Satrapî û satrapavan

urfa kapiReng e ku ev du gotin (term) ji me re biyanî bin. Ev jî ne seyr e. Ji ber ku dîrokeke wan a 2600 salî heye. Lê parkîta (paşpirtik) ”van” gelek nas e û em ji nêz ve dinasin. Eger ne ev parkît be em dê çi bêjin ji bo şivan, gavan, golikvan, berxikvan, bilûrvan û rojnamevan.

 Yekemcar ev her du gotin (term) ji aliyê medan ve di warê siyasî û hiqûqî de hatine bikaranîn. Piştî ku desthilatî ji destê medan diçe û dikeve destê binemala haxamenişiyan b.z. 559, Kûrûş him van terman û him jî vê sîstemê digire û didomîne.

 Berî kuştina Kûrûş b.z. 530 di şerekî li rojhilatê deryaya Xezerê de, tixûbên keyîtiya (împaratoriya) Kûrûş ji rojhilat ve ji Pencabê û li rojava jî heta deryaya Egeyê mezin bûbû. Keyîtiya Kûrûş bi 20 satrapî (eyalet, parçedewlet) yan hatibû dabeşkirin. Her satrapiyekê ji aliyê satrapavanekî (satrapvan) dihate birêvebirin. Satrapavan di warê leşkerî û sivîl de xwedan desthilatiyeke mezin bû. Bi tenê li pêşberî key berpirsiyar bû û ji aliyê keyî ve dihate kontrolkirin.

Ji bo satrapavaniyê jî giregirên medî, farsî û ji malbata Kûrûş, haxamenişiyan dihatin erkdarkirin (tayîn kirin). Ev di heman demê de ji bo endamên malbata keyî hînbûn û xwe amadekirina textê desthilatiyê bû.

 Li ser forma birêvebiriya satrapiyan agahdariyên berfireh li ber dest tune ne. Lê tiştê ku tê zanîn, satrapvan xwedan desthilatiyeke sîvîl û leşkerî bû. Qanûnên satrapiyê hebûn û li ser wê jî qanûnên keyîtiyê hebûn. Ji derî wê jî desthilatiya navendî ji adet û mafên şêniyên satrapiyê re rêz digirt û destkarî nedikir.

 Gotineke pêşiyan heye ku dibêje: Di bin tava rojê de tiştekî nû tune ye. Mebest ji vê yekê ev e ku her tiştê ku nû dixuye, xwedan paşzemînekê ye.

 Ev nêzîkî sed salî ye ku ev mijar di rojeva kurdan de ye û her ku diçe gotûbêj li ser van mijaran geştir dibin. Ji destpêka sedsala 20î û heta dawiya wê ademî merkeziyet (desantralîzasiyon), xudmuxtariyet, otonomî, federasiyon û hwd ji rojeve kurdan neketin.

Bêguman di dilê kurdan de hêviya serxwebûnê tu carî venamire. Lê heta wê rojê jî, ji bo garantî û mîsogerkirina mafên kurdan ên neteweyî û demokratîk hin pergal û model hene.

 Modela li başûrê Kurdistanê satrapiyeke nûjen e. Her çendî ku em di şûna satrapî de bêjin, herêm û di şûna satrapavan de bêjin, serokê herêmê.

 Niha jî dewleta Tirk li ser pirsa kurdî ne ji dil be jî, dixwaze hin gavan bavêje û li şêwe û modelan digere. Eger hukumet û dewlet ji dil bixwazin pirsê çareser bikin mînak çi di heyama em tê de û çi jî di dîrokê de, gelek in.

 Bo nimûne hemû bajarên Kurdistanê satrapiya Kurdistanê pêk bînin, kurd satrapvanekî/ê hilbijêrin. Ziman kurdî, jiyan kurdî. Mafên hindikahiyên netewî û olî bên garantîkirin. Pergaleke parlamentarîst û pluralîst dê lê hatî be.

 Di dawiyê de em dikarin li termînolojiya sîyasî û hiqûqî ya kurdî du terman zêde bikin. Satrapî û satrapavan.

Robîn Rewşen
3ê çiriya paşîn, 2009

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse