Şagirdên kurd xelatnameyên xwe yên dersên kurdî wergirtin

Şagirdên kurd xelatnameyên xwe yên dersên kurdî wergirtin
Bremen:

Şagirdên di dibistanên Bremenê de, ji 4-6 salan ve beşdarî dersên kurdî bûn bi kêfxweşiyeke mezin xelatnameyên xwe yên dersên kurdî wergirtin û ketine betlaneya havînê.

Dersên zimanê dayikê kurdî (kurmancî) yên ji aliyê Mamoste Emîn Akbas û Mamoste Sûleyman Gulpinar ve, bi awayekî fêrmî tên dayin, ji 20 salan ve bê navber, berdewam dikin.

Herêma Bremenê yekemîn eyalet e, ku mefê dersên zimanê kurdî (bi zaravayê kurmancî) daye kurdan. Hemû misrefên dersan ji aliyê Senatoriya Perwerdeyê ve tên dayin.

Li Bremenê hersal qasî 210-220 şagirt beşdarî dersên kurdî dibin. Her çiqas vêgavê tenê bi zaravayê kurmancî ders tên dayin jî, ji bo dersdayina bi zaravayên din jî rê vekiriye, gava malbat vî mafê daxwaz bikin. Mixabin heta roja îro, kurdan ev mafê xwe bikar neanîne.

Di dawiya her nîvsala perwerdehiyê de, rewşa pêşketina şagirdên di dibistanên Bremenê de beşdarî dersên kurdî dibin, li gor rêbaza fermî, an wek kurterapor, an wek notên hijmarî, an jî him bi rapor û him jî bi notên hijmarî, ji aliyê mamosteyê dersên kurdî ve ji mamosteyê şagirt yê polê re tê ragihandin û li karnameya wan tê nivîsandin. Notên di dersên kurdî de tên dayin mina dersên din xwedîbandor in.

Li ser pirsa me mamosteyê dersên kurdî Emîn Akbas got, „ku di vê sala perwerdehiyê de, li çar dibistanên ew li wan ders dide, ji bo beşdariya dersên kurdî bi tevahî 97 şagirt hatibûn nivîsandin. Ji van şagirdan 88 heb serast, 6 heb jî car-carnan beşdar bûne, 3 heb jî qet beşdar nebûne. Ji 88 şagirdan îsal 26 heb xwendina xwe ya dersên kurdî qedandin. Gava beşdariya şagirdan li rêjeyê were xistin, li dibistanên dersên kurdî di nav saetên dersê yên normal, ango di demên hîn şagirt li dibistanê ne de tên dayin, rêjeya beşdariya serast digihîje  % 98-100. Lêbelê li dibistana ew lê piştî nivro dersê dide, di xwegihandina rêjeyeke dil dixwaze ya beşdariya serast de, gelek zorî û zahmetî tên kişandin. Wî got, ku ev yek ne ji bo wî tenê, ji bo hemû mamosteyên dersên kurdî didin jî waha ye. Ji bo gûhertina vê rewşa neyînî, bêgûman berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milên dê û bavan û saziyên kurdistanî.“

Herwiha mamoste Emîn Akbaş ji bo nêzîkatî û piştgiriyên hatine diyarkirin û ji demeke qasî 20 salan ve bê navber hêz didine wî û hevalê wî Mamoste Suleyman Gulpinar, û ji bo serkeftina wan dibine alîkar, di serî de ji Senatora Perwerdehiyê ya herêma Bremenê, Sendîkaya Perwerde û Zanistê (GEW), saziyên kurdistanî, rêveberiyên dibistanan, hemû malbat û şagirtan re sipasiyên xwe diyar kir.

Wê di sala perwerdehiyê ya 2012-13an de jî, li 8 dibistanên li Brmenê dersên kurdî werin dayin. Gava li dibistanine din jî zarokên kurdan ji bo dersên kurdî werin nivîsandin û dê û bavên wan daxwaz bikin, Senatoriya Perwerdehiyê û mamosteyên dersên kurdî wê bi kêfxweşî daxwaziya malbata binirxînin û ji bo bicihanîna tişta pêwîst be bicih bînin.

Betlaneya havînê ya herêma Bremenê ya îro destpêkir wê heta 31ê meha tebaxê bidome.

Dengemamoste-Bremen:

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse