Şerê hundirê min

Bêçaretiya salên xwe

bi êşa rondikên ferişteyan re

parve dikim

qêrîna hestên piştxûz

li ser lingên giyan bûne barekî giran

nizanim

ava jiyana min ber bi ku ve diherike

şerê hundirê min

di kemînên bagera demê de

têkçû

bêhntengiyeke sar

xwe li laşê hevokên şikestî

pêçaye

tîrêjên rojê

di keserên henasa min de

serxweş bûn

xwîna çaxên genî

dipale ser kezeba çarenûsa min

di giyana rojên qurmiçî de

avhewaya demsala pêncemîn dijîm

çîroskên pîzota evînê

di agirdanka dilê min de

diperpitin

îskeîska rabirdûyên xwe

bi fîncana qehweya tîr re

dadiqurtînim

her şev bi gavên sistopisto

li qeraxa xeyalên mirina serserî

çerx dibim

nemerdan

di mêjiyê min de tora bêbextiyê

hûnandin

jiyan dikeve xewa şîrîn

ez li nav axîna nivînan şiyar dibim

giraniya toza serpêhatiyên jankêş

daketiye ser kalpaxên çavên xunavgirtî

laşê min

ji ber tirsa teşqeleyên minafiqan

dilerize

şaxên felsefeya gerdûna min

rengrengîn e

ji pêsîrên kaniya xemkêş

cewhera şadiyê dinoşim

di riya bêhêvîtiya qederê de

hespê boz radikim pêdarê

min

cil û bergên sînoran ji xwe kirin

bes cîhan li bedena xwe pêça

 

Xizan Şîlan

2011-10-01

Stockholm

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse