ŞÊX HÎS BI TE RE BÎ!

Li gor ilmê Şêxê Kûtê û Şêxê Eynter (Apê Musa), li Stilê  hertişt tê gotin û hertişt tê nivîsandin.

Deryê mala Tahlo, berê wî li Derxanê bû, ango meydana gund..

Di hewşa xwe de tenûr danîbûn û xatûnên gund li vir nanê xwe dipêjandin. Carna li ser dorê an jî xalên din diketin qirqa hev û ji hev re gotin digotin.

Yekê ji ya din re digot:

”Berçem kê!”

Ya din lê vedigerand û digot:

”Bersênç kê!”

Gotinên wan pir kin û zelal bûn.

Gava ku yekî navser an jî rûsipîyê gund dibû şahidê gotinên van xaniman, ew şîret dikirin û  ji wan re digot ;

”De bêbextîya li hev nekin!”, pewçûn diferikî û herkes bi karê xwe radibû.

Ica, pevçûna serok wezîrê Tirk Recep Tayib Erdogan û serokê Komara Fransayê Nikola Sarkuzy gelekî dijwartir e.

Nikolaq Sarkusy  li hespê Bonapart siwar bûye û dibêje:

” Hûn bi gotina min nekin, bine ha..!

Ew ne tenê zirta dike her wiha  qanûnekê jî derdixe. Li gor qanûna wî- ya ku biryara dawî dê nêzik bête girtin- yê qirkirina ermenîyan înkar bike dê cêzayê wan giran be. Em ceza li alîyekî deynin lê ciwamêr rast dibêje. Dewleta Elî Osman ”fermana fileha derxistibû, berya sala berfa sor, di serdema Şerê Cîhanê yê Yekem de.

Recep Tayib Erdogan yê hin newêre ”fes” a Elî Osman bide serê xwe, dide serê yaverên xwe û TRT de peymanên berê yê navbera dewleta Elî Osman û Fransa de ji Nikola Sarkuzy re dixwîne. Barbarî û kolonyalizma Fransa ya li Aljerîyê di bîra wî tinê. Kitêbên xwe li ber deryê xelkê datîne ser hev. Hindik maye li merşa Mehter bide.

Lê fêde nake. Lewra wan kiteban hingî derew kirine û hingî nerastî gotine, hew kes ji wan yekin dike û dê çima ji Recep Tayib Erdogan  bahwer bikin.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayib Erdogan pê dihise ku qeweta wî nagihê Serok komarê Fransa Nikolas Sarkuzy, îca serî li rê û rêbazên din dide. Sererkan û erkanên xwe li dora xwe komkirine, tirkên li Fransayê dijîn xistîye dewrê. Kes ne wan digre, ne avê davêje wan, ne gaza îsotê li wan dibarîne û jî komelê wan ser û binî hev dike.

Gotinên xwe yê berê li ser karton û çapên nivîsiye û li kolanên Fransa  durişmên wî dibejin;

“Bila dîroknas dîrokê lê kin”. Hwer cara ku li serokwezîrê Tirk teng dibe van gotinan dibêje.

Cardin çerxa felekê li gor dilê dewleta Misto Kemal doş nebû. Li gor dinyayê serokwezîrê vê dewletê û terîqeta xwe gelekî dereng mane.

Mirov li her bajarekî Fransayê dikare li şopa qirkirina ermenîyan rast bê. Li her gund û bajarekî Kurdistanê, xismekî kurdan,  yê bi eslê xwe ermenî heye. Kurd baş dizanin çi bi serê ermenîyan hatîye.

Ji bo dîroknasên cihanê jî, ji xwe  qirkirina ermenîyan xalek diyar û zelal e.

Recep Tayip Erdogan dibêje:

”Sarkusy pirsgirêka ermenîyan ji bo armanca xwe ya hilbijartinê bikartîne.”

Serokwezîrê tirk rast dibêje. Birêz Recep Tayib Erdogan û birêz Nikola Sarkuzy bi teşqele, fen û fûtê hevdû çê dizanin. Ma ne ji xwe, hevalên hev in wî. Sî… Evet..

Ma weha dibe, hema cihê tu bixwaze biçî, beyî ji kurdan bipirse. Binêre em hew di ser te re tên, ger xelk li texin ha! Loma me jê têr xwar. Rê ji gazinan re nemaye.

Em dizanin ku tu û dewleta te  hez ji me nakin, lê em cîranên hev in.Tecrûban, kurd hîn kirine bê ka qirkirin, qetliam, mafê mirovan û netevan çi ne?

Ger nêta te hebe, kurd dikarin te hinekî perwerde bikin, berya ku cenabê te derkevî dinyaya mezin.

An jî, tu dizanî, ji qewlê binxetîya we ; ”Şex Hîs bi te re bî!”

 

Seyidxan Anter  /Swêd

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse