Sersal

Ciwanên gund li binê Dara Zîyaretê civiyabûn; ketibûn nîqaşên bê ser û ber. Lewra îro sal diqediya û salê cihê xwe didan sala nû.Gere îşev şahiya sersalê li dar bixistana. Şêwr û mişêwra wan li ser şahiya îşev bû. Dixwestin sala nuh ji her salên din xweştir pêşwaz bikin.

Serokciwan:

- Gere em bûk û zava çêkin. Ji bo zava em kî bin dibe; dibe ne xem e.Lewra em ê zava hinek kal bikin; ji hiriya spî rî û simbêl çêkin, serê wî bi ard gewr bikin. Lê ji bo bûkê keçeke bedew lazim e. Em ê kê bikin bûk? Serkar:

-  Ji bo bûkê, ez keça kirîvê Mano Kristînê difikrim. Ji Kristînê rintir di darê dinê de keç tun  in. Jêhat:

- Em ê bi çi  awayî ji mamê Mano re bêjin û wî pê qayîl bikin? Rûzêrîn:

- Em û ew cîranê hev in; ez ê ji xalta Marê re bêjim. Xalta Marê pir henûn e, ê me neşikîne.Serokciwan

- Apê Mano jî ji sersalê zehf hez dike; ê dil bike ku keça wî bi me re tevlî şahiya sersalê bibe.

Dema roja zivistana lewaz xatir ji gund  xwest û tariya êvarê ket ser gund; Kristîna bi çavên xwe yên kilkirî, bi dev û lêvên sor, bi porê xwe yê reş ê mîna marê reş ê nav dîbê,bi  bejn û bala xwe ya xemilandî  hat nava ciwanên gund.Krîstînayê bi dengekî bixwe ewle got:’’Ez amade me.’Gere zava jî li gorî rindiya bûkê bûya.Xortê gund ê herî xweşik û çeleng, Jêhat hat hilbijartin.

Di berêvarê de xort û keç, li mala xalta Marê civiyan. Bûk xemilandin.  Zava amade kirin; rih û simbêl ji hiriya spî ya wek berfê çêkirin.Porê wî arvan kirin.  Xalta Marê:

-De hadê xort û keçên min ê delal! Ez we bibînim; sala kevin bi xweşî birêkin, sala nû jî bi coş û peroş pêşwaz bikin.Bila sala nuh ji me razî be. Ji me re xweşî, başî û bextewariyê bîne.

Bi destpêka şevê re ciwan ji mala apê Mano derketin û bi Taxa Jor de meşiyan.Tariya şevê bi derketina hîvê re vegeriyabû roniyê. Roniyeke xweş û zelal.Hîvê  ronî didan berfa ku îro heta êvarê barîbû pirtir dibiriqand.Bûk û zava ketibûn milê hev,li hêla çepê bilûrvan,li aliyê rastê jî daholvan û girse li pey wan,dengê bilûr  û defê tevlî dengê dûrikê berbûyan dibûn û gund dilerizandin.Girse bi vê helahelayê ve gihîşt mala xalê Berfo.

Xalê Berfo berê serokê ciwanên gund bû.Ciwanan gotin: ‘’Ked û emega wî li ser me hemûyan heye.Divê em berê wî ziyaret bikin û dilê wî xweş bikin.Xan û mana wî şeng bikin.’’ Xalê Berfo deng û awaza wan çawan bihîst rabû ser xwe bi hêz bi laqî  wan de hat.Dema xortaniya xwe û şahiyên berê bi bîr anî û ji zava pirsî:

- We vê keça rind ji ku peyda kir, gelo di gundê me de keçên ewqas rind hene? Serokciwan:

- Belê apê Berfo keçikên gundê me tev, bedew in. Bûk jî keça apê Mano ye. Xalê Berfo:

-Xwedê rindiya wê bêdawî bike.Got û bi destê bûkê girt û dawetî hundir kirin. Oda xalê Berfo bi dengê def û bilûrê dihejiya. Apê Berfo desmala kesk û sor li ba dikir û dîlan digerand.Bi kêfa dilê xwe di serê govendê de reqisî heta ku girse westiya.Piştî ku xort û keçan govend betal kirin, xalê Berfo bi destê hevala xwe girt û rakir reqsê.Ew hevjîna xwe bi saetan reqisîn. Ciwanan ji wan re li çepikan dixist û ew reqisîn heta ku xwîdan di ber lingên wan re avêt. Serokciwan xatir ji xalê Berfo xwest û girse  ji malê derket.

Alaya şahiyê berê xwe qiyame kir û ber bi şikeftan ve giran giran mîna çemê Dîcleyê bi nazenin di nav bêdengiya şevê de diherikiya.Malên ku li ser riya wan bû, tev ziyaret dikirin û ev çîvanok digotin.

‘’Serê salê binê salê

Xwedê bereketê bike malê

Serê salê binê salê

Xwedê kurek bide bûka malê.’’Dengê wan tev li dengê def û bilûrê dibûn; li dîwarê malan diket û bi ser wan de vedigeriya. Elaleta şahiyê mal bi mal digeriya; bi stran û govenda xwe gund şên dikirin. Di rêzê de mala xalê Semîr hebû. Xwestin ku li derî xin; lê zava nedixwest ku here vê malê; lewra navbera van her du malbatan tune bû.Di nav wan de dijminatî hebû û bi salan bû ku bi hev re nediaxiviyan. Jêhat:

- Ji mêj de ye ku em bi hev re naaxivin.Em ji bav û kalan de neyarê hev in.Ez naxwazim di deriyê wan re têkevim hundir. Serokciwan:

- Hevalê hêja! lê dibe ku em di ser mala apê Semîr re bibihurin derî lê venekin û hal û demên wî nepirsin? Ev hewl ji me re dest nade. Dêmgul:

- Em gundî tev wek malbatekî ne; em hemû ji hev re heval û hogir in.Şaşitiyên ku mezinên me kirine gere em nekin.Em cudatiyê nekin û herin tewayê malan. Kristîna:

-Ez jî dixwazim herim mala xalê Semîr. Di pey van gotin de alaya şahiyê,pihêt tev û def û bilûrê ket hundir. Seokciwan bi destê xortê malê girt û destê wî kir nav destê zava. Bûk , zava û Kendal li ber dahol û bilûrê govend girtin heta ku westiyan.

Her kes bi vê lihevhatinê kêfxweş bû.Nemaze jî xalê Semîr û hevsera wî. Xalê Semîr berê xwe bi ciwanan de kir û got:’’Ê ku me mezinan di sed salan de nekir; we ciwanan îşev kir; êdî neyartî qediya, dostaniya mayende ê dest pê bike.’’ Kurê xalê Semîr Kendal Jî tevî alaya şahiyê bû û tev derketin derve.  Derve pir sar bû; berfê erd spî kiribû mîna cawê çitexas erd pêçandbû; berf ji erdê metrokî bilind dibû. Vê sar û seqemê hukim li alaya sersalkan nedikir; lewra wan li mala xalê Semîr cemîle xwaribû; xwîn û hinava wan germ bûbû.

Bûk û zava ligel dahol û bilûrvan dimeşiyan; , li pey wan jî elaleta şahiyê bi dengê def û bilûrê û bi awazên stranên wan gund dihejiya. Hatin bi ser qelaştoka brûskê de sekinîn. Îsal di yekê gulanê de, brûskê erd qelaştibû û mîna şikefteke bêbinî vekiribû; kesî/ê nizinibû ku kûrahiya wê çend metro ye.

Govend li ser vê rastê xweş û geş bûbû. Di demeke ku her kes bilî govendê bûbû û haya kesê ji kesî nemabû, berfa binê lingê Krîtînayê qelişî û bûk di şiqarê re cûmî qelaştokê bû. Hundirê qelaştokê kûr wek bîra bêbinî, tarî û zelemat ; wek şeva payîza dereng bû.

Xof ketibû canê Krîstîna û mîna tûra nav avê diricifiya. Li jor dengê Jêhat di guhê wê de diçingiya:’’Lez kin, bilezînin! werîs û kindir werînin; em bi hev xin û ez xwe bavêjim binê şeqarê, xwe bigihînim bûka delal. Krîstîna ji alîkî de ditirsiya û direhiliya, ji hêleke ve jî guhê xwe bel dikir û bala xwe didan dengên ku ji jor de dihatin. Kurtejîna wê mîna sîdiyeke ku di vê şeva hanê de hatibû qeydkirin, di ber çavê wê re bi lez derbas dibûn. Zarokatiya wê lîstikên wê yên bi bebikên porzer û çavşîn re, di cejnê de hêkên bi rengê sor boyaxkirî wê û keçên wek wê diqeşaltin û bi nanê tenûra binê tihokê dixwarin.Krîstana bi dengê Jêhat, li xwe varqilî û ji nav gelî û newalên xeyalan derket.

Jêhat:

- Hevala delal! Em pir tirsiyan ku tiştî bi te bibe. Kendal:

- Xwedê li riyê me nêrî ku tu  silametî û ji vê belayê rizgar bûyî. Jêhat:

- Hadê! zû bike. Werîs li nava xwe girêde û bi diyar bikeve, heval tev bêsebir li benda te ne.

Dema ku Krîstîna bi diyar ket, tevahiya girsa sersalokê bi kêf û coş dest bi stranê kirin. Dengê strana wan bi ser gund ve li Binê Bostanan diket û paş de bi ser wan de dihat û li Diyarê Gund belav dibûn…….

Çinar 26 sibat 2010                        

Selahattîn ÇAM

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse