke mehane ya bi navê An Ultach kir.

 

Di salên 1930’î de tevger bi xeta xwe ya tund a kevn bêtir ji civakê dûr diket û îzole dibû. Di 1931’an de Ardfheis îlan kir ku endamên ku ragbî, krîket, hokey û dans ku ew ne lîstikin galîk in bilîzin wê nikaribin bibin endamê komîteyekê. Di Ardfheisa di 1933’an de serokê tevgerê Mac Giolla Bihride diyar kir ku tevger sal bi sal xwe teng dike, rêgezên ku li hember ku li hember her tiştiye qebûl dike û di encam de endamê tevgerê bêtir azadiya xwe winda dikin.

 

Di van salan de li ser pêşxistina têkiliyên bi Îrlandaya bakur re hat sekinandin û hat qebûl kirin ku heta têkiliya di navbera navendê û bakur de normal nebe wê pêşketin pêk nayê. Pişt re  armanca hevkariya bi bakur re Comhaltas Uladh hat damezrandin. Di 1933’an de ji ber kêmbûna weşana bi îrlandî di Radio Eireannéê de tevger hikumetê rexne kir û li ser vê Wezîrê Posta û Telegrafê bi rêvebirên tevgerê re hevdîtinekê pêk anî. Tevger dida zanîn ku weşana mûzîka cazê ji bernameyên bi îrlandî zêdetir e. Di Ardfheisa 1935’an de biryara boykotkirina cazê hat wergirtin.

 

Di salên 30’î de pirsgirêka ku herî zêde li xebatên tevgerê bandora xwe dikir qelsiya aboriyê bû. Dihate gotin ku şax pereyên xwe yên endamtiyê nedane. Di van salan de feis jî bê navber li seranserê welat dihatin lidarxistin. Feisa ku di 1939’an de li Atha Cliathê hate lidarxistin de her ku çû mezin bû û di 1942’an de 5000 pêşbirkvan beşdarê wê bûn. Li gelek aliyên Îrlandayê feis tekane festîvala civakî bû û ji aliyê tevgerê dihate lidarxistin. Li hin navçeyan hema hema hemî nahiye feisa xwe li dar dixistin. Bi hezaran mirov beşdarê feisenna û pêşbirkan dibûn. Di nava bernameyê de mûzîka kevneşopî, xwendina helbestan, axaftina bi îrlandî, dramaya dîrokê, berhemên destan, zanist û hunera otantîk cî digirt. Hema li her ciyê ku şaxekê çalak a tevgerê hebû her sal feisekê dihat lidarxistin.

 

Di 1934’an de bi desteka Yekitiya Galîk bi armanca teşwîqkirina dramaya bi îrlandî ji bo dibistanan, komeleyekê bi navê An Cumann Scoildrámaíochta hat damezrandin. Komele gav bi gav mezin bû û di 1939’an de 50 lîstik pêşkêş kirin. Di heman salê de Oireachtas ji nû ve hat damezrandin û 5 roj ajot. 200 pêşbirkvan stran, çîrok, lîstikên kurt, helbest  û besteyên xwe yên mûzîkê pêşkêş kirin.

 

1940’î de hin endamên tevgerê diyar kirin ku ew ji ber atmosfera teng a wekî klûbê ku li navendê serdeste, acizin. Endamên navborî bûn yek û Comhdhá Náisiúnta Gaeilge damezrandin. Rêxistina nû ji bo hin rêxistinên ziman ku di nava wan de Yekitiya Galîk jî hebû peywira saziya qordînasyonê wê pêk baniya.

 

Di 1943’an de Departmana Perwerdehiyê ji bo teşwîqkirina îrlandî, di nava çarçoveya Komîteyên Perwerdehiya Pîşeyî ya Navçeyê 10 timiri peywirdar kirin. Ev hes fêrgehên zimanê îrlandî organîze kirin û gelek carî şaxên Yekitiya Galîk damezrandin. Ev timiri di xebata xwe de cara yekemîn unîformayekê taybet li xwe kirin. Di 1944’an de tevger pêşbirkekê balkêş li darxist. Di birka ku ji bo dîtina slogana herî baş hatibû lidarxistin de 1215 kes beşdarî kir. Kesê ku di slogana îrlandî de bi ser ket “An Ghaeilge marbh-Eire balbh” bû û bi îngilîzî “eger tu mecbûr bimînî biaxivî, bi irlandî biaxive” bû.

 

Di destpêka van salan de tevger hinekî din jî geş bû û kovareke du zimanî An Glòr weşand.  Lê dawiya salên 40’î de hejmara şaxên çalak ên tevgerê ji nû ve kêm bûn. Di raporên 1947’an de hatine gotin ku ji ber nexweşiyê û rewşa xerab a hewayê hema hema xebatên tevgerê sekinîne. Di 1948’an de Feasta dewsa An Glòrê girt. Di vê salê de jî qelsbûna şaxan dom kir û gelek ji wan tu karî nekirin. Di vê demê de tevger li hemberê kêmkirina weşana îrlandî di radyoyê de û daxwaza partiyên siyasî ya ji bo jiholêrakirina mecbûriyeta dersa îrlandî li dibistanan, têkoşînê dimeşand.

 

Di 1949’an de serok û xebatkarê yekemîn ê mezin ê Yekitiya Galîk Douglas Hyde mir.

 

Piştî 60 salên di ser damezrandinê de herêma Munster û Îrlandaya bakur hîn jî destekê xurt didan tevgerê.

 

Di salên destpêkê yên 1950’î yan de statuya îrlandî ya di Xizmetên Raya Giştî de û saziyên nîv-fermî de hatin nîqaş kirin. Di vê çarçoveyê de tevger bi awayekî tund li hemberê peywirdarkirina kesekî ku bi îrlandî nizane ji bo gerînendetiya radyoyê derket. Ji sala 1958’an û şûn de hêza tevgerê gav bi gav kêm bû; di 1966’an de êdî li seranserê Îrlandayê bi tenê 90 şaxên tevgerê hebûn.

 

Bi desteka An Oireachtasê Di 1960’an de Na Teaghlaigh Ghaelacha (rêxistina malbatên îrlandî-axêf) hat damezrandin. Rêxistina nû hêdî hêdî li welat belav bû û endam û çalakiyên xwe zêde kir. Ji xwe fikra pêşxistina Oireachtasê jî ji endamên tevgerê hatibû û di nava komîteya wê de hin nûnerên saziyên neteweyî jî hebûn. Di salên destpêkê yên 60’î de bi armanca teşwîqa dramaya bi îrlandî An Chomhairle Náisúnta Drámaíochta hat damezrandin û piştî vê rêxistina ciwanan Ogras derket holê. Her dû kom jî bûn xwedî kovarekê ku bala gel kişand.  

 

Di 1964’an de tevger cara yekemîn bi armanca hîndekariya kesên şaxan birêxistin dikin  û perwerdehiya wan a ziman û çanda îrlandî qursên dawiya hefteyê da destpêkirin. Pişt re qursa navborî da nava bernameya salanê de hat bi cî kirin û bi rêk û pêk hat meşandin. Di 1965’an de hikumet cara yekemîn alîkariya tevgerê kir û 6500 £ da tevgerê. Piştî salên 40’î ji nû ve organîzatorên tevgerê bi heqdest dest bi xebata xwe kirin.

 

Endamên Yekitiya Galîk di 1963’an de beşdarî kampanyaya ku 6 hefte dom kir, bûn. Di maweya vê kampanyayayê de 500 000 îmzeyên mirovên ku dixwestin zimanê îrlandî hebûna xwe bidomîne hatin berhevkirin.

 

Di 1966’an de rêxistineke bi navê Yekitiya Azadiya Ziman hat damezrandin. Bi xebata vê rêxistinê bo jinûvevejîna îrlandî cara yekemîn li hemberê siyaseta dewleta Îrlandî hewldanên bi rêxistinî hat meşandin. Bi xebata vê rêxistinê nîqaşên xurt li ser wê hatin kirin û di encam de hin kesên din jî bûn endamê Yekitiya Galîk. Bi armanca teşwîqkirina lêkolînên li ser dîtinên zanista sosyal a li ser asîmîlasyona netewetiyê, xwezaya ziman, rêxistin û propagandayê komên lêkolînên hatin damezrandin.

 

Piştî demekî dirêj, di 1967’an de tevgerê civîna yekemîn a ajîteyê li postexaneya Atha Cliathê lidarxist. Ev civîn li hemberê civîna komekê antî-îrlandî ku di heman demê de li bajêr li dar dixist hatibû pêk anîn. Salekê şûn de Maolsheachlainn Ó Caollaí ku di nava Yekitiya nû ya di nava Yekitiya Galîk de bû, bû serokê nû. Ew çawa ku bû serok bi armanca ku di çarçoveya jiyana nûjen de amancên tevgerê di ber çav re derbas bike û ji bo pêkanîna peywirên tevgerê di Îrlandaya modern de pêşniyaran bike, komîteyekê bin a bi navê An Fochoiste Forbartha ava kir. Komîte di heman demê de li ser ramanên serokên siyasî yên di derbarê ziman de anketan li dar xist. Ev xebat ji aliyê sosyologekî dihat li dar xistin û teza yekemîn a Zanistên Civakî ya bi zimanê îrlandî bû. Li aliyekî din, komîte ji bo rêvebiriyê jî hin pêşniyaran kir û tawsiye kir ku rêznameya tevgerê biguhere.

 

Di salên 1968-69’an tevgerê ji ber weşana kêm a bi îrlandî televîzyona fermî Telefís Éireann protesto kir. Civîn û bernameyên li ser vê mijarê di studyoyên tevgerê yên li navendê dihatin li dar xistin. Dema bernemeçêkerên televîzyonê ji ber siyaseta qenalê îstifa dikirin, tevger civînên gel ku tê de ev kesên navborî diaxivîn li dar dixist.

 

Tevger çavdêriya xwe ya di warê perwerdehiyê de jî didomand û di vê çarçoveyê de derxist holê ku li hin dibistanên navîn ên li herêma Gaeltachtê zarok bi îngilîzî perwerdehiyê dibînin û pirtukên dibistanê yên bi Îrlandî kêm in. Tevger îdia kir ku bi armanca ku perwerdehiya îrlandî ya di dibistana navîn de pêk neyê hikumet dixwaze ku çapa pirtûkên îrlandî li ber destan nemîne.  Li gorî lêkolîna tevgerê, perwerdehiya bi îrlandî ya li dibistanên navîn ji % 30’yê di 1938’an de ketiye û di 1968’an de bûye %8.7. Desteya ziman a tevgerê cara yekemîn da xuyakirin ku bi sedan dibistanên li welat bê deng derbasî perwerdehiya bi îngilîzî dibin. Heman daxuyanî nîşan dida ku perwerdehiya bi îrlandî ya li derveyî herêma Gaeltactê daketiye % 0.4’an.

 

Di 1969’an de bi armanca hevkariya bi tevgerên zimanên gal û breton gelek caran daxuyanî hatin dayîn.

 

Pêvajoya tevlîbûna Îrlandayê bo Civaka Aborî ya Ewrûpayê (dawiyê bû Yekitiya Ewrûpayê) di hundirê Yekitiya Galîk de nîqaşên xurt derxistin holê. Serokê tevgerê Ó Caollaí di axaftina xwe ya di Ardfheisa 1970’an de diyar kir ku Civak yekitiyeke siyasî ye û ev jî çandeke hevpar derdixe holê. Ew pê de çû û got ku wê Civaka Ewrûpayê li hember jinûvevejîna zimanên hindikayiyan helwestekê bigire û herêmên wekî Gaeltachtê wê bibin parkên xwezayê yên herêmên dewlemend ên Ewrûpayê. Ó Caollaí destnîşan dikir ku di Belgeya Spî ya Ewrûpayê de ku hikumeta Îrlandayê derxistiye holê li ser dahatûya zimanê îrlandî tiştekî nehatiye nivîsandin û eger Îrlanda bibe endamê Civakê wê îngilîzî wekî zimanê Îrlandayê  bibîne. Ó Caollaí pê de diçû û digot ku hemû welatên heyî yên Civaka Ewrûpayê xwediyê dîrokekê emperyalîst in û Fransa û Îngiltere bi hovîtî neteweyên biçûk ên di nava sînorên xwe de ji holê radikin û wê “çawa gelê îrlandî hevî bike ku di carekê de leopar feraseta xwe biguherînin.  Bi rojan li ser vê helwestê di çapemeniya îrlandî de nûçe û şîrove hatin weşandin û radyo û televîzyonan de bername hatin çêkirin.

 

Aliyê mihafazar ê  di tevgerê de piştî van nîqaşan diyar kirin divê tevger hişk bi fikrên herî teng bigire û peyva “azadî” ji rêznameyê bê derxistin. Ev nakokî qasî salekê domiya û piştî Ardfheisa 1971’an ku endamekî koma mihafazakar jî nekarîbû têketa Coist Gnóyêi, bi dawî bû. Di rêznameya nû ya tevgerê de ji nû ve hat nivîsîn ku afirandina civakeke neteweyî,  azad û îrlandî armanca tevgerê ye û tevger wê bi riya bikaranîna zimanê îrlandî ji aliyê hemû gelê Îrlandî pêk bîne. Li aliyekî din rêzname diyar dikir ku daxwaza gelê îrlandî ya bo azadbûnê sedema hebûna tevgerê ye û heta ku azadiya siyasî, aborî, civakî û çandî pêk neyê û ji bo herkesî edalet pêk neyê ev daxwaz bi cî nayê. dihat diyar kirin ku ev bi vê guherînê tevger ji rewşa xwe ya ku wekî rêxistinekê sîstemê dihate dîtin bûye rêxistinekê protestoyî û bi vî awayî jî dikare bala gelek mirovên dînamîk bikişîne.

 

Weşanxaneya tevgerê Clódhanna Teoranta piştî salên bêdeng ji nû ve dest bi weşandina pirtûkan kir û pirtûkên weşanxaneyê bi berfirehî belav bû. Hin departmanên nû wekî Yekitiya ji bo Pêşketina Aborî, Civakî û Çandî ya Contae Mhaigh Eo, Klûba an Chonarthayê ku ji bar û odeyekê pêk dihat hatin avakirin. Di hin şaxan de jî pêş-dibistanên bi îrlandî li dûv hev hatin damezrandin.

 

Di 1972’an de bi armanca bi dawîkirina nakokiya Îrlandaya îrlandîaxêf gavekê mezin hati avêtin û Comhaltas Uladha Îrlandaya bakur hat vexwendin ku delegeyan bişîne Ardfheisê. Di encam de piştî 50 salan çend nûnerên ji bakur beşdarî Ardfheisa sala 1973’an bûn. Di 1972’an de li herêma Gaeltachtê şaxekê navê Craobh Chearta Rath Cairn girt û ev şax bo navenda civakê, febrîqe û xanîçêkirinê xebatên xurt meşand. Tevger digel nûjeniyên din, hin nûjeniyên jî di warê perwerdehiyê de anî îrlandayê û bi armanca pêşxistina herikbariya ziman, di dewsa dersên normal de “çemberên axaftinê” pêkanî.

 

Çavkanî: Padraig O Fearail

Aibrean, 1975

 

 

Ferhengok

 

Feis: Şahiyekê îrlandayê.

Ardfheis:Civîna salane.

Oireachtas: Çalakiyeke girseyî ku ji bernameyên mûzîk, helbest xwendin, lîstikên şanoyê û hwd. pêk tê.

Timiri: Kesê ku karê birêxistinkirinê dike.

Coiste Gno: Komîteya Rêvebirinê.

 

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse