Sedemên Şanzo Panzobûna Erdogan

Recep Tayyîp Erdogan çima weha har û hêç bûye?

Vê enerjî, sînerjî û hêzê xwe yê şer û şerxwaziyê ji kê digire gelo?

Ji serokê Amerîka Mister Barack Obama digire.

Dema ku destê Obama li piştê be, êdî kes nikare pişta Erdogan bide erdê. Te dît demê berê ku kurdan dua dikirin û digotin: “Hoy destê şêx li pişta te be.”

Niha jî “Hoy  destê Obama li pişta te be!” dibêjin.

Destê Obama ji destê şêx xurtir, xêrtir, bereketir û dirêjtir e.

Serokê Amerîka Mister Barack Obama her meh vî destê xwe yê pîroz (!) li pişta Erdogan dixe. Pişta Erdogan weha saxlem û zixm bûye ku sed topên qazan lê bikevin, tu qul lê nakeve.

Amerîka û Obama jî weha belaş melaş dest li pişta Erdogan û kesekî din naxin, ew har û hêç nakin û bernadin meydanê. Obama û Amerîka ji bo ku projeyên xwe yên Rojjhilata Navîn pêk bînin, dîzayneke nû bidin cografya Rojhilata Navîn, hewcedariya wan bi Şanzo Panzoyekî wek Erdogan heye. Ew baş dizanin ku Erdogan û dewleta Tirkiyê ji bo ku doza kurdan bi sernekeve, dikarin her tawîzî bidin û hetagogtineka wan nekin du. Lê bi şertek ku li Îraq, Îran, Suriye û Tirkiyê tu mafeke demokratîk û netewî nedin kurdan, kurd nebin xwediyê statuyeke heri teng û biçûk. Erdogan û AKP di vê guman û tatêlê de ne ku heke li Suriye jî kurd mafê xwe yên netewî û demokratîk bi dest bixin, li wir Başûrê duyem tê avakirin. Heta ji bo Erdogan, AKP û dewleta wan li Suriyê rewş ji Başûr xerabtir û bivetir (xetertir) dibe. Li Başûrê Rojava hêza herî bi rêxistin û mezin a PKK ye. Wê demê li wir PKK dibe hevkar û hevparê dewleta Sûriyê. Ne dûrî aqil e ku di rewşeke weha de kurdekî ji Başûrê Rojava wekî Celal Talabânî ew jî li Şamê bibe serokkomar. Nebe serokkmar jî taqez dê kurd di hukumeta Şamê de cî bigirin û roleke mezin û girîng bilîzin.

Piştre li Rojhilatê Kurdistanê jî PJAK heye. Di demeke nêzîk de dikare rejîma Îranê jî were hilweşandin. Di proseseke weha de, li wir jî PJK gelek xurt û di nav desthilatdariya ku li Îranê were avakirin, dê PJK roleke aktîv, sereke û girîng bi dest bixe.Ya star! Li Tahranê jî dikare kurdekî bibe serokkomarê Îranê. Wê demê “dewleta Tirk a dawî” dikeve nav toqa kurdan a ji agir. Heger ev plan û proje pêk werin, wê demê  li Tirkiyê jî riya siyasetê li ber Abdullah Öcalan vedibe. Wê demê taya mirinê Erdogan û AKPê digire.

Ji bo ku rewşeke weha neye holê û Erdogan û partiya xwe AKP nekevin nav vê toqa kurdan a agirî, ji Şanzo Panzotiya Don Kişotê amerekî (Obama) re “evet” (belê) dibêjin. Ev Don Kîşot ne ew Don Kîşotê Îspanî ye ku êrîşî aşên bayê dikir, ev rebenê ha amerîkî ye û ji tîhbûnê lêv lê terikî ne, qirik lê zuwa bûye, bînh lê çikiya ye, hêz di jinûyên wî de nema ne. Bêmirad ji hal ketiye. Loma ew li Rojhilata Navîn êrîşî bîrên petrolê dike.

Helbet Don Kişot jî, ji vê daxwaza Şanzo Panzo re “ok” dibêje. Û soz û peyman daye ku Erdogan ji tofana Nûh xerabtir jî bine serê kurdên bakur, dê Obama û rêvebirên xwe çav û guhên xwe lê digirin. Heta ji destê wan were hem ji aliyê polîtîka der û hem jî ji aliyê polîtîka hundirî ve piştgirî û alîkariyê didin Erdogan û AKP.

Ji ber payedayîna Şanzo Panzobûnê Erdgan har û hêç bûye. Li hundir berî hemû hêzên polîs, esker, dadger û parêzgerên xwe dane tevgera azadiyê. Li çiya bombebaran e û li bajaran qirkira siyasî dom dike. Li der jî rojê dewletekê ji xwe re dike hedef. Tirpêr İsraîl, pêr Suriye, do Îran û îro jî Fransa ye û sibê dikare dewleteke din be. Şanzo Panzo qeşmer û mizdanekê Don Kîşot e. Niha zira kerê Şanzo Panzo hatiye ku ji nîşka ve ji binê wî bazde, Şanzo Panzo dikare ji kerê bikeve. Ku ji kerê ket dê zarokên Amed û Çolemêrgê baş pê bikenin.

Amed Tîgrîs

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse