WÊJEYA ZAROKAN

Ji çar parçeyên Kurdistanê nivîskar li Instutuya Kurd a Stockholmê li ser wêjeya zarokan rawestiyan.

Nivîskar di warê derûniyê de, li ser kesayetî  û çêbûna zarokan ku çîrok û helbest  bandoreke çawa li zarokan dikin û bi giştî. li ser wêjeya zarokan, rewşa îro û dîroka wêjeyê hat vegotin.

Pedagog, nivîskar Rewa Kader li ser dîroka wêje ya zarokan rawesta. Wêjeya zarokan beşek gelek giran û girîng e. Divê yên ku di vê beşê de dinivîsin, profesyonel bin. Divê bizanibin di kîjan salî de   pêwîstiya wan bi çi û bi kîjan asta ziman heye. Bi zimanê rojane, hêsa û zimanekî ku herikbar be. Divê berhemên zarokan cihana fantaziya zarokan fireh bike.

Dîroka berhemên zarokan bi sivikkirina nivîsên pirtûka Încîrê dest pê kirîye. Çîrokên hunerî û yên efsaneyî hatine amade kirin.

Wek tê zanîn zarok di yeksalîya xwe de hînî ziman dibin an jî dest bi hînbûnê dikin. Ji bo zarokên 1 û 5 salî pêwîst e ku nivîs kurt, wêne pir in. Zimanê wêne di vê demê de serdest e.

Ji bo zarokên 6-12  salî nivîsên berheman ku kurt û bi wêne bin balkêş in. Lê wêjeya zarokan di nava gelê me de pir derneketîye pêş. Em dereng mane.

Li cîhanê gelek çîroknivîsên bi nav û deng hene. Wek Birayên Kromozon, Hans Anderson, Astrîd Lingren.

Lê wek bingehê wêjeya zarokan em dikarin bêjin xebatên avakirina PIRTÛKXANEYÊN ŞEMÎ yê yekem in. Belê berî wan ji bo zarokan û wêjeya zarokam hin xebat û berhem hatine nivîsin. Lê weke xebateke bi rêk û pêk ku zarokên xizanan bikaribin ji xwendinê hez bikin, fêr bibin, bikaribin binivîsin û bixwînin ev di dîroka dibistanê de  yekem in.

Cara yekemîn di sala 1800 de li Îngîlîstanê Raks Robet ji bo zarokên feqîran Pirtûkxaneya Roja Şemîyê damezrandiye. Ev mînak li seranserê Ewropayê belav bûye. Li Almanya û Fransayê sal bi sal zêde bûne.

Di sala 1850î de cara yekem Jorhan Lakî ji bo zarokan rojname derxistîye. Di vî salê de ji bo zarokan dest bi nivîsîna  kurtezanînên (faktayên) ziman ên sivik  kirine.

Di wêjeya kurdî de, ji bo zarokan  cara yekem pêşniyaza wêjeya zarokan tê ye rojevê. Wêjeya zarokan herî zêde li derveyê welat pişkivîye û bi pêşketiye.

Cîvîn bi nasandina pirtûkan û serpêhatiyên nivîskaran gelek germ û xweş derbas bû. Nivîskar bi taybetî li ser nivîsîna çîrokan rawestiyan. Herî xweş şirovekirina evîn û serpêhatiyên Behrozê Ehmedî bêjeyan gul vedan. Civîn bi helbesta mamoste Hêmin qediya.

B.Welatevîn /Stockholm

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse