Sendroma Stockholmê û kesayetiya ketî

Ҫîrok û dîroka Sendroma Stockholmê di zanista civaknasiyê de bûyereke nû  ye. Di heman demê de têgeheke girîng û balkêş e. Gelo ev çîrok û dîroka Sendroma Stockholmê çi ye? Ev têgeh ji bo çi û çawa tê bikaranîn?
Di 23ê tebaxa sala 1973an de bi navê Jan Erik Olsson kesekî Stockholmî bi çek û teqemenî dikeve nav bankayê û bi dengekî bilind diqîre, ”divê her kes xwe bavêje erdê.” Di heman demê de rê dide ku mişteriyên bankayê derkevin der. Panîk dikeve nav mişterî û personerlên bankê bi mişteriyan re çend personelên bankayê jî ji salona bankê derdikevin der. Şêlanker sê personelên bankê rehîn digire û  çend gule ber dide bin baniyê bankê.

Polîs sê deqîqe paşê digêhe cihê bûyerê û şêlanker polîsekî birîndar dike. Polîs bi Jan Erik Olsson re dikeve nav têkiliyan. Jan Erik Olsson daxwazên xwe weha bi rêz dike:

  1. Divê polîs havalê min ê li girtîgehê  Clark Olofsson ji girtigehê bîne cem min.
  2. Mîlyon û nîv kron û mîlyon û nîv dovîz amade bike û bide min.
  3. Erebeyeke mustang (erebeya ku herî zû diçe) bîne devê deriyê bankê park bike ku ew û hevalên xwe Clark lê siwar bin û ji wir birevin.
  4. Polîs li herêma bankê nemîne.

Heman rojê danê êvarê polîs Clark Olofsson ji girtîgehê tîne û ew bi rê dike cem Jan Erik Olsson.  Piştre mîlyon û nîv kron dikin çenteyekê û didin şêlanker Jan Erik Olsson. Erebeyeke mustang jî tînin li ber deriyê bankê park dikin. Herweha sê daxwazên şêlanker bi cih tînin, lê polîs ji derdora bankê bi dûr nakeve. Polîs dixwaze ku şêlanker hersê rehîneyan yek bi yek bîne ber derî ku wan bibînin sax in an na. Jan Erik Olsson yek bi yek hersêyan jî tîne nîşan dide ku sax in.  Jan Erik Olsson dibêje ku ” heke hûn çembera polîs ji derdora bankê ranekin ez ê bankayê bi xwe, hevalê xwe û hersê rehîneyan ve bifrînim hewa.

Nîvê şevê li hundirê bankê dengê teqînê tê. Tê fêmkirin ku kaseyên bankê teqandine. Nîvê şevê Jan Erik Olsson ji serokwezîrê Swêdê Olof Palme re telefon dike û jê daxwaz dike ku polîs ji derdora bankê vekişe ku ew bikaribin derkevin û herin. Olof Palme daxwaza wî qebûl nake û dibêje ”ev ne mumkun e. Lê ku tu hersê rehîneyan serbest berdî, wê demê ez dikarin di şûna wan de werim bankê û bibim rehîne.”

Jan Erik vê carê ji rojnameya Dagens Nyheter re telefon dike û daxwaze xwe ji wan re dibêje. Sibehtirê Dagens Nyheter cih dide axaftin û daxwazên ku Jan Erik Olsson di telefonê de li gel rojnameyê kiriye.

Xelk bi xwendina rojnameyê re li derdora bankê dicivê û li dij tundiya polîs radiweste. Berteka (reaksiyona) xelkê ew e ku polîs 1,5 kron ji jiyana sê kesan qîmetir digire. Divê xelkê ji Jan Erik Olsson nefret bikira, lê xelk bi awayekî sempatî li daxwazên Jan Erik Olsson dinêre.

Polîs di baniya bankê de queleke vedike. Di wir re pêş xwarin û vexwarin didin hundir. Roja 28ê mehê saet di 21.28an de polîs di wê qulika banî re gaz dipijqîne hundir û di dawiyê de herdu şêlanker çekên xwe davêjin û teslîmê polîs dibin.[1]

Di vê bûyera han de hem li hundirê bankê di navbera rehîne û şêlankeran de û hem jî li derî bankê di navbera gel û şêlankeran de diyalogên baş pêk tên. Ev bûyer di dîroka sosoyolojî û psîkolojiyê de dibe îbreya wijdana mirovan. Nefret vedigere dilovaniyê û dijminê duhî dibe sempativanê îroyî.

Di rojên îroyî de wateya vê bûyera sosoyolojîk hinek din jî hatiye guhertin. Sendorma Stockholmê ji bo ew kesên ku ji dijminê xwe hez bikin tê bikaranîn. Ji dijminê xwe hezkirin helwest û şêla herî xerab e. Bêkesayetî û rezalet e. Kesayetiyekî ketî ye.

A. Tîgrîs



[1] Jan Erik Olsson 10 sal ceza digire û piştî 8 salan ji girtîgehê derdikeve, mala xwe bar dike û diçe li Taylandê bi cih dibe. Clark Olofson sûc li ser sûc dike û heta van salên dawî li girtîhan dimîne.  Girtîgeh dibin mala wî.

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse