Wezîrê Komara Tirkiyê û armanc û metodên asîmîlasyonê

Şukru Kaya kî ye?
Şukru Kaya ji damezravanê Îttihat- Terakkiyan mirovekî  herî girîng ê dewletê  ye. Hevalê Ziya Gokalp e. Ew jî wek Ziya Gokalp ji ber kuştina ermeniyan berî avakirina Komara Tirkiyê surgunê Maltayê hatiye kirin. Di dema avakirina Komarê de ew anîne û payeke bilind dane wan. Di peymana Lozanê de bi Îsmet Înonu re sekreteriya şanda Lozanê kiriye. Demekê  bûye  şaredarê bajarê  Îzmîrê. Di meclisa Ataturk a duyem, sêyem, çarem û pêncem de bûye parlamenterê bajarê Muxlayê. Di navbera salên (1923-1924) bûye wezîrê karûbarê derveyî û di dema serokatiya hukumeta Ismet Inonunî ya çaran de jî bûye wezîrê hundirî û heta sala 1938 wezîr maye. Dema wezareta karûbarên wezereta hundirî de, bi fermaneke dizî ji hemû wali û qeymeqam re şandiye ku kurdan çima û çawa asîmîle bikin, armanc û girîngiya asîmîlasyonê di vê emîrnameya xwe weha ravekiriye:

 

”… Cilûberg, ziman, stran, lîstik û govend, dawet, komele, tore û kevneşopî  hertim hestên netewî, hişyar, zîndî  dikin û li ser lingan digirin. Divê neye ji bîrkirin ku ev tişt civatê tim bî dîrok û dûwaroja wan ve girê didin. Pêwîst e ku em vê xetere bibînin û pêş li lê bigirin, pêş li daxwazên wan bigirin,  ew bêcesaret bikin. Divê em bi wan bidin fêmkirin ev tişt ne baş in. Îşaret û sembolên paşketî nê ne û bi awayekî xerab û şermande bidin nîşandan. Em bêjin ev  daxwaz û tiştên çirkef û şermande ne. Bila ji xwe şerm û heya bikin, teşhîr û tecrît bikin. Ew malbat û eşîrên ku bi van ziman û zaravayan diaxivin em navên wan, leqebên wan û zimanên wan bikin tirkî. Navên ziman û gundên wan biguhêrin. Divê li gel hev û li mala xwe bi tirkî bipeyivin. Û ji dil bidin bawer kirin ku ew tirk in. Bi kurtî ziman, edet û daxwazên wan bikin tirk. Bila bi dîrok û bextê tirkan ve werin girêdan. Ev wezîfeyê me her tirkî ye…”[1]

 

A. Tîgrîs

 



[1] M. Bayrak, kurtler ve…, s. 508

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse