Plana perwerdeya pêşdibistanî (Php)

 

Ev cara pêşî ye ku li Bakur bi zimanê dayikê pêşdibistaneke biçûk tê vekirin. Şaredariya Amedê ya Bajarê Mezin li navenda Amedê ji bo zarokên personel ên xwe pêşdibistaniyeke duzimanî vedike. Dê zarokên 3-6 salî li vê pêşdibistanê li gel zimanê tirkî bi kurdî perwerde bibin.

Di heman demê de heta niha ji ber ku pêşdibistaniya bi kurdî tunebûye, planeka wê ya hîndekarî û perwerdeyiyê jî nebûye. Ji bo amadekirina planeke pêşdibistanî, Kurdî-Der û TZPê ji çend mamosteyan komîteyeke avakir û komîteyê planên pêşdibistanî yên swêdî, tirkî û almanî di çav de derbas kirin û ji hemûyan sûd û kelk girtin. Plan bi giştî li gorî nirx û normên pêşdibistanên navnetewî hatiye amedekirin. Lêbelê plana pêşdibistaniyên swêdî ji aliyê komîteyê ve plana herî hêsa, sade û pedagojîk hat dîtin û pejrandin. Ji ber vê yekê ev plan li berçav hat girtin û taybetiyên dîrokî, çandî, ziman û normên kurdî lê hat zêde û barkirin.

Armanc û bergeh

 

  • Di nav rewşeke aremî û azadî de parastin û xurtkirina nasnameyê
  • Pêşxistin û xurtkirina kesayetiyê
  • Hezkirin û parastina çanda xwe
  • Ji çandên din re rêzgirtin
  • Motîvekirin û pêşxistina meraq, telesî (cerbandin) û daxwazan
  •  Bi aikariya lîstikan pêşxistina huner û jêhatiniyan (beceriyan)
  • Hînî xebata kolektîv bûn
  • Têgehiştina pirsgrêk û çaresriyanên wan
  • Hînbûn û têgehiştina rê û rêbazan
  • Têgehîştina prensîbên demokrasî û xweşbîniyê
  • Têgehîştina hemû mirov ji aliyê zayendî (keç û law), fizîkî, zeka û hunerê ve ku ne yek in. Her yek xwediyê taybetmendiyek e, divê mirov ji hev re alîkar û rêzdar be
  • Jêhatiniya motorîk û koordînasyona xwe xurt û bi pêş bixe, girîngiya laş û saxlemiya xwe fêm bike
  • Gotin û termên nû fêr bibe
  • Fêm bike, hînî guhdarîkirinê bibe, perspektîv û dîtina hevalên xwe bizanibe
  • Ji xwezayê hez bike û biparêze
  • Hînê axaftinê bibe, genciniya (xezîneya) peyvên xwe dewlementir bike, wêne, tişt û bûyerên ku dîtiye, şirove bike
  • Bipirse, bersivên pirsan bide, argumentan pêşkêş bike û bi hevalên xwe re gengeşe bike
  • Ji bo zimanê nivîsê bibe xwedî întrese, sembol û tîpan nas bike bala xwe bide ser pêwendî û funksiyonên wan
  • Întrese wî/wê ya ji bo wêne, pexşan, helbest çêbibe û di derheqê wan de bikarine bipeyive
  • Di warê hunerî û jêhatiniyên weke hizir, lîstik, jîmnastîk, muzîk, govend, drama de bi pêş bikeve
  • Têgehên weke rewş, cih, alî, hejmar, giranî, pîvan, dem, guhertin, zirav, dirêj, mezin, biçûk bi têbigihe û hîn bibe
  • Zanîn û jêhatiniyên matematîkî bi pêşbikevin, hesap bike, bihejmêre, bicerbîne, bide berhevdu û çareser bike.
  • Riya lêgerin û lêkolînê têbigêje û hîn bibe
  • Xwezayê fêm bike, bizanibe ku mirov, xweza û civak çawa bandorê li hev dikin.
  • Prosedura hêsan a kîmyawî, fizîkî û fenomenên xwezayê li gorî temen û asta xwe fêm bike
  • Di jiyana rojane de girîngiya teknîkê fêm bike ku roleke çawa dilîze.
  • Di warê huner û jêhatiniyan de çêker û afranêr be, materyal û alavên pêwîst bi kar bîne

Plana salane

Armanc û bergehên (perspektîvên) planê di heman demê de ji bo mamoste, personelên pêşdibistanê rêhber,  rê û rêbaz û normên netewî û navnetewî ne. Pêwîst e ku hemû prosedûra perwerde, hîndekarî, xebat û çalakiyan di nav vê çarçoweyê de bin.

Plan salane ye, lê tema li mehan hatine dabeşkirin. Naveroka wê li gorî temen, jiyan û cîhana zarokan hatiye amadekirin. Her tim li gorî bûyerên jîndar û rojane dikare tema, wane û rojev bêne guhertin. Piştî xebat û tecrûbeyên her salî mamoste dikarin daxwaz û pêşniyaziyên dêbav û zarokan jî bigirin û temayan biguherin, li wan kêm û zêde, nû û dewlementir bikin.

Mamoste li gorî temenê zarokan dikarin zarokan bikin du kom. Yên 3-4 salî komek û yên 5-6 salî jî komek. Tema, mijar û waneyan li gorî asta van koman bi kar bînin.

 

Plana salane li gorî mehan

 

 

Î

 

 

 

 

 

 

L

 

 

 

 

 

O

 

 

 

 

 

N

A.Pêşniyaziyên mamosteyan: Tema: Ez

  • Navê min
  • Temenê min
  • Çêkirina wêneya ser û çavên min
  • Destên û lingên min
  • Poz û guhên min

 

Tema: Payîz

  • Diçin der û li xwezayê der û dora dibistanê lêkolînê dikin
  • Li ser rewşa ax, dar, giha, gul, şînahî mêweyan dipeyivin. Li ajel û çûkan dinêrin ka çi guhertin hene
  • Ji xwezayê wek pel, mêweyên rizî, qaşlê daran berhev dikin, li ser rewş û rengên wan dipeyivin. Bi xwe re tînin pola xwe, li wir berhev dikin ka çi guhertin di wan de çêbûye û dibe. Wêneyên wan ên rengîn çêdikin.
  • Bi zarokên mezin re diçin der û li der dilîzin. Li wir lîstikên bi deng û muzîk dilîzin. Dikarin çîrokan jî bêjin

 

Tema: Xwendina pirtûkan

 

Tema: Ajelên malê

 

  • Çi ajel li mala we hene
  • Ajela min a favorît
  • Navê wê/wî çi ye
  • Hezkirin û hevaltiya wê
  • Çêlikên wê
  • Çi dixwe
  • Fêdeya ajelan
  • Em li wêne û fîlmên wan binêrin
  • Wêneyên wan çêkin
  • Em bi zarê wan bikin, weke wan deng derxin û bi rê ve biçin

 

Tema: Zûgotinok û lihevhatinok

  • Ji dê û bavê we
  • Bi zimanekî din

 

Pêşniyaziyên zarokan:

 

Nirxandin

 

 

 

 

 

C

 

 

 

O

 

 

 

T

 

 

 

M

 

 

 

E

 

 

 

H

A.Pêşniyaziyên mamosteyan: Tema: Mêwe û hêşînahî

  • Navê mêwe û hêşînahiyan
  • Vîtamîn û mîneral
  • Çêkirina wêneyên payîzê,dar, pel…
  • Çêkirin, jêkirin û zelqandina wêneyan
  • Çêj û xwarina wan

 

Tema: Xwendina pirtûkan

 

Tema: Reng

  • Rengên bingehîn
  • Bi rengan lîstin
  • Tevlîhevkirina rengan
  • Çêkirina wêne û rengandin û veaxaftin

 

Tema: Cejna qurbanê

  • We li malê çi kir
  • Kî hat mala we
  • Xwarina roja cejnê
  • Cejnên din

 

Tema: Mitfexa me

  • Em li mitfexê çi dikin
  • Bêdeng bixiwin
  • Dorê bidin hevalê xwe
  • Ard û nan
  • Xwarina min a favorît
  • Em di demê de xwarin bixwin.
  • Nav û demên xwarinê
  • Li mal bi dêbav re xwarin
  • Navên alavên li mitfexê, wek: teyfik, kevçî, çartêl û kêr

 

Tema: Hînkirina stranên zarokan

 

Tema: Tema taybetî

  • Li gorî bûyer û pêwîstiyan ji aliyê mamoste

û zarokan ve tê amade kirin

 

Pêşniyaziyên zarokan:

Nirxandin

 

 

 

 

M

 

 

 

İ

 

 

J

 

 

 

D

 

 

 

A

 

 

 

R

Li ser rewşa zarokan bi dêbavan re civîn A.Pêşniyaziyên mamosteyan: Tema: cil û pêlav

  • Demsal, hewa û cilûberg
  • Em cilên bûkên xwe lê wan bikin ku sermayê nekevin
  • Em cil û pêlavên xwe dayînin şûna wan

 

Tema: Mal û xanî

  • Mala min
  • Odeya min
  • Mala me li ku ye
  • Navnîşana me
  • Telefona me
  • Ajelên kedî (bijmêre heta 10an)

 

Tema: Xwendina pirtûkan

 

Tema: Navê me

  • Çima navên me cihê ne
  • Nav û paşnav
  • Navên hevalên me
  • Navên malbat û xismên me

 

Tema: Malbata min

  • Wêneya malbata xwe çêbikim
  • Navên wan bêjim
  • Mamoste li ser malbatê çîrok an tiştekî dixwîne

 

Tema: Lîstika bi plastîkan

  • Plastîkên şiklê ajel û mêweyan
  • Navên wan
  • Rengên wan

Pêşbirika zanîn û bi derxistina navên wan

 

Nirxandin

 

 

 

Ç

 

 

 

 

İ

 

 

 

 

 

L

 

 

 

 

E

 A.Pêşniyaziyên mamosteyan: Tema: Zivistan

  • Cilên me yên germ
  • Navên cilên me
  • Serma, berf û nexweşî
  • Çêkirina berfemêr
  • Em li wêne û fîlmên zivistanê binêrin

 

Tema: serê salê

  • Edetên me
  • Pîrozneme
  • Çîrok û çîvanokên serê salê
  • li ser serê salê xwendina pirtûkan

 

 

Tema: Xwendina pirtûkan

 

Tema: bajarê me

  • Navê bajarê me
  • Fîlm û wêneyên bajarê me
  • Behsa bajêr bike
  • Bajarê kevn û nû

 

 

Tema: Hefte

  • Îro kîjan roj e
  • Di hefteyekê de çend roj hene
  • Ka em navên rojan bijmêrin
  • Kîjan roj em li malê ne
  • Em lîstika navê rojan bilîzin.

 

 

Tema taybetî:

 

Pêşniyaziyên zarokan:

 

Nirxandin

 

 

 

 

 

 

Ç

 

İ

 

L

 

E

 

Y

 

Ê

 

 

P

 

A

 

Ş

 

Î

 

 

N

 

 

 A.Pêşniyaziyên mamosteyan: Tema: Pakî û tenduristî

  • Destên xwe bişo, neynûkên xwe jêke û xwe pak bigre
  • Diranên xwe firçe bike
  • Vezele û rakeve
  • Mase û odeya xwe pak bigre

 

 

Tema: Çej û bîhn

  • Em paste çêkin, bixwin û bidin hevalên xwe
  • Çêja vexwarînê
  • Bîhna gulavê (kolonyayê)
  • Xwarinê çêj bike û bixwe ka çawa ye
  • Çi ferq di navbera çêja şîr, av û avemêweyan de hene

 

 

Tema: Xwendina pirtûkan

 

Tema: Mêvanî

  • Em diçin mala kê
  • Bapîr û dapîr
  • Hurmet û rêzgirtina temenmezinan
  • Diyarî

 

Tema: Hejmartin

  • Em heta 10an bijmêrin
  • Tiliyên xwe bijmêrin
  • Hevalên xwe bijmêrin

 

Tema: Jêkirin û zelqandin

  • Li ser karton û kaxizan şiklên geometrîk çêbikin
  • Şiklên ajelan çêbikin
  • Jê bikin û bizelqînin
  • Birengînin

 

Tema taybetî:

 

Pêşniyaziyên zarokan:

 

Nirxandin

 

 

 

 

 

S

 

 

 

İ

 

 

 

B

 

 

 

A

 

 

 

T

 

 

 

 

 A.Pêşniyaziyên mamosteyan: Tema: Ajelên kovî û balinde

  • Ji kaxiz û kartonan jûjî, çûk, kosî.. çêke
  • Guhdariya çîrokên ajelên kovî bike
  • Li fîlmên wan binêrin
  • Bi zarê wan bike
  • Weke wan bimeşe
  • Wêne çêke
  • Ew niha li ku ne, çi dixwin

 

Tema: Heval û hevaltî

  • Hevalê te yê herî baş
  • Ez, bextewar im, devken, hêrs, xemgîn
  • Wêneyê xemgîn û dilşad çêke

 

Tema: Xwendina pirtûkan

 

Tema: Alîkarî

  • Maseya xwe paqij bike
  • Alîkariya hevalên xwe bike
  • Alîkariya kal û pîra xwe bike
  • Em lîstika alîkariyê bilîzin
  • Êm bide çûkan, dar av bide

 

Tema:Roja zimanê dayikê

  • 21 Sibatê roja zimanê dayikê ya cîhanî
  • Em bi zimanê xwe biaxivin
  • Navê zimanê me çi ye
  • Em bi çend zimanî dizanin

 

Tema:Lîstikên bi plastîkan

  • Bi lego bilîzin
  • Xanî, erebe, malok ûhwd. Çêbikin

 

Tema taybetî:

 

Pêşniyaziyên zarokan:

Nirxandin

 

 

 

 

 

 

A

 

 

 

 

 

 

D

 

 

 

 

 

A

 

 

 

 

 

R

 

 

 A.Pêşniyaziyên mamosteyan: Tema: Tîp û reqem (ji bo 5-6 saliyan e)

  • Navê xwe binivîse
  • Navê kesên din, heval û dê û bavê xwe
  • Nivîsandina reqeman ji “0” heta 10an
  • Lîstika bi reqeman
  • Lîstika bi tîpan
  • Lîstika navan
  • Serdana pirtûkxanê

 

Tema: Newroz

  • Cilên netewî li xwe bikin
  • Strana newrozê bibêjin
  • Wêneya Newrozê çêbikin

 

Tema: Xwendina pirtûkan

 

Tema: Dê û bavê min

  • Wêneya herduyan çêke
  • Rengê porên wan, çavên wan
  • Kincên wan

 

Tema: Bihar

  • Nîşanên biharê, kulîlk, çûk ûhwd.
  • Bexçe û hêşînahî
  • Li fîlma biharê û ajelan binêrin
  • Divê mirov zerarê nede gul û beran
  • Em gul û fîdanan biçînin

 

Tema: Gotinên berevajî

  • Mezin û biçûk, kin û dirêj, sar û germ, baş û xerab, giran û sivik

 

Tema taybetî

 

Pêşniyaziyên zarokan:

Nirxandin

 

 

 

 

 

 

 

N

 

 

 

 

 

Î

 

 

 

 

 

A

 

 

 

 

 

 

N

 

 Tema: Çar demsal

  • Bihar
  • Havîn
  • Payîz
  • Zivistan
  • Li fîlma çar demsalan binêrin
  • Şanoya her çar demsalan ( bi rêzê çar kes her yek dibe demsalek û behsa taybetiya xwe dike)

 

Tema: Saet

  • Em li ser kartonê wêneya saetekê çêkin
  • Bi meqesê bibirin û saetekê çêbikin
  • Dem ji 1-12 binêrin
  • Lîstika saetê ya bi deng çêkin

 

Serdana pirtûkxanê

 

  • Pirtûk hilbibjêrin
  • Çîrok bixwînin
  • Pirtûk deyn bikin

 

Tema: Lîstika bi plastîkan

  • Plastîkên şiklê ajel û mêweyan
  • Navên wan
  • Rengên wan
  • Jiyana wan
  • Weke wan deng derxistin
  • Pêşbirika zanîn û pêderxistina navên wan

 

Tema: Trafîk

  • Rengê lambeyên tarfîkê
  • Cihê ku derbasî aliyê din dibe
  • Lewhe û wateyên wan
  • Bûyerên trafîkê
  • Stran

 

Tema taybetî:

Pêşniyaziyên zarokan:

Nirxandin

 

 

 

 

 

 

 

G

 

 

 

U

 

 

 

L

 

 

 

A

 

 

 

 

N

 A.Pêşniyaziyên mamosteyan: Tema: Gera der

  • Em herin serdana gundekî nêzîk
  • Ajelên li gund
  • Ferqa gund û bajaran
  • Li gund lîstik

 

Serdana pirtûkxanê

 

Tema: Lîstika bi qûm û axê

  • Li ser qûmê malokan çêke
  • Wêneyan çêke
  • Her kes navê xwe li ser qûmê binivîse
  • Bi herî şeklên çûk û ajelan çêkin
  • Li bexçe lîstikên wek veşarok bilîzin.

 

Tema: Govend û muzîk

  • Li ber muzîkê rêz bibin û govend bigirin
  • Starnan bêjin
  • Çepik bilîzin
  • Ligel hev sranên zarokan bêjin

 

Tema: Hejmartin

  • Hejmartina hevalan
  • Hejmartina daran
  • Hejmartina bi plastîkan

 

Tema taybetî:

 

Pêşniyaziyên zarokan:

Nirxandin

 

 

 

 

 

 

 

 

H

 

 

E

 

 

Z

 

 

Î

 

 

R

 

 

A

 

 

 

N

 A.Pêşniyaziyên mamosteyan: Tema: Havîn

  • Çar demsal
  • Bihar
  • Havîn
  • Payîz
  • Zivistan
  • Şanoya her çar demsalan (bi rêzê çar kes her yek dibe demsalek û behsa taybetiya xwe dike)

Tema: Muzîka kurdî

  • Guhdariya stranan
  • Stranên zarokan
  • Koro û solo

 

Bi mamoste, birêvebir û dêbavan re nirxandina salane

Ji bo sala pêş pêşniyaz û amadekarî

 

Nirxandin

 

 

 

 

 

 

Amadekar: Amed Tîgrîs

 

 

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse