Bîrnebûn hejmara 56 2013 derket

SAMSUNG CSCDi hejmara Bîrnebûnê de ev sernivîs hene:
Ji Bîrnebûnê, Alî Ҫîftcî
Kurdên Anatoliyê li Amedê bûn, Muzaffer Özgur;
Belavoka Komîteya Îstîhla û Îttîhad a Anatolî û Kurdistanê
Teşî, Amedekar, Nesrîn Bayram
Li ser ziman, Adem Özgur
şopên dema xatirxwestinekê-Vl, Nuhê Malê Hersîd,
Ҫend henek, Mem Xelîkan
Helbest, Seyfî Dogan
Helbest, Xizan Şîlan
Ez qurban bi kurmancî  dengkirin cima sûc û guneh dibe, Seyfî Dogan
Nasname, Omer Faruk Hatipoglu
Destanê Şêxbizin, Xamgelî bana
Orta Anadolu Kurtlerinin tarihteki izleri, Dr. Mikaîlî
Kalabaltaköyu/gundê Kelê, Ömer Yuce
Aksaray Kurleri zazacasi-lll, Nêcîvan Qilorî
Pontos Antik bir kimligin geri dönusu, Mihalis Haralambidis
The Kurdes Nation of Genocides

Pirtûka ku min xwend nasandina wê  di vê hejmara Bîrnebûnê de derket li jêr e:

Gelo em di derheqê cîranê xwe yên dîrokî Pondosiyên ku di serdema antîk de, di warê ҫand û şarisiyaniyê de serkêşiya cîhanê kirine de, ҫi dizanin?
Ҫend roj berê niha hevalê min ê hêja Ali Ҫiftҫi pirtûkekê ji min re anî û tewsiya kir ku bixwînim. Pirtûka  Mihalis Haralambidis a bi navê Pontos Antik Bir Kimliğin Geri Dönüşü (Pontos Nasnameya Antîk a Paşvegerî). Wekî di navê wê de jî diyar dibe, pirtûk bi tirkî ye û îsal di nav weşanên Sravob de derketiye. Orjînala wê bi yunanî ye, lê li tirkî hatiye wergerandin. Pirtûk ji sê beşan pêk tê. Beşê yekem nivîsar û axaftinên nivîskar in ku di rojname derketine û gelek civînên navnetewî de hatine pêşkêskirin. Beşê duyem dokumet û nameyên du di derbareyên komujî û koҫberkirina Pontosan de dane rêxistinên navnetewî ne û beşê sêyem jî ji ҫand, huner û civaka Pondûsan a dîrokî wêne ne.

Em di derheqê Pondusan de xwedî kêmzanîn û kêm agadariyan in. Min bi xwe dema vê pirtûkê xwend ji xwe şerm kir ku heta niha min ҫawa li ser Pondosan berhemeke weha hêja nexwendiye.
Welatê Pondosan li qeraxê Derya Reş  bi dirêjayî ji Sinopê heta Trabzonê û ji navê ve jî heta Gumuşhane û Amasyayê ye. Pontos bi yunanî derya (behr) e. Pondosî bi xwe yunanî ne û hîn jî zimanê wan nêzîkî yunaniya kevn e. Heta dema Osmaniyan li herêma xwe serbixwe bûn. Bi taybetî ji serdema Yavuz Selîm şûn ve ji aliyê Osmaniyan ve hem ji aliyê netewe û hem jî ji aliyê dîn ve hatine asîmîlekirin, kuştin û koҫberkirin.
Di şerê navbera Osmaniyan û Rûsan de, bi taybetî di navbera salên 1828-1878, 1853-1856 û 1877-1878an de Pondosî neҫar mane ku koҫberên Rûsyayê bibin. Di van salan de ji ber ol û neteweya xwe hatine, kuştin u koҫberkirin. Yên ku li Pondosê li ser axa xwe mane mecbûr kirine ku ola îslamê qebûl bikin î zimanê tirkî hîn bibin.
Lê hezar mixabin komkujî û koҫberiya herî mezin, dijwar û bêbav di navbera salên 1916-1923an de hatiye kirin. Salek piştî fermana Ermeniyan dest bi fermana pontosiyan kirine. Ango di dema desthilatdariya Ittîhat Terakkî û Komara Kemalîst de komkujiyên herî mezin bûne. Di vê demê de 350 hezar Pontosî hatine kuştin û bi hezaran ji ser axa xwe hatine koҫberkirin. Yên musilmankirî li ciyê xwe mane û yên sirgûnî ji Kafkasya heta Kazakistanê, ji Yunanistanê heta Almanya,  Amerîka heta Avustraliyê tengezar, tar û mar  bûne.
Nivîkarê Hewce û hêjayê gotinê ye ku mirov bêje, Pontosî Mihalis Haralambidis di vê pirtûka xwe de gelek caran destnîşan û dubare dike ku piştî hewqas karesat, komkujî, asîmilasyon û koҫberiya dijwar, niha di nav gelê Pontosiyan ên li ser axa xwe mayî de, bi taybetî nifşê nû yên xwenda her ҫiqas musilmantiyê qebûl kiribin jî, lê xwe wekî gelê Pontos dibînin. Pontosî hîn dibin û daxwaza mafê netewî dikin. Bi wan re nasnameya netewî ҫêbûye û her ku diҫe di nav ciwnan de hişmendiya nasnameya Pondosî xurt û berfireh dibe. Nivîskar Loma navê vê pirtûka xwe ”Pontos Nasnameya Antîk a lixwevegerî”  lê kiriye. Pirtûk hêjayê xwendinê ye.
Ji kovara Bîrnebûn hejmarr 56 2013

amedtigris@hotmail.com

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse