Xebatên îdeal û mînak

Dr. Ahmet Kiliç, li navenda Amedê doktorê dev û diranan e. Di muayenexaneya xwe ya şexsî de kar dike.  Ew salê carekê dibistana gundekî ziyaret dike. Şagirdan li bexçeyên dibistanê kom dike û bi giştî perwerdeya dev û diranan dide. Li ser girîngiya diran firçekirinê radiweste. Mirov çawa diranên xwe firçe dike. Nîşanê şagirdan dide.  Di dawiya bernameyê fırçe û macûneke dide dide her şagirdekê. Ew negirêdayiyê dewlet an jî rêxistineke civakî û siyasî ye, bi serê xwe û dilê xwe ye. Karekî îdeal û ji dil e. Bêpûl, pere û bêkaryer û paye dike. Xebatek e ku îdeal e û mirovan bi pê serbilind û bextewar dibe.

Îro jî Dr. Ahmet (14.10.2011) li gundê Seyrekê ku li ser Pasûrê ye xebateke weha bi cih anî. Dibistana Seyreke di navbera gundên Seyrek û Hertayê de li ser riya Pasûr û Licê hatiye avakirin.

Ez, mamoste Baqî. Doktor Adîl û ji fîrma Colgateyê jî çar berpirs li gel Dr. Ahmet Kiliç beşdarê bernameya ku li dibistana Seyrekê bû, bûn.

Dibistan li ser riya Pasûr û Licê li çola Xwedê ye. Avahiyeke bi serê xwe ye û nêzîkî wê tu xanî û şênahî tune ne.

Şagird ne bi tenê ji gundê Seyrekê tên vê dibistanê, herweha ji gundên derdorê wek Herta û mezreyên din jî tên vê dibistana 8 polî û perwerde dibin. Li dibistanê 360 şagird û 8 mamoste hene. Îro ji bo ku bernameya dev û diranlênêrinê hebû mamosteyên gundê Hertayê bi şagirtên xwe ve hatibû vê dibistana Seyrekê. Ji ber ku Dr. Ahmet Kiliç bi xwe ji gundê Hertayê ye, dibisatan gundê xwe jî agahdar kiribû ku ew jî werin û beşdarî bernameyê bibin û weha bû.

Dr. Amed Kiliç dest bi bernameya xwe kir û bi qasî 20 deqîqeyan li ser girîngiya dev û diranan rawesta û diran firçekirinê bi awayekî zindî nîşanê şagirdan da. Piştre berpirsê şirketa Colgateyê axafineke kurt kir. Ji ber ku bi daxwaz û însiyatîva Dr. Amed Kiliç şirketa Colgateyê ji her şagirtek re macûnek û firçeyekê amade kiribû. Fîrmayeke din jî ji bo her şagirtekî pênûs, lênûs û jêbirekê diyarî kiri bûn. Ev diyarî yek bi yek li şagirdan hatin belavkirin û merasim bi dawî bû.

Ez bi xwe li bexçeyê dibistanê ketim nav zarokan û min xwest bi wan re sohbet bikim ka rewşa wan çi ye, çi difikirin. Dema min berê kameraya xwe bi wan ve kir, hema tiliyên xwe hildan û îşereta serkeftinê kirin. Hinek ji wan kurmanc û hinek jî dimilî bûn. Yên dimilî bi kurmancî jî dizanibûn, lê mixabin yên kurmanc bi dililî nizanibûn.

Min pirsî ka ew ji kîjan dersî hez dikin û ji kîjan dersî an dersan hez nakin.

Gotin, “ji dersên matematîk û bedenê (jîmnastîkê) hez dikin.”

Min bizanibim ka navbera wan û tirkî û tarîxê çawa ye.

Gotin, “na em ji dersên tirkî û tarîxê hez nakin.”

Dema min got “çima?”

Bersiv “em hez nakin”, bû.

“Baş e, ma hûn di dersa tarîxê de çi hîn dibin?”

“Tarîxa Înkilabê.”

Wek ku ez nizanibim, min pirsî.

“ Ew çi ye?”

“Înkilap tarîxî, tarîxa Ataturk e.”

Min got, “çawa ye, baş e?”

“Na, ne baş e.”

“Çima, ma hûn ji Ataturk hez nakin?”

Bersiv amade bû çend kesan bi devek gotin

“Na.”

Şagirtekî bejndirêj ji min pirsî:

“Ma tu ji Ataturk hez dikî?”

Min got “de ka hûn texmîn bikin, ez ji Ataturk hez dikim an na?”

Yekî çavşîn got: “Na, wele tu jî ji Ataturk hez nakî.”

“Tu çawa dizanî kuro?”

“ Tu kurd î, kurd ji Ataturk hez nakin.”

Min pirsî:

“Ma kê ji Ataturk hez dike?”

Bersiv:

“Mehlima (mamosta) me ji Ataturk pir hez dike.”

Di wê dema sohbeta me de, Dr. gaziyê min kir:

“Mamoste de were em diçin navenda Pasûrê, em dereng man lo! Sohbeta te û zarokan naqede?”

 

Amed Tîgrîs

14.10.2011 Pasûr/Amed

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse