Şerê ku ev 1380 sal in dom dike

 

Şerê Irak û Suriyê bi gotina olî şerê şîî/elewî û sûniyan e. Bi gotina sîyasî berdewamiya şerê Emewî û Ababasiyan e. Weke ku tê zanîn û bîranîn di sala 632an de, li bajarê Seffînê di navbera Elî û Muawiye de şerê desthilatdariyê (textê xîlafetê) dest pê kiribû û bi awayekî pratîk dewleta îslamî bûbû du beş. Elî bajarê Kuffê û Muawiye jî bajarê Şamê ji xwe re kiribû paytext. Demek bi şûn ve aliyê Elî  her çiqas Bexdayê ji xwe re kirin paytext jî, lê bi serneketin. Desthilatdariya îslamî ket destê Muawiye û herweha Emewî bi ser ketin. Bajarê Şamê bû paytext û navenda Emewiyan.  Muawiye di dema desthilatdariya xwe de zilmeke dijwar û mezin li Ababsiyan kir. Ji bo ku Abbasî desthilatdariya dewleta îslamî bi dest nexin her cureyên xerabiyê bi  kar anî.

Muawiye berî ku bimire wesîyeta xwe kir ku di şûna wî de lawê wî Yezîd bibe xelîfeyê dewleta îslamî. Derdo dora xwe da sonxwarin ku divê xelîfetiya Yezîd qebûl bikin. Piştî mirina Muawiye li Kerbelayê di 10ê cotmeha sala 680î (bi hîcrî di 10ê muharrema 61ê) de  vê carê li ser textê xelîfetiyê di navbera kurê Elî Huseyn û kurê Muawiye Yezîd de şer derket. Yezîd bi hêzeke mezin der dor li Huseyn û hevalên wî girt û  Huseyn û gelek hevalên wî kuştin û serên wan jê kirin. Malbata wî jî dîl girt. Yezîd bi awayekî dirinde komkujiya Kerbelayê  pêk anî . J wê rojê heta niha şer, dijberî û pevçûna di navbera sûnu û şîî/elewîyan de dom dike. Carcaran sist dibe û carcaran jî xurt dibe.

Piştî 118 salên desthilatdariya Emewiyan, di sala 750î de Abbasiyan (sûniyên aliyê Elî) êrîşî ser paytaxtê Emewiyan ango bajarê Şamê kirin û bajar girtin. Abbasiyan  soz û peyman dan ku tu Emewî li rûyê erdê nehêlin û hemûyan bikujin. Toala (heyfa) Elê, Huseyn û zilm û zora 118 salan bigirin. Bi hezaran Emewî kuştin. Xelîfeyê Emewiyan ê dawî  ji ber xof û zilma Emewiyan heta Endulusê (Ispanyayê) revî. Abbasiyan komkujiyeke mezin pêk anî.  Dîsa jî dilê wan rehet nedibû, rabûn li Şamê hestiyên xelife û mezinên Emewiyan ji gorên wan desxistin û dan ber çakûç û keviran. Agir berdan hestiyên wan. Li hestiyên wan mîstin.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û duyem welatên împeryalîst  dema xwestin nexşeya siyasiya Rojhilata Navîn ji nû ve bikşînin nikaribû pêş li wî şerê Abbasî  û Emewiyan bigrin. Welatên împeryalîst li gorî berjewendiyên xwe nexşeyeke bi dilê xwe çêkirin û li gorî wê bi malbatan dewletên biçûk ava kirin. Lêbelê îro ew nexşe ne li gorî olî û ne jî li gorî siyasî dimeşe. Ji nexşeya Rojhilata Navîn re destkariyekî nû divê. Sîstemên heyî yên Rojhilata Navîn xitimîne. Nikarin weke berê bi darê zorê şîî/elewî û Sûniyan di nav heman sîstem û dewleteke yekpare de bigirin. Ji sedemên şerê li Iraq, Sûriye, Lûbnan, Suriye û heta  li Tirkiyê yek jê  ev meseleya nû û şîî/elewîyan e.

Ji ber ku Arabistana Suûdî, Qtar û Tirkiyê sûnî ne, dixwazin li Sûriyê desthilatdariya şîî/elewî (nûsayrî) bixin û di şûna wê de desthilatdariya sûniya pêk bînin. Tirkîyê hem ji bo xistina şîî/ewlewiyan û hem jî ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî statuyeke siyasî raste rast têkildar dibe. Tirk dixwazin bi kevirekî biçûk du çûkên mezin bikujin. Lê ji niha ve kevira tikran li serê erebên şîî/elewî ket  lê di bin guhê kurdan de derbas bû, li kurdan neket û bi paş ve zivirî çû li eniya xwediyê xwe ket. Kurdên Rojava (Sûriyê) ji niha ve desthilatdariya xwe bi dest xistine, herêma xwe bêşer û xwîn bi girtine. Lêbelê li ser vê rewşê dewleta tirk Sews û har bûye û nizane çi bike.

Li Rojhilata navên şerê di navbera sûnî û şîî/elewîyan de ne şerekî weha biçûk e ku bikaribe li hev werin. Li cîhanê di dîrokê de şerê herî dijwar û dirêj e. 1380 sal in ku ev şer dom dike û weha xuya ye de bi gelek sed salên din jî dom bike. Sûnî û şîî/elewî  tucarî nikarin di nav dewleteke yekpare de bijîn. Ev ji bo hilweşîna statuya Rojhilata Navîn sedemeke sereke ye. Ji bo me kurdan ev jî fersendeke mezin e ku statuyên Rojhilata Navîn werin guhertin û di statuyên nû de cihê kurdan jî hebe û heye jî. Do li Îraqê weha bû, îro li Sûriyê weha bûye û sibê dikare li Îran û Tirkiyê jî weha bibe. Lî Tirkiyê piraniya elewiyan kurd in û bi awayekî gelemperî bi sîstemê re ne û kemalîst in. Lê beşeke girîng jî bi tevgera azadiya Kurdistanê re ne. Bi baweriya min rojên xweş, geş û ronahî li pêşiya me kurdan in. Roj ji rojhilat ve derdikeve, û piştre tê rojava û bakur. Niha roja kurdan ji rojava ve derketiye û di rojhilat de diçe ava. Ecêba  giran.

amedtigris@hotmail.com

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse