Rêzimana Kurmancî derket

Pirtûka Bahoz Baran a bi navê Rêzimana Kurmancî di nav weşahên Belkî de derket. Wekî tê zanîn Bahoz Baran mamostetî û nivîskariya xwe  bi hev re dimeşîne.  Bahoz Baran di birêvebirya Navend a Kurdî-Derê de cih digire û di heman demê de di dibistanên Kurdî -Derê de mamosteyên kurdî digêhîne.  Bahoz Baran demeke dirêj xwedî û berpirsê kovara Tîgrîs bû. Heta niha du berhemên wî derketine:  A baş û Rêzimana Kurmancî.  A baş pirtûka çîrokan e.
Ev berhema wî ya sêyem e. Kesê ku bixwaze dikare ji weşa Belkî û şaxên Kurdî -Derê vê pirtûka han bixwaze.

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse