Têkoşîna li dij xebitandina zarokan

12ê hezîranê li seranserê cîhanê roja  têkoşina li dij xebitandina zarokan e. Li Bakurê Kurdistanê bi hezaran zarok ji ber xizanî û nezaniyê  di temenê xwe yê biçûk de dixebitin. Belê, ji ber xizaniyê nikarin herin dibistanê, nikarin zarokiya xwe bijîn. Herweha li Kurdistan û li Tirkiyê maf û huqûqên zarokan her roj tên  binpêkirin. Li Tirkiyê û Kurdistanê ji 40.000 bêtir zarok bêxwedî li kuçe û kolanan dimînin.  Di navbera temenên 6-11 salan de,11.000.000 zarok hene. Ji wan 3.842.000 ji neçarî kar dikin. Hem jî di karê herî giran û xerab de dixebitin.

Ji van zarokan ji %37 derfetên wan tune ne k u bixwînin, ji %24 ji bo ku pîşe hîn bibin û ji %17 jî ji bo ku alîkariya malbata xwe bikin, kar dikin.

Bi taybetî li Kurdistanê rewşa zarokên kurd xerabtir e. Bi hezaran zarok bêxwedî li kuçe û kolanan dijîn. Balî dikşînin û karê weke dizî û xerabiyê dikin. Weke kesên siyasî yên temenmezin tên girtin, êşkencekirin û kuştin. Zîndana Pozantiyê di vê warî de eşkencexaneya herî berbiçav e. Li zînênan destdirêjiya wan dikin. Weke tê zanîn di komkujiya Roboskiyê de piraniya qurbaniyan  zarokên şagird bûn, Zîndana Pozantiyê di vî warî de eşkencexaneya herî berbiçav e.

Sîstema perwerdeyê ya ku sala pêşme dest pê bike hîn rê li ber nexwendina zarokên kurdan vedike. Dê bi hezaran zarokên kurd piştî çar salan dev û des ti dibistanê berdin û bikevin kolan û kuçan. Bi taybetî dê keç neçina dibistanê û weke zemanê berê xwendin û nivîsandin di nav keçan de her ku bi ç e kêm bibe.

A. Tîgrîs

amedtigris@hotmail.com

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse