Rewşa alman û fransiyên ku di nav dewletên cîran de dijîn

Almanyaya îroyî hemû ax û gelê Germanyaya kevn a dîrokî temsîl nake. Gelê germen (alman) an jî almanaxêv di nav  şeş dewletên cîran de mane. Di nav van şeş dewletan de bi tenê Almanya dewleta Almanan a serbixwe  ye,  Ji derî Almanyaya îroyî her pênc dewletên din ên ku alman lê dijîn her yek dewleteke federe, kanton  û serbixwe ye. Ev dewlet ne bi tenê ji almanan herweha ji alman û ji çend gelên din pêk hatine û di nav sîstemên federe, kanton û otom de mane bûne dewletên cuda yên serbixwe. Lê, ev her pênc dewletên serbixwe di heman demê de cîranên dewleta Almanyayê ne. Ev her pênc dewletên ku cîranên dewleta Almanyayê ne û di nav wan de alman jî xwedî dewlet, federasyon, kanton û xweseriyên demokratîk in ev in:

Avusturya

Swîsre (İsviçre)

Belçika

Liechtenstein

Luksenburg

Katagoriya duyem ji derî van pênc dewletan li Danîmarka, Holanda, Fransa, Polonya, Çek û gelek dewletên din jî alman weke kêmnetewe hene û li wan welatan  îro xwedî mafêxwe yên perwerdeya zimanê dayîkê ne. Ev katagoriya duyem li derî vê nivîsê ye. Ez dixwazim bi tenê kategirıya yekem bigrim dest û li ser rewşa vê kategoriyê ya siyasî, civakî, perwerde û çandiya van her pênc welatên ku cîranên Almayayê ne û almanên ku li van pênc dewletên hevpişk ku xwedî desthilatdariyêne piçek rawestim.

Ez bi xwe li van her pênc dewletên cîran ên Almanyayê mam û li wir bi hefteyan wekî mamosteyê zimanê kurdî beşdarî gelek kurs, konferansan û semîneran bûm. Me gelek caran li ser sîstem, rewşa perwerdeya van welatan sohbet û gengeşe kir. Me wekî komên mamosteyên kurdî û swêdî çendî caran dibistan,  dem û dezgehên van welatan zîyaret kir.

Di dema xwe de, di nav Almanya û van pênc dewletên cîranên Almanyayê de  tixûbên (sînorên) siyasî hatine kişandin. Ji wê rojê heta îro ev tixûb bi top û tifingan nehatine parastin. Ne kevirên tixûb, ne têlên strîrî û ne jî qûçên tixûb hene. Bi tenê li ser riyên mezin lewhe  hinek îşaret hene û dinivîse ku: “Hûn niha dikevin nav tixûbê filan dewletê.”

Îro li van tixûban ne kontrola gumrûkê û ne jî nêrîna pasaportan tê kirin. Dema mirov bi awayekî balkêşî li wan nivîs û lewheyan nenêre an jî nebîne, mirov nizane ka li kîjan welat e. Mirov tixûb derbas kir na na?  Di dem û rewşên awerte de carnan li van tixûban polîs dikare kontrola nasnameyan bike.

Weke nimûne dema mirov ji Almanya here Swîsre, dema mirov tixûbê Almanyayê derbas dike û dikeve nav axa Swîsrê, kantonên Alman dest pê dikin. Sîstema siyasiya Swîsrê li ser 26 kantonan (mirov dikare bêje eyaletên biçûk) hatiye ava kirinin. Xelkê  20 kantonên Swîsrê alman in.  Di nav van 20 kantonan de hinek fransî û îtalî jî dijîn û ew jî li gor herêmên xwe xwedî hemû mafên xwe yên netewî û demokratîk in. Weke li Almanyayê parlamentoyên van her 20 kantonan alman hene û bi almanî dipeyivin û perwerde bi almanî ye. Hemû sîstem, dem û dezgehên wan bi almanî ne. Mirov nizane ku li Swîsrê ye, dibêje qey li bajarekî Almanyayê ye.

Herweha  li aliyê sîronê Almanyayê rojava jî li Belçîka, Luksenburg û Liechtenstien jî weha rewşa siyasî î civakî weke kantonên li Swîsrê ne. Herêmên ku bi tixûbên Almanyayê ve ne alman lê dijîn û rêvebirî di destê wan de ye. Rewşeke federe heye. Dadmenî, ziman, perwerde, çand weke li Almanyayê bi almanî ne. Ku mirov nizanibe û nepirse mirov dibêje qey ez li bajarekî Almanyayê me. Wek  mirov li Qamîşlo, Duhok, Mêrdîn an li Wirmiyê be. Devokên wan ên almanî jî weha weke me kurdan  xuya dikin. Weke kurdiya Mêrdîn, Qamîşlo, Duhok û Wirmiyê ye.

Ji xwe Avusturya dewleteke almanan a serbixwe ye. Tu ferqa Avustrurya û Almanyayê tune. Nijad, ziman, çand û tore yek e. Ferq ev e ku bi awayekî fermî du dewletên cihê ne. Taybetî û daxwaza serxwebûnê ji dîroka kevn dema feodalîzmê ye. Rewşa dîrokî ji desthilatdariyên serdema baron, kont û dûkan girtine berçav. Û li ser wê rewşa huqûqî û siyasî ava kirine. Wekî serdema mîrîtiyên Kurdistanê ku wê demê her mîrîtiyeke desthilatdarê herêma xwe bû. Herweha eyalatên Almanyayê jî li ser bingehê wê huqûq û rewşa herêmî ya dîrokî ya herêmî hatiye ava kirin. Ev eyalet hemû li gel hev Almanyaya federal pêk tînin.

Ev rewşa ku min li jor behs kir herweha ji bo Fransa û fransî jî derbes dibe. Ji ber ku eyaleta Belçîkayê ya ku bi fransî dipeyive cîranê Fransayê ye, lê niha li ser dewleta Belçîkayê ye. Jê re eyaleta Walonya dibêjin. Walon xwedî çand û hêjayîyên fransî ne. Dîsa Luksenburg jî aliyê ku bi Fransayê ve ye, bi fransî dipeyivin û perwerdeya wan bi fransî ye. Aliyê  ku bi Almanyayê ve ye jî, bi almanî dipeyivin û perwerdeya xwe bi almanî dibînin. Swîsrê ku bi cîranê Fransayê ne Kantonên weke Cenevre, Jûra, Vaûd, Nechatel bi tevi fransî ne û kantonên Bern, Frîbourg, Valaîs jî bi farnsî û almanî dipeyivin. Ew jî herweha her yek xwedî parlamentoyeke serbixwe ye, ziman û perwerdeya wan bi Fransî ye. Hemû jîyana rojane û rêvebiriyên wan bi farnsîn e.

Ji ber ku li van dewletên federal ên ku cîranên Almanya û Fransayê ne û hem jî gelên van kantonan alman an fransî ne, lêbelê ne li ser Almanya û Fransayê ne. Daxwazeke wan a ku “Em çima li ser van dewlet, kanton û eyalatên cîran bin, em heman xelk in, di nav me de çima tixûb kişandine? Em van tixûban nas nakin. Em almanên ku  di nav van kanton, eyalet û dewletên biçûk û cihê de dijîn dixwazin xwe bidin ser Almanyayê, baştir e”  nabêjin û îro daxwazeyeke wan a weha tune. Herweha daxwazeke weha ya fransiyan jî tune ku bixwazin xwe bidin ser dewleta Fransayê û dewleta Fransê li cîhanê mezin û bi hêz bikin. Ji ber ku ew li derî Almanya û Fransayê, li wan dewletên din ên cîran, di nav sîstemên demokratîk de dijîn. Ha li vi aliyê tixûb ya li wî aliyê tixûb bin ferq tune û xwedî hemû mafên xwe yên netewî û demokratîk in. Jiyaneke azad û bextewar dijîn. Ji bo fransiyan eyalet an jî kantona wan weke Fransayê ye û ji bo almanan jî weke Almanyayê ye. Heta ew xwe ji wan, serbilintir, azadir û bextewartir dibînin.

Heger ev alman û fransiyên ku li Belçîka. Luksenbugr, Liechtenstein û Swîsre ne bixwazin ku bi Fransa û Almanyayê re bibin yek, dikarî herin referandûmê û tu hêzeke nikarê li pêş vê daxwaza wan a mafdar û demokratîk bibe asteng û kosp. Lêbelê di rewşa îro de daxwazeke wan a weha tune. Ma çend sal berê çek û slovak weha bi refarandûmeke demokratîk bê êş û sergêjî ji hevdu neqetiyan?

Demokrasî, wekhevî û azadî tixûbên siyasî diçirîne, nijadperestî û neteweperestiyê dimihîne!

 

Amed Tîgrîs

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse