Sumerî, Tofana Nûh, Cîhana Bakur a Zerdeşt û Ez

Îro serê min gêj e, xerabe ye, tevlihev e. Moralê min  di bin sifirê de daketiye 51 pileyî.  Ez ê li gorî vî ser û moralê xwe yê tevlihev, tehl û tirş, nivîseke tevlihev weke tirşika Amedê ji we re pêşkêş bikim. Ez hêvîdar im ku ser û moralê we jî wekî yê min tevlihev, tehl û tirş nebe, na bila bibe. Ku wekî min nebe ma wê demê  armanca vê nivîsê ҫi ye?

Di destpêka jiyana civakî de hîn li bakurê cîhanê qeşa bûye û mercên jiyanê tunebûye. Piştî milyon salan her ku ҫûye bakurê cîhanê hêdî hêdî germ bûye û qeşa heliyayê, merc û derfetên jiyanê pêk hatine. Însan û heywan ber bi bakur ve derketine nêҫirê.

Li gor lêkolînên arkeologan ên ku niha derxistine holê, di serdema Sumeran de (10 hezar sal berî niha) jî hîn li bakurê cîhanê her tarî, qeşagirtî weke cîhaneke xeyalî, romantîk, serûven dane nasin. Di romana Innana ya Xwedewenda Sumeran de jî,  rewşa Bakurê cihanê yanî welatê Rusya û Skadinaviya îroyîn weha tarî, sar, bi tirs, lerz  û xof teswîr dike, dema mirov dixwîne, dilerze, ditirse, dibizde. Di pirtûka Zerdeş Avesta de jî 6 cîhanên cihê hene û  yek ji wan Bakur e. Hemû xerabî ji cîhana bakur tê û li nav mirovan belav dibe. Cîhana Bakur welatê Ehreman e ku ew Xwadê xerabî û fesadiyê ye. - Niha jî li ku be ez heman rewşê dijîm. Zivistana Stockholmê tarî ye, sar e, roj gelek kin û şevên tarî û zilamet û qiyamet gelek dirêj in. Êvar û bi şev dema ez diҫim ber pencera xwe û li der dinêrim hema ew teswîra romana Innana ya dema Sumeran tê bîra min û ez di nav vê teritiyê de bi tenha serê xwe dijîm. Taritiya tenitiyê ji taritî û sermaya cemsara bakur bi tirs û xoftir e. Tenêtî bi xwe tarîtî ye. Tenêtî ji zilm û xeraniya  Erhrman bandortir e. Êskenca rûhî ye.  -

Dema ku êdî li bakur dinya germ bûye û qeşayê dest bi helandinê kiriye, hemû tofan, karasat û babelîsk ji bakur ve ҫûne ser welatê Sumeran. Heta Tofana Nû jî ji bakur ve rabûye, av û lehiyê daye ser welatê Sumeran û welatê wan ҫûm û wêran kiriye. Hinek arkeolog texmîn dikin ku di serdema Sumeran de şiliyeke xurt û demdirêj destpêkiriye û bi hefteyan baranê venekiriye, domandiye weke devê meşkê bariye. Hemû ҫem û newalên li Kurdistanê ji avê tije bûne. Ji jor ve ber bi welatê Sumeran ku li jêrê bajarê Bexdayê  ya îroyîn bûye ne weke lehiyê, weke tsunamiyê pêldaye û herikiye û zinar, teht, kevir, dar, ax, laş, term, qirş û qalan bi ser Sumeran ve ber bi Kendava Farisan ve daye pêş xwe birine. Bajar, gund, avahi nemane. Kêm mirov û heywan ji ber vê tofanê rizgar bûne. Ew jî yên ku li ciyên ҫiya, li ciyên bilind bûne neketine ber vê pêlên Tofana Nûh.  Sumeriyan ji vê karasata Mezin re gotine Tofan. Di ser vê karasata mezin de hezar sal derbas bûne, Cuhiyan bûyerê girtine Tewratê û qet negotine me ji ku girtiye. Nav, naverok û cihê bûyerê guhertine û navê Tofana Nûh lê kirine. Piştre dema Xiristanî hatiye wan jî ji cuhiyan girtine û di Încîlê de bi kar anîne. Musulmanan jî herweha Tofana Nûh ji cuhî û xirîstiyan girtine û formeke din dane wê û navê Tofana Hezretî Nûh lê kirine. Gelo kîjan tofan xerabtir û girantir e?

amedtigris@hotmail.com

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse