Wergera helbestê

Ev demeke gelek dirêj e ku ez berhemên nivîskarê navdar,  nivîskarê swêdî  Per Lagerkvist dixwînim. Balkêş in.  Belê bi nivîs, liv, berhem û serhildanên xwe yên li dij faşîzmê Per gelek  navdar e. Nivîskarekî wêrek e. Ew di temamê jîyana xwe de bi xwedî helwest bûye. Di dîroka wêjeya swêd de rêçên wî hatine rengandin. Helbestên wî, lêgerîn û berhemên wî deng dane. Bi berhemên xwe xelata Nobelê girtî ye. Hîtler xwestiye wî bide kuştin. Pirtûka wî qedexe kiriye, şewitandîye. Dema bi piranê mirov bi tirsê bûne, tirsane û li dij faşîzmê dengên xwe birîne wî bi dengê bilind, bi qîrîn, bi nivîs û bi pratika xwe li dij wan têkoşaye.  Mêrxas e, tu car serê xwe li dij zilmê netewandiye.

Nivîskar û wergerê kurd Serkan Birûsk bi kurdîyeke dewlemend berhema wî ya bi navê Afton Land (Warê Êvarê) wergerandîye zimanê kurdî.

Balkêş e. Helbestvan bi helbestî, cêjdarî ji helbestên hev, ji zimanên hev , ji hestên hev fêm dikin. Bi ev tamdarîya hestan werger rengek xweş digirin, bi zimanekî sade helbestên Lagerkvist bi zimanê kurdî cêjdariya xwe wenda nakekirine..

Gotinêk pêşîyan ya  kurdan heye: Mêr, mêran nas dikin. Em jî bibêjin; helbest van jî  helbestvanan nas dikin. Ew baş ji zimanên hev fêm dikin. Ji hest û gotinan, ew ji mirovên din baştirîn tê digîhîn, dizanin gotinan bi kîjan hestan yê din  bar kirine.

Per Lagerkvist di helbesta  xwe ya navdar de weha dinivîse. Di gava yekem de em dikarin ji her yekî helbestekî van helbestvanan raxin ber çavên xwendevanên xwe.

 

Warê Êvarê

Li diyarê dûr hemû tişt wisa seyr e îro,

wisa dûr û hey dûr.

Ji nava kûrahîya ewran dengê lihevdana baskên

çûkan tê bihîstin, ji dûr û hey ji dûr

…………….

Ma pir li dûr, li darê bûye sibeh

û ji bo xemilandina jîyanê kulîlkan vedane,

lê te ji bîra kiriye, ew kulîlk û dar,

tişta hebû êş û şahîya cîhanê bû.

Carekê tu dê bûba yek ji wan ku gelek berê

jîyabûn.

Dê cîhan te bibîrbîne mîna geya û daristanan

bibîrtîne,

ew pelên riziyayî.

Wisa wek ku axa bi bereket tîne bîra xwe.

û wisa wek ku çiya  ba tîne bîra xwe.

Dê azadîya te wisa bêdawî be mîna deryayê.

Min swêdiya helbestê jî gelek caran xwend, lê bi rastî jî min nikaribûn ew hestên helbestvan qasî Serkan weha bi rêk û pêk, weha tamdar, weha ku wek orjînala xwe bi kurdî bianiyana ser zimên. Dîyar e, helbestên per bi kêfxweşîyek mezin hatine wergerandin. Çimî ew jî helbestan dinivîse, helbestvan e. Helbestên wî jî gelek cêjdar in.

Ka em niha jî wergêrê berhema  Warê Êvarê, helbestek  Serkan Birûsk jî raxin ber çavan. Ez bawer dikim ew dem mijar dê baştirîn bêye fêm kirin.

 Ez di nava jiyana mirinê de

Mirina giyane me.

Dilopek ji derya ye demê

bi ser axê de niqutî…girî, kengirî û girî..

Korahî bi lempeyên kolanan de anî.

Bajarê şevreşkî li koxemalên xwe diterpilî,

kevîyên dilên wê yên zengargirtî reş û beşik,

xizan û bêziman

bi ser zelaliya jiyana wê ya wenda de hidiweşîya.

Ji devên gepkortikî,

ji qirikên qelişî,

ji zikên hefnikî

stranên hêrsa biyanîbûyîniya mirovî

di ber teqqubpiviya amûrên bêkok kirinê re

i ser guhên jîyanxwaran de hêrs diqerî;

….

Daxwazên ku jiyanê li ser derziyan didin jiyandin

û wê di qula heman alavê re derbas bikin.

Dê di mêrika dilê xwe de

Zihayek ji bêdadiyê bijîn….

Belê du helbestvan, du nivîskar… Helbestvanek kurd berhemek ji berhemên navdar  bi zimanekî helbestî wergerandîye zimanê kurdî. Ji bo pêşvebirina  zimanê kurdî hewldanek, gulek bêhempa ye Warê Êvarê.

Em dizanin werger bandoreke mezin li ser nûjenkirina zimanan dikin. Lêgerîna gotinên nu, melodiya ziman, rengdariya beşên çandên din di nava ziman de bi kar anîn ziman têkuz û gewre dikin. Wan û zimanên din didin nasîn, didin ber hev. Zimanê kurdî jî dê bi berhemên wergerî xwe bi pêşve bibe. Peyvên nûansên zirav derxîne holê. Dema berhemên zimanên din bi tam û cêj bêne wergerandin, ziman rewan, bi gotinên xwezayî be ew heskirina xwendinê gav bi gav dikarin geş bikin.

Berhema Warê Êvarê bi zimanek gelek hêsa, bi gotinên dewlemed û xwezayî ye. Brûsk zor nedaye hevok û bîjeyan. Dewlemendiya zinaê kurdî wek gul derketiye ber çavan. Wî kedek gelek mezin da ye berhem ê. Di niha de em ê bêjin ji bo ev wergera hêja gelek spas!

Warê êvarê di  nava weşanên Înstîtûya kurdî li Stockholmê  hatîye weşandin. Ji bo ku mijara me werger, ziman û nasandina pirtûkane em dê Warê Êvarê di sê gavan de binirxînin.

-Di gava yekem de me xwest ku pirtûkê, nivîskarê wî û wergerê bi kurtahî bi hin helbestên wan bidine nasîn.Bala xwendevanan bikişînin li ser rêze nivîsê.

-Di gava duyem de em dê li ser, kure jiyan û berhemên nivîskarê Warê Êvarê, yên  Per Lagerkvsit rawestin.

Gava sêyem de jî em dê li ser wergera Warê Êvarê û rol û tesîra wergerê li ser ziman bi nivîskar û werger Serkan Birûsk re hevpeyvînek biweşînin.

2012-02-06

B. Welatevîn

 

 

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse