Tevgera Ziman a Bangladeşê

 Di sala 1947’an de Pakîstan ji Hîndîstanê veqetiya û Bangladeş ku jê re Pakîstana Rohilat dihate gotin, di destê Pakîstanê de ma. Piştî avakirina dewleta nû pirsgirêka zimane fermî derket holê û bi tenê ûrdû wekî zimanê fermî yê dewletê hat pejirandin. Ev yek li Bangladeşê bû sedema nerazîbûnekê mezin û bi armanca zimane bangla bibe zimanê fermî yê Bangladeşê û zimanê hikumeta navendî di 1948’an de tevgera ziman dest pê kir. Serokê ewilî yê vê tevgerê profesor Abul Kassem bû. Demekê şûn de gelek rêxistinên civakî û yên azadîxwaz tevlî vê tevgerê bûn û bi vê yekê tevgerekê girseyî derket holê.

 Li aliyekî din însiyatîfeke ku ji aliyê wezîrê perwerdehiyê yê Pakîstanê pêşengiya wê dihat kirin diyar kir ku divê zimanê fermî yê welat û perwerdehiyê zimanê ûrdû be. Dema ku ev nûçe hat bihîstin xwendekarên Pakîstana Rohilat di 6’ê Berfanbara 1947’an de civînekê li dar xistin û di civînê de carekê din daxwaz kirin ku bila zimanê fermî yê welatê wan bibe bangla. Di dawiya heman salê de li zanîngehê Rastrabhasa Sangram Parishad (Komîteya Çalakiya Ziman) hat avakirin.

 Di sala 1948’an de nîqaşên li ser qadên bikaranîna ziman gur bû. Di vê salê de Meclîsa Damezrîner a Pakîstanê li Karaçiyê civiya. Di vekirina civînê de hat gotin ku endamên Meclîsê dikarin bi zimanê ûrdû û îngilîzî biaxivin. Endamekî bi navê Dhirendrana Datta ku ji Partiya Kongreyê ya Pakîstana Rohilat bû pêşniyar kir ku bangla jî têkeve nava zimanên meclîsê. Wî di axaftina xwe de got ku Pakîstana Rohilat beşeke mezin a nifûsa Pakîstanê pêk tîne û lewma jî divê di meclîsê de ev ziman jî bê bikaranîn. Serok wezîrê Pakîstanê û wezîrê sereke yê Pakîstana Rohilat li hember vê pêşniyarê derketin. Dema agahiya redkirina vê nûçeyê gihîşt welêt xwendekar, rewşenbîr û siyasetmedar hêrs bûn û di heman demê de di rojnameya Azad de siyasetmedarên ku vê pêşniyarê red kirine hatin rexnekirin.

 Li aliyekî din, ji bo pejirandina banga wekî zimanê fermî, komîteyekê nû hat damezrandin. Di 11 Adar 1948’an de bi mebesta protestokirina nepejirandina zimanê bangla wekî zimanê meclîsa damezrîner, tunebûna tîpên banglayê li ser pere û pûlên Pakîstanê û di azmûnên stolaya (donanma) Pakîstanê de bi tenê bikaranîna ûrdû, li bajarên Pakîstana Rohilat greva giştî pêk hat. Di xwepêşandan û meşan de hin serokên tevgerê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin girtin. Di vê navberê de civîna ku li zanîngehê hat lidarxistin rastî êrîşên hêzên dewletê hat û hin serokên xwendakaran birîndar bûn.

 Piştî van bûyeran hikumet helwesta xwe ya hişk nerm kir û bi serokên xwendakaran re peymanekê îmze kir. Lê di nava mercên peymanê de qebûlkirina bangla wekî zimanê fermî yê dewletê cî nedigirt. Piştî greva giştî, waliyê giştî yê Pakîstanê hat serdana Pakîstana Rohilat û li Dakkayê di du civînan de axivî. Mixabin wî carekê din helwesta dewletê ya li hemberê banglayê dûbare kir û diyar kir ku wê bi tenê ûrdû bibe zimane fermî yê dewletê. Ev helwest ji aliyê Tevgera Ziman ve li her aliyê welat hat şermezarkirin.

 Di 11 Adar 1950’an de Komîteya Çalakiya Ziman a Zanîngeha Dakkayê ji aliyê Abdul Matin hat avakirin û ev tevger di 1952’an de ket pêvajoyeke pir hesas. Di vê salê de li Pakîstanê Cînah û Alî Xan mirin û Nazimuddin bû serokwezîrê Pakîstanê. Di vê qeyranê de rewşa aborî ya Pakîstana Rohilat jî xerabtir bû û bi armanca pêkanîna rêxistinbûneke xweser partiyeke nû ya bi navê Yekitiya Misilman a Awamî di 1949’an de hat damezrandin. Di destpêka salê de serokwezîrê nû yê Pakîstanê hat serdana Dakkayê û di axaftina xwe ya li vir got ku gelê vê eyaletê dikare zimanê eyaleta xwe diyar bike lê wê zimanê fermî yê dewletê bi tenê ûrdû be. Ev axaftin di cî de ji aliyê xwendekarên li wir hat şermezarkirin.

 Sê roj piştî axaftina serokwezîr li Zanîngeha Dakkayê xwepêşandanekê hat lidarxistin û di 31’ê mehê de jî nûnerên rêxistinên siyasî û çandî li zanîngehê civînekê pêk anîn. Di civînê de di bin rêberiya Kazi Gulam Mahbub de Komîteya Çalakiya Ziman a Giştî di hat damezrandin. Di vê navberê de hikumet pêşniyar kir ku zimanê bangla bi elfabeya erebî bê nivîsandin lê ev pêşniyar bi tundî hat redkirin. Komîteya Çalakiya Ziman piştî birêxistinbûna xwe biryar da ku di 21’ê Reşemiyê li seranserê Pakîstana Rohilat xwepêşandan û meşan lidar bixe.

 Bi vê bangê, hikumet jî ket nava tevgerê û li Dakkayê hemû xwepêşandan û meş qedexe kirin. Komîteya Çalakiya Ziman bi armanca nirxandina vê biryarê û çalakiyên dihatin pîlankirin di 20’ê Reşemiyê de civiya. Di vê civînê de aliyekî xwest ku çalakî bên betalkirin lê aliyekî din jî ku bi piranî ji xwendekaran pêk dihat da zanîn ku wê xwepêşandanekê li dar bixin. Di 21’ê Reşemiyê de li kampûsa Zanîngeha Dakkayê xwepêşandanekê ji aliyê xwendekaran hat lidarxistin û bi hezaran xwendekarên ji fakulteyên curbecur beşdarî vê çalakiyê bûn. Dema xwepêşandan dest pê kir cîgirê rektor û çend mamosteyên zanîngehê hatin ciyê çalakiyê û daxwaz kirin ku xwendekar qedexeyê binpê nekin. Piştî ve serdanê polêsên ku dora zanîngehê dorpêç kiribûn êrîşekê tund anîn ser xwendekaran. Li ser vê, xwendekar jî xwe bi kevir û tûleyan parastin. Ji ber berxwedanê hêzên dewletê nikaribûn xwendekaran ji hev belav bikirana û lew re jî dest bi bikaranîna çekan kirin. Di êrîşa bi çekan de gelek xwendekar birîndar bûn. Ji wan, birînên sê kesan giran bûn û di heman demê de zarokekî 9 salî jî jiyana xwe ji dest da.

 Di dema vê bûyerê de Meclîsa li Dakkayê dikir ku biciviyana. Dema nûçeya bûyerê gihîşt vir çend endamên mixalefetê beşdarê civînê nebûn û tevlî xwendekaran bûn. Lê hîn jî di serowezîrê Pakîstana Rohilat di civîna meclîsê de qebûl nedikir ku zimanê bangla bibe zimanê fermî yê dewletê.

 Di 22’ê Reşemiyê de xwepêşandan û êrîşên polêsan dom kir. Merasîma cenazeyê ku ji aliyê gel hat lidarxistin rastî êrîşa polês û artêşê hat û li vir çend kes hatin kuştin. Di vê êrîşê de jî gelek kes birîndar bûn an hatin girtin. Di 23’ê mehê de li ciyê ku xwendekar hatibûn kuştin abîdeyekê hat avakirin.

 Piştî van bûyeran Meclîsa Pakîstana Rohilat zimanê banglayê wekî yek ji zimanê fermî yê Pakîsanê pejirand. Li aliyekî din, di encama têkoşîna Tevgera Ziman de, Meclîsa Damezrîner ê Pakîstanê ligel ûrdû zimanê Banglayê jî wekî zimanê fermî yê Pakîstanê pejirand.  Di dema civîna meclîsê ya li ser mijara ziman de parlamenter Adel Uddin Ahmed ji bo ku zimanê bangla bibe zimane fermî pêşniyarekê girîng kir. Ev pêşniyar di 16 Reşemî 1956’an de bi dengê hemû endamên meclîsê hat pejirandin. Di encama vê biryara meclîsê de bangla jî ligel ûrdû bû zimanê fermî. Tevgera Ziman heta sala 1956’an xebatên xwe domand û piştî vê demê edî ji holê rabû.

 Ji sala  1956’an û vir ve 21 Sibatê wekî roa şehîdên Tevgera Ziman dihat pîrozkirin. Di 17 Sermewêz 1999’an de UNESCO 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî îlan kir.

 Çavkanî: Bashir Al Helal

 

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse