Shakespeare jî doz li Osman Baydemir vekir

Shakespeare jî doz li Osman Baydemir vekir

Do êvarê saet di 20.00 yî de, li Navenda Kongreya Zanîngeha Dîclê ya Amedê lîstika bi navê Hamlet ‘’bûn yan jî nebûn’’  promîner lîst. Lîstik ji aliyê 1500 kesan ve hat temaşekirin. Li salona mezin ku cihê 1250 kesan bû cih nema û bi sedan kes li ser piyan nêzîkî du saetan lîstikê temaşe kirin. Cara yekm bû ku li Amedê weha bi girseyekî mezin şanoyeke bi kurdî temaşe kirin. Piraniya temaşevanan xwendekar bûn. Di destpêkê de ez gelek dilşad bûm ku li ciyeke wekî bajarê Amedê ku 1500 kes bi kurdî temaşeyê şanoyê dikin. Bi ser de jî şanoya bi nav û deng a navnetewî Hamletê.

Min bi çavekî nirxandinî ji destpêkê heta dawî li Hamletê kurd temaşe kir. Belê min hem ne carek, çend car pirtûka Hamlet  xwendibû û hem jî li Stockholmê li Şanoya Dewletê lîstika Hamlet temaşe kiribû.

Ez dikarim bêjim ku ji aliyê naverok, senaryo û rejî ve lîtiskên ku min heta îro temaşe kiribû di nav wan de  lîstika Hamlet ‘bûn yan nebûn’  a ku şevê din li Amedê bi kurdî lîstin a heri naverokqels, bêkalîte, tevlîhev û bêaksesuar bû. Derhêner Celil Tokgöz naveroka listika Hamlet guhertiye û qaşo xwestiye wê bi reng û motîvên kurdî bixemiline û bikemlîne, lê mixabin lawitandiye. Hamlet veguhêrtiye lîstikêke Amûda Binxetê. Weke ku li dawetan gundî di nav xwe de şano çêbikin, bûye gilara ber gavanan.  Dik, aksesûawar û kostûm xilt in. Kutik bi îngîlîzî, şalwar bi kurdî ye. An jî cil û bergên Hamlet û apê Hamlet cuda cuda ne. Arîstokiratên Ewrupî cil û bergên Amediyan li xwe kiribûn û bi Mêrdînkî û Farqînkî dipeyivin. Şerbetfiroşê Amedî  ‘yabo’ bû. ‘Ezbeniya’ xulamên axa yên Mêrdînî bûbû axaftina arîstokratên Ewropî.

Di destpêkê de jinek û mêrek li kêleka dikê dabûn rûniştantin û ev herdu weke ku di televîzyonê de bernabeyê pêşkêş dikin; tu têkiliyên axaftina wan a destpêkê bi berhema Hamlet ve tune bû. Ji xwe re bi temaşevanan henek û qırfan kirin. Çi hat devê wan gotin. Yê zilam qaşo rola zilamekî zane de bû û  behsa Hamlet û bûyera bav û apê wî dikir. Ya jin jî rola jineke gundî û nezan dilîst û nizanibû ka Hamlet çi ye, nekaribû navê Hamlet bi lêv bike, behsa çirok û destanên kurdî dikir. Heman jin di perdeya duyem de vê carê bûbû jineke zane, zîrek û di derheqê bûyera bav û apê Hamlet û civaka wan de agahdariyên zanistî û berfireh dida me temaşevanan.

Asta ziman ji asta naverok û hunerê nizimtir û qelstir bû. Ji serî heta dawî bi zimanekî argo û gotinên çêrî bi kar anîn û  Hamlet li salona Zanîngeha Dîclê kuştin. Mirov digot qey lîstikvan li civateke gundê Nisêbînê an jî Amûdê henek û qırfan dikin. Argoyeke weha  ku hezar pê  li gora serxweşên Amûdiyan dixist. Lîstikvaneke sereke dixwest teqlîda Michael Jackson bike. Lê Michael Jacksonê rehmetî li ser dikê carcaran bi nav lingên xwe digirt an jî destê xwe dibir navrana xwe, lê ev ciwamêrê me, ne carek li ku bûya dê destê xwe ji nav lingên xwe dernaxistana. Ji navê berjê dipeyiva, ji navê berjêr xwe dihejand û destên wî di nav ranên wî de bû. Bi kurdiya Hamletî ‘di nav şeqên’ wî de bû.

Stran û muzîk gelek zêde bûn. Herdu keçên ku rolên sereke dilîstin jest û mîmikên wan ne weke  yên jinên ewrupî û ne jî weke yên jinên kurd bûn. Heta ji wan dihat bi dengekî bilind diqiriyan. Stranên ku distriyan ne meqamê Ewropî û ne jî yê kurdî bûn. Ji sedî sed erebesk bû û teqlîda stranên ku di fîlmên İbrahîm Tatlises û Mahzun Kırmızıgul  de tên gotin, bûn.

Lêbelê divê mirov rastiyê bêje û mafê tu kesî nexwe û binpê neke. Ji derî qîrqîra jinan hunerê lîstikvanên din ne xerab bûn. Piraniya wan xwedî hunereke hûr, kûr û bi qabîliyeteke  payebilind bûn. Hezar mixabin naveroka nizm û qels û senaryoya çanda gunditiyê huner û keda lîstikvanan bi ava çemê Dîclê re çû. Belê, çem û çem çû.

Weke tê zanîn li Amedê muxbîr û muxabirên herdu dinyayan jî gelek in û bi nepenî weke kurmûriyan dixebitin. Mala Muxbîr û muxabîran bişewite, herê wele bîle. Bê çawa vê nûçeya lîstika Hamletê bi awayekî lez û bez gehiştandin nivîskarê Hamlet Shakespeare. Jê re fesadî û  pîj kirine û gotine ku li Amedê listikvanên Şanoya Şaredariya Amedê ya Mezin lîstika te ya bi nav û deng Hamlet lîstine, lê lewitandine. Êdî ev lîstika te ya klasîk ji tu jehrekê re nabe.  Bi ser de jî Şaredar Osman Baydemîr piştî lîstikê rabûye li hember 1500 kesan fort û pesnê lîstikvanên xwe daye û dest û devê wan xweş kiriye. Gotiye, ‘Ez çav, dil, ceger, fatereşk û gurçikên  we bixwim we karekî qenc kiriye, bi şerbeta sûsê we Hamletê bênamûs, qeşmer û  tûle rezîl û riswa kir. Aferîm ji we û heft bav û kalê were… ’

Ji ber vê yekê Shakespeare rabûye ji parêzerên xwe yên li vê dinayyê re telefon kiriye û talîmat daye:
 ‘’Hûn jî li ser navê min wekî Tayyip Recep Erdogan, li Osman Baydemir gili bikin ku lîstika min a bi nav û deng Hamlet herimandiye, heqaret kiriye. Ji madeya heqaret û destdirêjiya berhemê dozê lê vekin. Ha copyrighê jî ji bîr nekin!’’

Herweha Shakespeare û Erdogan li hember Baydemir eniya têkoşînê dane destpêkirin. Bi doza Shakespeare  hejmara dozên ku li birêz Osman Baydemir hatine vekirin ji 300 derbas kirin. Bila derbasî be![1]

 

Amed Tîgrîs



[1] Hinek hevalên ku di rejî, senaryo, ziman, karê amadekirina dik û aksesuarên Hamleta kurdî de xebitine, keda wan hene, em peyivin û me vê nivîsê piçek gotûbêj kir. Ew dibêjin ku ‘niha di şanoya nûjen de şêweyê guncanî (uyarlama) heye û mirov dikarê orjînalê biguhêre, çandeke din têkil bike ku  xweş û geş bibe û temaşavan jê swq bigirin….’

Belê, ew xwe bi vê dîtinê diparêzin. Ez jî dibêjim, belê mirov dikare hinek tişt li orjinalê kêm û zêde bike, lê bi wî reng û mercî ku orjinala berhemê wenda nebe û di bin sibera qerfan de nemîne.

Min vê nivîsa xwe ji Azadiya Welat re şand ku çap bikin, mixabin ne bersiv dan min û ne jî çap kirin. Lê çend nivîsên ku pesnê Hamleta kurdî didan hatin çapkirin.

Heman nivîs di malpera Diyarname de jî bi sernivîsa  ‘Shakespera bi kurdî çem û çem çû!’ hat weşandin.

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse