Qanûna bingehîn a Tirkiyê ya sala 1921ê

Qanûna bingehîn sala 1921ê ji 23 xalan pêk dihat. Birêvebirî li ser sîstema wîlayetan hatiye avakirin. Çar xalên pêşîn û  xala 11an  a qanûnê sîstem, erk û berpirsiyariya wîlayetan destnîşan û zelal dikin.[1] Ka em li van xalan an jî madeyan binêrin, çi ne û behsa çi dikin:

Xal 1: Bêmerc û şert desthilatdarî ya gel e. Şêweyê birêvebiriyê bi vîn û hêza gel ve girêdayî ye.

Xal 2: Erka birêvebiriyê ya qanûnî û berpirsyarî  bi tenê Meclîsa Mezin tayin û temsîl dike.

Xal 3: Dewleta Tirkiyê ji aliyê Meclîsa Mezin ve tê birêvebirin û hukumeta wê jî bi unwan a Hukumeta Meclîs a Mezin tê bi navkirin.

Xal 4: Endamên Meclîsa Mezin aTirkiyê ji aliyê hilbijêrên wilayetan ve pêk tê.

Xala 11an li ser birêvebiya bajaran e. Her bajar ji aliyê birêvebiriyê ve  xweser e. Dişibe kanton an jî sîstema eyaletan. Ev xal jî weha ye:

Xal 11: Ji aliyê birêvebiriyê ve wilayet xweser in. Ji derî siyaseta der û hundir, karûbarên dadmendî, leşkerî û danûstandinên aborî, kar û xizmetên weke weqif, perwerde û dibistan, bijûndarî, aborî, kiştûkal (ziret), avasazî û têkiliyên civakî bi erêkirin û biryara Meclisa Mezin wilayet xwedî wilayet xwedî biryar û selahiyetê ye.

amedtigris@hotmail.com



[1] Tirkiya vê qanûna Bingehîn ya Tirkiyê ya yekem ku di sala 1921 derketibû, di rojnameya Akşam a 25 mart (Adar) 2013an de, di rûpela 13ande hat weşandin û min ji wir girt û wergerand kurdî. A. Tîgrîs

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse