TEMENÊ TÊKÇÛYÎ

Bi cama evîna dilê şikestok

bêçaretiya xwe li zendê salên poşman

dinivisînim

şopa tirsa demsalên hovane

di kefa destê xwe de

vedişêrim

pêşeroja min

di herika rûbarên giyan de

xeniqî

ji gewriya nûçeyên rojane

jehra xwînê

dipale

li nav nivîna şevên bêxewiyê

xewnereşkên xopan

xwe li stûyê min

dipêçin

hesret û bêrîkirinên min

bi keserên dûmanê cixarê

hatine meyandin

serê min

ji nav belaya demên rûreş

qet nafilite

carnan

mîna hêrsa pêlan dîn û har dibim

carnan

mîna beytika newêrek can li min

dilerize

şûşeya eşqa dilê serxweş

di toza heyamên gemarî de

qelişî

min

li nav dûmanê xeyalên pûç

daxwazên dergûşa nava xwe

taloq kirin

li birçîbûna çaxên genî

bîranînên xwe yên wêran

dixwim

li nav pêta kul û kederên bêhempa

dişewitim

ji piyangoya temenê têkçûyî

tofana janên dirinde

derdikeve

şadiya rûyê min

di albûma wêneyên xemgîn de

zerikîn

bi tasa destê dilberê

şerbetê didim gêrikên di bin lingan de

hatinî perçiqandin

ez bûm qurbanê

eşqa îlahî ya nependî

û her tim di ber cankêşiyê de me

êdî ez

di coşa xumexuma şîpa laşê xwe de

astengiyan nasnakim

ji aloziya dîroka tarûmar

hêviyên şad ava dikim

derhênerê şanoya vê helbestê ez im

leyîstikvanê li ser dîkê ez im

temaşevanê xerîb jî ez im

li ber xemkêşiya rondikên çavan

leyîstik qediya

û perdeya dilê xeşîm

hate girtin

 

Xizan Şîlan

2010-07-02

 Stockholm

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse