www.e-weje. com nav û naveroka xwe diguhêre

www.e-weje.com di nav xebateke nav û naverokguhertinê de ye. Dê www.e-weje.com ji vir bi şûn ve, bi tenê cih bide mijarên perwerde, hînkirin, asîmîlasyon, devok, zarava, statu û modelên ziman. Bi ber û ser de jî carcaran cih bide analîzên li ser wêje û dîrokê jî.

Taybetiya redaksîyon û nîvîskarên me yek jê jî ev e ku piranî mamoste ne û li welat û Ewropa li gelek welatan dimînin û bi gelek zimanên bîyanî dizanin. Weke nimûne: kurdî, tirkî, swêdî, fransî, almanî, îngîlîzî, yunanî, erebî, farisî…

Em ê mijarên perwerde, hîndekarî, statuyên fermî, modelên perwerdeyê, asîmîlasyon, çand, ziman, metodên hînkirinê, pedagojî û mijarên din de ji van zimanan werger û lêkolînan bikin, çavkanî û analîzan di www.e-weje.comê de biweşînin. Kesên ku di van mijaran de dikarin û dixwazin binivîsîn bila kerem bikin. Materyalên ku di destên wan de hene dikarin ji amedtigris@hotmail.com ê re bimaîlînin. Bi taybetî em li benda nivîs û tecrûbeyên heval û pîşedarên xwe yên mamoste ne.

A. Tîgrîs

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse