Welatparêzî azadkirina axa Kurdistanê û azadiya gelê kurd e.

Em gotina welatperweriyê her roj û saet bi kar tînin. Gelo ev gotin tê çi mane yê  Ji welatê xwe hezkirin e. Gotinek xweş, germ û navarok wî  bi hestên însanî dagirtiye. Welatperwerî!

Gelo mirovê ku ji welatê xwe hez neke jî heye?

Na! Her însan ji welatê xwe hez dike. Cotkar, karker, xwendekar, nivîskar, siyasetmendar, rojnamevan, bêkar, diz û ûhw giş însanên civakê ji welatê xwe hez dikin. Ax û civat însan perwerde dikin.  Lê ji bo çi ji welatên xwe hez  dikin? Bersiva vê pirsê girîng e. Bersiva pirsê rastî û nerastiyên mirovahiyê derdixe holê. Belê giş însan ji welatê xwe hez dikin.

Hin ji wan; ji bo ku welatê wan tişt bi de wan jê hez dikin.  Weke Pere, ax, jiyaneke rehet,  kar û ew tu tişt neke, teral teral bigere, binivîse û bipeyive!

Hin jî ji bo ku her tiştên xwe bidine welatên xwe ji welatên xwe  hez dikin. Ev kes ji bo welatên xwe bi evîndarî  dikarin canê xwe bidin. Gelek ji van kesan di meşa welatperweriyê de şehîd dibin. Ew bi mêrxasî û dilpakîyên xwe li asîmanê welatên xwe û di dilê gelên xwe de dibin stêrk û çîçekên azadiyê. Ew welatparêz in û welatparêzên herî hêja ne.

Hin kes ji bo dewlemendbûyînê di nav meşa serhildan û azadîxwazîyê de cîh digirin.  Waletparêz e!  Zevî, bexçe, mal û milkê xwe, pereyên xwe zêde û fireh dike. Divê welatê wî jê re xizmet bike. Ji bo ku nav û otorîteya xwe mezin bike di nava meşê de bi cî dibe. Dil tirs e. Di hêlek de jî ditirse ku mal û milkê wî ji destên wî herin. Lê ji bo kara xwe li dij dagirkeriyê helwest digire.

Hin kes jî ji bo welatê xwe giş tiştên xwe didin. Ji bo xwe û derûdora xwe li benda tu qazancî nin in. Têkoşer in, welatparêz in.

Ji bo gelê wan li ser axa xwe azad, di bin alaya xwe de serbixwe û serbilind bijî di nava ev meşa dûr û dirêj de cî digirin. Ji bo wan azadiya gelê wan, serxwebûna welatê wan û li ser axa xwe jiyaneke azad ji her tiştî bi rûmetir e.

Ji bo van armancan canê xwe, malê xwe her tiştên xwe dikin gorî.  Ev bi xwe evîndarî ye.  Xewn û xiyalên wan ên germ û ronî hene. Mirov hez in. Li dij kedxwariyê ne. Ew baş dizanin ku giş qirêl ji sîstema aborî têye afirandin.

Meşa wan a azadiyê bi wate ye. Wek livên wan mirina wan jî bi deng in. Bi ketina wan ax olan dide, dil dibin wek ar, rêwîyên azadîyê pirtir dibin.

Ez van tiştan dizanim. Lê carna hin liv û bûyerên mirovên kurd dema dibîhîzîm dilê min diêşe û ji xwe dipirsim: Gelo welatperwerî ewqas jî erzan e? Gotina welatparêzî bi van rûreşiyan reng digehurîne, diqehere, asîmanê kurdistanê reş girê dide. Ev êş bêdengîya pênûsê dişkêne.  Li dij gemarkirina welatperweriyê pênûs helwest digire.

Bi pêşengiya hin kesên “kurd” Serê Kanîyê ji hêla peyayên tirkan “orduya (ne) azad di nava gola xwînê de hiştin. Alaya kurdî hat çirandin. Bi hezaran kurd ji bajarên xwe koçber bûn. Ma ev!!! Heyf e ku mirov bo van kesan bêjeya welatperweriyê bi kar bîne.

Bi van dek û dolaban birakujî bi dest û pereyên dagîrkeran dîsa sere xwe bilind dike. Cahşên rojava bi çekên dewleta Tirk êrîşên welatperweran dikin.

Em baş dizanin ku ev çend sal in ku serokê Başûrê Kurdistanê birêz Mesud Berzanî li dij ew birakujiya  qirêj bi helwest têkoşîn dide.  Serokê PYD Birêz Muslim Salih di civîneke agahdariyê de weha got: ”Em dê tu car rê nedin birakujiyê. Li dij birakujiyê em dê di her warî de têkoşin”. Weha diyar e ku, dijmin di vî warî de dê nikaribe bi ser bikeve, kurdan têxe pêsîra hev. Ev çanda xweş a nû ya dij birakujîyê kêfxweşîyeke mezin dide mirov.

Divê azadî , aştî û aramiya gelê me yê Rojava bi çend lîreyê tirkan û dolaran neyê firotin. Kurd li ser axa xwe şer naxwazin. Naxwazin gurên ordiya (ne)azad têkeve nava axa wan. Dixwazin bi aştîxwazî sîstema dev bi xwîn a Beşar Esat ji ni va axa wan derkeve. Dixwazin li ser axa xwe bi nasnemeya xwe bê şer bijîn. Û bi her riyê aramiyê gelê xwe parastin birûmet e.

Divê geşkirina aloziyên nava kurdan ne karê welatperweran be.

Hin “kes” bi nivîsên xwe aloziyan gurr dikin.  Şêlûkirina avê fêde nade pêvejoya Rojava û kurdistanê. Bi başî, nebaşî û bi hemû kêmasiyên xwe ve Başûrî birayên me ne. Welatparêzî li dij planên qirêjên tirk û ereb helwest girtin e. Welatparêzî geşkirina biratiya kurdan e. Welatparêzî di her warî de alîkariya Rojava ye. Welatparêzî parastina Rojava ye.

Welatparêzî ne xwe firotin e. Welatparêzî azadkirina axa Kurdistanê û azadiya gelê kurd e.

B.Welatevîn.

Stockholm 2012-11-22

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse