Sîstema ax û zeviyan

Di sîstema Osmanî de zevî û ax di nav pênc  çînan (sinifan) an sîsteman de hatiye beşkirin. Ev beşkirina zevî û axê an jî milkiyetê bi hinek guhertinên biçûk ve hîn îro jî dom dike. Ji 500-600 salan ve heta niha di vê warî de reforumên bingehên pêk neanîne û sîstema kevn  li ser navê nûjenkirina Komara Tirkiyê  bi bîne mîneyan  didin domandin. Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de bi kurtî behsa vê sîstema ax û zeviyan bikim:

 

  1. 1.      Mîriye: Mîriye sîstema çîna Osmanî ya yekem e. Weke ku navê wê diyar e, ev sîstem ji bo  mîr, paşa, axa, memûrên dewletê yên payebilind, xanadan û kesên in e. Ax, zevî û mal û milkên  herî hêja û berhemdar li van kes û dem û dezgehên xwedî dewletê hatine parvekirin.  Hîn îro jî gund, deştê bêser û binî, malîkxane rez û bexçeyên bêhed û hîsab di destên van kesan de ne û li ser zêde kirine, kêm nekirine.

 

  1. 2.      Weqif: Weqif dem û dezgehên olî ne. Di bingehê xwe de ew kesên ku mîrasçiyên wan tune ne mal û milkên wan dewrê weqfan dihat kirin. Lê her ku çû sîstema wekfan jî ji rêç û armanca xwe derket û ket destê kesên dewlemend û memûrên dewletê, ew jî nimiya sîstema mîritiyê. Piştî qirkirin û koçbarkirina ermeniyan piraniya mal û milên wan dan ser van weqifan û hinek jî di nav kesên delemend û memûrên dewletê de parvekirin.

  1. 3.      Milk: sîstem an beşê sêyem milk e. Ango mal û milkên xisûsî ku aîdeyê kesan e. Di serî de sînorê van  ax û zeviyan bi awayekî tehmînî dihat diyarkirin. Xwedî milk  dema bixwaze zevî an axa xwe bifroşe, divê destûrê ji dewletê bigire. Xwediyê milk di dema kirîn û firotinê de jî xûgiyeke mezin dida memûran. Herweha baceke giran li ser xwediyê çîna milk hebû. Diviyabû di salê de  ji %10 bacê bidaya dewletê. Dema nikairbû baca xwe bida, memûrên dewletê dest dida ser mal û milên wan. Mirov dikare bêje ev çina gundiyan e. Bac ji vê çîna gundiyan dihat standin û zarokên wan dibirin eskeriyê. Dewlet li ser xwîn û keda wan dimijiya û dijiya. Ma îro jî ne weha ye?

 

  1. 4.      Merûke: Rê, kolan û kuçe, hinek araziyên dewletê dikevin nav vê beşê.  Beşeke tevlihev û aloz e.

 

  1. 5.      Mera: ax û zeviyên qeraç, bejî, naye cotkirin, bêberhem ku ji derî cihê çêra pez tu tiştek re nabe. Li hinek herêman bi kurdî jê re dibêjin berihê gund.  Mera li ser navê gund e, lê dîsa jî ku wek malê dewlet û xezinê be, bêdestûra dewletê kes nikare bikire û bifiroşe..

Niha di van salên dawî de beşeke din jî li ser van pêncan zêde kirin û jê re bi tirkî dibêjin  orman alanı  (qada daristanê).  Di piraniya vê beşa qada daristanê de darekekî şîn jî tune, lê dewlet ji bo ku ji xelkê bigire û statuya wê guhertine, vî navî lê kiriye. Li piraniya Kurdistanê  niha rewş weha ye. Bi vê qanûna qada daristanê dewletê destdaye ser  zevî û milê xelkê û dagîr kiriye.

Tîgrîs /Amed

14.12.2011

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse