Pîvana welatparêziyê

Kesî ku hêvîdarê  dijminê xwe be, mirî  ye,

Kesî ku evîndarê ji dijminê xwe be, gewad e,

Kesî ku pesndarê dijminê xwe be, gewadê mirî ye.

Li cîhanê pîvan û rêbazên her tiştî hene. Weke nimûna pîvana giraniyê sîstema kîloyê ye, ya dirêjiyê metre ye, ya şile lître ye, ya sar û germahiyê termometre ye…  Herweha ji bo dîtin, helwest û pratîka mirovan jî gelek pîvan û rêbazên mirovatiyê hene. Ev bi tenê ne ji bo hinek kes û netewan in, pîvanên gelemperî yên cîhanî ne. Ango pîvan û rêbazên navnetewî ne. Weke nimûne li gor dîtina min  pîvana welatparêziyê jî bi taybetî ji bo gelên ku hîn weke me  bindestin, ne azad in, ev sê rêzên jorîn  beşek ji wan pîvan û rêbazan e.

Kesî ku ji bo gel û welatê xwe kar û xebat neke, ked û bedêl nede, bi xwe û bi gelê xwe ne bawer be û li ser navê welatparêziyê li benda be ku dê dijminê wî/wê dê rojek ji rojan bibe demokrat û  wî/wê rizgar bike. Ez dibêjim ev kesên weha bêhêvî êdî   mirî ne. Tu hêvî û ruhê berxwedanê li gel nemaye. Vîyan, giyan û çarenûsa xwe teslîmê dijminê xwe kiriye. Bi tenê wekî tûtiyan (papaganan) dipeyivin. Heger xwe û neteweyê xwe înkar bike, şerm bike û nebêje “ez ji vî gelî me” û ew bibe evîndarê, dîrok, wêje, çand û  zimanê dijminê xwe û bixwaze her tiştê dijminê xwe kopî bike, wekî dijminê xwe bijî, edî ew mirovên weha bûne gewad ango pêzeweng.  Ku bi serd de jî pesnê dijminê xwe bidin, ligel dijmin zordestiya  ku li gelê wan tê kirin biparêzin heta ew bi xwe beşdar bibin û pesnê mêranî û mêrxasiya dijminê xwe bidin êdî ew kes gewadên mirî ne.

Amedtigris@hotmail.com

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse