Xwarina burjuvazî ya herî biha: Havyar

Dema em xort bûn û şoreşgerê çavgirtî û tûj bûn; yoldaşên me (hevalên me) digot, ”burjuvazî sibehê havyar (kaviar) dixwe. Havyarê ji hêkên masiyan çêdikin. Gelek biha ye. Hewqas biha ye ku mirov bi pere xwarineke havyarê dikare bi mehan an salek  seran ser xwarin bikire û bixwe. Havyar ji saxlemiyan mirovan re baş û bi ser re jî ji bo seksê derman e yanî bi gotina tirkî ya orjînal ”bire birdir.”

Weke di gelek mijarî de herweha  di mijara havyarê de jî min bawer kiribû heval rastiyê dibêjin. Lê heta roja ku min havyarê bi çavên serê xwe dît û xwar.

Ez ê belengaz çibikim ma li Licê okyanus hebû ku ez bizanibim ka havyar çi ye û çawa ye?

Ez endamê TKP (Partiya Komunista Tirkiye) bûm. Di sala 1977an de partiyê ez derxistim derî welat û ez çûm Almanyaya Rojhilat cihê ku TKP li wir weşan dikir. Xwêdê giravê Min ê di rodyoyên TKP`nin Sesî û Bizim Radyoyê (Dengê TKP û Radyoya Me ) de, bi kurdî bername çêbikira. Li wir gelek bûyer bi serê me çend kurdên TKPî ve hatin an anîn û em ji TKP qetiyan. Ez niha naxwazim behsa wê mijara trajedîk a dirêj bikim, lê ez ê bi tenê behsa havyarê bikim. Em çûn û li bajarê Leipzîgê ku radyoyan li wir weşan dikir bi malbatî bi cih bûn. Hîn em nû bi cih bûbûn, redaktorê me Veysî Sarisozen em li restoranekê vexwend xwarinê. Em rûniştin berî ku xwarin were garson di qutîyeke biçûk anî li ber me li ser masê danî. Di qutiyê de weke nava balcanan hûr û giloverik û şil tê madeyek hebû. Yoldaş (heval) Veysî  çetala xwe dirêj kir piçek kir ser wê û girt kir ser hêkê û da ser nan û xwar. Li min vegerî û gote min:

”Sen hiç havyar yedin mi? (te qet heta niha havyar xwariye?).

Min, got na.

Wî dewam kir:

”Ye yoldaş çok hoş ve iyidir, hem de çok pahalidir ha. (Bixwe heval, pir xweş û bi fêde ye).

Min jê pirsî kam e digot havyar xwarina burjuvazî ye. Li vî welatê komunîst û em komunîst çawa havyar dixwin? Ev çi ye?

Wî bersiva min weha da:

”Bixwe yolsaş! Li van sloganên me yên klasîk menêre. Her tişt ne weke ku di pirtûkan de hatiye nivîsandin, e… Hîn ev nîna ye tirnîna maye. Dê tu gelek tiştên ecêb bibînî. Ev ne welatê me ye, em li vir mêvan in. A girîng em li Tirkiyê sosyalîzmê ava bikin. Li van deran tiştên ku te dît û bihîst, çav û guhên xwe li wan bigire. Bila morale te xerab nebe…”

Dinyaya min serûbino bû… Kimyaya min xera bû. Bi hizir min pozê kêra xwe bir qutîka havyarê hinek kir ser nan û  kir devê xwe. Bi min ne xweş û weke jehr û ziqûm hat. Redaktorê me Veysî pirsî:

”Çawa bû?”

Min serî leqan. Wî ji leqandina serê min fêm nekir. Got:

”yanî çi?”
Min got ne xweş e. bersiva wî:

”Psîkolojîk û şartlandirma ye,” got.

Piştre em çend kurd û TKP me li ser pirsgirêka kurd bi hev nekir;  em li wir ji TKP qetiyan. Em du malbat bûn. Bi qasî salek em li wir di mala xwe de weke girtî man.  Ne adres, ne telefon, ne nasname, ne pasaport, ne pere di destê me de tu dokument û derfet tune bûn. Em dîl man. Piştî sal û nîvek bi zor bela em berdan û em bi paş ve hatin welat.

Çend me piştî vegera me, vê carê Kenan Evren û hevalên xwe yên general di 12 Îlonê de desthilatiya sîyasî girtin destê xwe.

Ez carek din revîm Ewropayê. Bi mehan li Almanyê man piştre derbasî Swêdê (Îsveçê) bûm.  Min li vir dît ku kes hewqas qîmetê nade havyarê. Hema hema li her restoranê havyar heye û gelek erzan e. Weke ku niha li Amedê selateya bêpere (ezme salatasi) didin ser masê. Min çend caran li marketê jî kirî.era me, vê carê Kenan Evren û hevalên xwe yên general di 12 Îlonê de desthilatiya sîyasî girtin destê xwe.

Ne i xêr, do ez dîsa çşm marketa nêzkî mala xwe ya li Stockholmê, min dît ku reklama erzankirina havyarê jî li dîwarê marketêyê li der dalqandine. Qutiya havyarê bûye 5 kron ku tam dike 125 kurişê tirkan.  Min qutiyeke havyara xwe ya zer kirî.

Îro ez hinek berê ji xew hişyar bûm û min dest bi amadekirina taştê kir. Min havyara xwe jî dolabê derxist û danî ser masê. Li ser qutiyê dinivîse 75 gram e û malê Greedlanê ye. Malê deryaya cemsara bakur (kuzey kutubê) e. Min havyara xwe kir ser hêk û penîr û da ser nan û gez kir.

Ez dîsa ketim nav xem û xeyalên kûr û dûr. Bîrên bêbinî… Ez çûm salên berê, salên xortaniya xwe, komunîstiya xwe. Li Licê ya şewitî dema ku me navenda komunîzma cîhanê ava dikir…  Licê dibû Moskova!

Ez bi tenê li ser masê me û taştê dixwîm. Ez nizanim ez çi qas dem weha  kûr û hûr hizirîme. Ez ji xelan hişyar bûm ku taştê dikim. Min pariyeke din jî ji havyara xwe girt û tahm kir. Tehma vê havyarê jî nexweş bû. Lê ez baş dizanim ev ne psîkolojîk û ne jî şartlandirma bû.  Bawer bikin tehma firîngî, xiyar û tiriyê Licê jê xweştir bû baştir bû. Belê niha firingî û tiriya Licê ji havyara burjuvazî bihatir in…

Ji hizir û xeyalan ez îro nikarim taştêya xwe biqedînim. Demeke dûr û dirêj komunîstan me bi havyarê  û înternasyolîzmê xapandin  û niha jî îslamî me bi umetî  û horiyên bihuştê dixapînin.  Xapînok her xapînok in, ha komunîst ha îslamîst çi ferq nîne.

Amed Tîgrîs

amedtigrid@hotmail.com

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse