Salvegera şewitandina Licê

 Îro  (22.10.2012) salvega şewitandina navenda Licê bû. Weke tê zanîn di 22. 10.1993an de navenda Licê ji aliyê dewletê ve hatibû şewitandin. Hêzên dewletê bi dehan kes şehîd kiribûn û di navbera 48 saetan de bi darê zorê 10.000 licî ji Licê koçber kiribûn.  Îro li şaredariya Licê roja bîranîna şewata Licê bi paneleke hat yadkirin. Parlamentera kurd Emîne Ayna û Amed Tîgrîs weke panelîst beşdarî panelê bûn. Em axaftina Amed Tigrîs li jêr diweşînin:
Licê weke herêm gelek kevn e, dîroka avakirina navend a navçeyê naye zanîn. Kes nizane  ka kengê navenda Licê hatiye avakirin.  Lê guman tune ku Entax navenda herêmê bûye û xelkê navenda Licê ji wir hatine li cihê Licê ya îroyîn bi cih bûne. Şerefxanê Bedlîsî 400 sal berî niha li ser Entax û Begê Entaxê nivîsiye û heta behsa bûyera padîşahê Mewrwaniyên Farqînê dike ku çawa li Entaxê hatiye kuştin. Ev bûyer di sala 1110an de bûye. Ev jî bi çîroka ‘ li cih ne an ne li cih ne ve tê gotin. Ev dikare rast be. Di Şerefnameyê de li ser Entaxê û begen wê nivîseke dirêj heye. Belgeya duyem  li ser kevirên mizgefta mezin hatiye kolan  ku ev mizgeft di di navbera salên 1540-41ê de ji aliye Ehmed Begê ve hatiyê çêkirin di 1845an de sewitiye. 30 sal piştre ji aliye Sadulah beg vet ji siseyan yek ji nû ve hatiye çêkirin û mezinkirin. Ji derî van belgeyan li ser Licê tu belgeyeke nivîskî ya din tune. Ku hebe jî ez nizanim.

Herêma Birqleyn, kela Zirqleynê, Xana Kelê, Melê, Entaxê û Fîsê cihên herî kevn in. Cihên berî miladê ne. Lêbelê di derheqê bajarê Şîro de tu belgeyeke dîrokî tune. Weke Çîrok û mîtolojî çend tişt dibêjin; Weke tê zanîn rastiya çîrok û mîtolojiyan tune. Li gor arkelogê alamn Lehmann Haupt ku di sala 1899an de  nivîsên bizmariyên li ser keleya Briqleynê deşifre kiriye; ev ji aliyê padişahê Asûriyan  Tîglatpîserê Yekem di berî mîladê di navbera salaên 1114-1104an de hatiye kolandin. Piştre Salmazerê sêyem jî berî Mîladê di navbera salên 850-830î de kola ye Nivîs weha ye.

Nivîs 1:

Dagîrkerê welatê Naîrî,

Padîşahê her çar aliyê cîhanê padîşahê Asûr

Yê bi hêz padîşah Tîglatpîleser

Min ji welatê Tunnî, Dayanî, Kirxî heta deryaya mezin girt.

Ji bo Fîsê û Zarga Fîsê tê gotin ku bajarê Xweda û padîşahê Hûriyan Bixûd bûye û piştre û çend hezar piştre serdarê Bizansê Deqnanos 200.100 sal berî mîladê hatiye û bajarê dagîr kiriye.

Şeş wezîr û serdarên Deqnanos:  Yemlîxan, Mekselîna, Mîslîna,  Mermûş, Debermûş û Şazenûş ji ber zilm û zordariya Deqnanos revîne û çûne çiyayê Mûwaqanê ku xwe veşartin. Şivanek bi navê Kefaştatayûs jî bi kûçikê  xwe ve li gel wan çûye. Navê kûçikê wî jî Qitmîr bûye. Li wir 309 sal ketine xew û hişyar nebûne.

Nifûsa Licê di nav 141 salan de
Di destê me statîstîkên fermî hene ku dewletê di sala 1871ê de vê statîstê amade kiriye  di sala  li gorî statîstikên sala 1871ê de nifûsa licê 21.474 bûye. Yanî 141 sal berê niha nifûsa Licê hewqas bûye. Di sala 2000î de jî nifûsa Licê 24.877 e. Yanî di 141 sal de nifûsa Licê 1161 kes  zêde ye. Li kurdistanê ku nifûs herê zêde dibe lê li Licê di 141 salan de 1161 zêde bûye. Sedemên vê yekê çi ne gelo?

Sedemên biçûkbûna Licê

  •  Fermana ermeniyan ji çaran yek Li gorî Salnameya Diyarbekirê di sala 1871ê de li Licê nifûsa kurdan (msilmanan) 17.952 û ya xirîstiyanan (ermenî û Suryanî) 3.523 e. Yanî  li Licê ji 5 kesan yek ermenî ye. Niha yek kes tune, na?
  • Di şerê Şêx Seîd de  li Licê 6.000 hatine kuştin û hewqas ji sirgûn barkirin heye.
  • Li Licê kesên ku dixwînin bi paş ve nayên
  • Ji ber mercên bêkarê ji Licê barkirin.
  • Licê di navbera 38 salan de (1938,1955,1965, 1975 u 1977) tam 5 erdhej derbas kiriye. Ya mezin ya sala 1975an e. Bi tenê di erdheja 1975an de,  li gorî statîstîkên fermî li Licê 2.385 kes mirine.
  • Di şewat û qetlîma 1993an de Licê hema hema ji binî ve hat wêrankirin.

 

Licê û çand
Licê ji berê ve herêmeke xwedî çandeke netewî ye. Heremeke çiyayî û xwedî karaktereke sert e. Li her derê dinê mercên cografî li ser karekterên mirovan bandor dihêlin. Li ser ziman û çandê bandor dihêlin. Herêmên deşt û çiya ne wek hev in. Jiyana çiya her dijwar e. Li ser stran û berhemên din jî bandora xwe dihêle. Heta cilûberg jî ne wek hev in. Li her derê cîhanê herêmên çiyê ziman herî orjînal û zelal in û asîmîle kêm e.

Ji dema Medresan ve heta niha gelek seyda û nivîskar ji licê derketine û xizmeteke mezin dane çand û zimanê kurdî. Bi riya çandê hişyarbûna netewî rengîn û xurtir kirine. Ji xwe mirov nikare çand û polîtîkayê ji hev cuda bike. Herdu di nav hev de tên strandin ku licî dibêjin hatine ecilandin. Herdu hev temam dikin û xurt dikin. Yek ji wan Refet Efendiye.

Refat Efendî
Di sala 1834an de li gundekî Licê hatiye dinê.  Di sala 1954 diçe riha Riha, Şam, heleb û diçe Paytext Stanbul li Babê Alî dibe mamoste.  Padîşa Evdilezîz derdikeve ser text û ew mewlûdeke ji bo Evdilezîz amade dike. Helbestên wî hene

Ehmed Ramizê Licî
Ehmed Ramiz Kurdîzade jî dibêjin. Rojên bûyîn û mirina wî ne diyare in ^û tê gotin ku karincagî ye û hinek jî dibêjn na Xosorî ye. Ji ber zilma dewletê  direve û diçe Misrê. Piştre ji Misrê ve digere Stanbulê û dibe berpirsê Kurd Teavun ve Terakkî Cemiyetî. Cemiyeta rojnameya Kurdistan derdixe Piştre li Stanbulê Kurd Neşrî Maarîf Cemiyetî dadiezrînin û ev komle di sala 1909an de dest bi dibistana kurdî dike. Ramiz dibe rektorê wê Ji ber vê yekê û çapkirina pirtûkan surguna wî derdixin bajarê Kastamoniyê. Li Şamê diçe ser dilovaniya xwe.

Meleyê Xasî
1863an li Hezanê hatiye dinê.  Alimekî mezin e. Miftitiya Licê kiriye.Helbestên xwe bi kurmancî û dimbilkî nivîsiye. Di dema Sultan Evdilhemîd e surgunê Rodosê hatiye kirin. Ew li dij İttîhatTerakkiyan bûye û bi Ziya Gökalp re munaqeşen tûj ûtûnd kiriye. Mewlûda dimbilkî nivîsiye. Bi navê Cengname pirtûkeke wî hebûye lê mixabin kes nizane çi bi serî wê hatiye.

Di dema şerê Şêx Seîd salên şewatê
Operasyona Bicarê 7ê cotmehê û 17 Qanûna 1927an Herêma Dibiliyan hemû dişewitînin. Li newala Pêçarê  li Newala Sor 45 kesan bi carek de dikujin. Mustafa Muglali. Mustafa Muglalê  450 kes dikuje û  60 gundên Licê jî dişewitînin. Licê ji vê salê re sala Şewatê dibêjin. Mustfa Muglali di sala  1943an de jî ferman dide li Ebexê (Özalpê)  bêsûç 33 kurd gulebaran dike û dikuje. Ku Ahmed Arif li ser vê bûyerê helbesta 33 Kurşun (Sîh û sê gule) dinivîse.

 

Nav Gundên şewitî Xaniyên şewitî kuştî
Bi giştî 337 8896 15382
licê 31 1284 6370

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse