Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem Suriyê

Syria_location_mapPiştî Şerê Cîhanê yê Yekem Fransa û înîlîztanê Rojhilata Navîn di nav xwe de par kirin. Îngîlîzan herêma  Îraqî û fransan jî herma Suriyê dagîr kirin. Di sala 1920î de li ser axa Suriyê û Lubnana îroyî pêşî fransizan 6 herêmên otonom ava kirin:
Şam, Helep, Lublan, Cebel-î Durzî, Iskenderûn (Hatay) û Cebel-î Elewî. Di serî de Lubnanê ji Suriyê qetandin û Lubnan bû dewleteke serbixwe.  Di sala 1922an de dewleta Heleb û Şamê kirin yek û navê federasyona Suriyê lê kirin. Di sala 1925an de jî navê dewleta Suriyê lê kirin. Piştre Cebel-î Durzî jî dan ser Lubnanê û ew herdu kirin yek dewlet. Cebel-î Elewî an jî dewleta Elewiyan li herêma Lazkiyê heta sala 1941 serbixwe ma. Piştre fransizan wê jî dan ser federasyona Suriyê ku ji dewletên Şam û Helebê pêk anîbû.
Fransizan di sala 1939an de dewleta Iskenderûn (Hetayê) jî teslîmê Tirkiyê kirin. Fransê di sala 1946an de dest ji birêvebiriya Suriyê kişand û Suriye bû dewleteke ser bixwe û rêvebirî ket destê şêxên hevkarên Fransê.  Di sala 1958an de Suriye bi Misrê re bû yek û bi navê Yekîtiya Komarên Ereban nav li xwe kirin. Yekîtiya Komarên Ereban temenqot bû û dom nekir û dîsa bûn du dewletên cuda.
Di sala 1963an de, bi darbeya leşkeriyê partiya BAAS rêvbiriya Suriyê girt dest.  BAAS, li ser îdeolojiya ereban a nîjadperes hatibû avakirin. Armanca BAAS ev e ku hemû netewe, kêmnetewe, komên oldar di bin îdeolojiya ereban de bistrîne û bihelîne û bike ereb.  Di sala 1970î de jî di nav partiya BAAS de vê carê bi darbe malbata Esad ku erebê elewî ne, karîn û birêvebiriyê girtin destê xwe û heta niha dîktatoriye xwe didomînin.

Niha nifûsa Suriyê bi giştî 22 mîlyon e. Ji %75 ereb in û %5 kurd in. Ji derî kurdan, mînorîtetên weke ermenî, suryan, tirkmen û ҫerkez jî hene . Ji aliyê olî ve jî ji %80 misilman in ji misilmanan ji %58 sunî û %30 elewî ne. Ji derî îslamê  olên weke xirîstiyan, durzî û cihû jî hene.

Ev du sal in ku li Suriyê şerekî nevxweyî heye û şer pirarmanc û piralî ye. Bi alikariya welatê Ewropa û dewletên misilman ên sunî weke Erebistana Suudî, Qatar, Tirkiyê û ҫendên din dixwazin dîktatoriya malbata Esad bixin û di şûna wê de  sunuyan bînin ser desthilatdariyê. Planên wan şaş derketin û ev du sal in ku dikin nakin nikarin rejîma Beşar Esad bixin. Rejîm hem ji hundir ve gelek xurt e û xwediyê dînamîkan e û hem jî bûye şerê sunî û şîî û elewiyan. Bi ser re jî li pişta rejima Esad Rusya, Ҫîn û Îran hene. Ji ber vê yekê planên dewletên sunî û yên ewropiyan bi ser nakeve û Suriye bu berma xwînê. Bi taybetî li ser navê oposîzyonê hêzên îslamîstên ku di nav El Qaydeyê de ne komkujian sivîlan dikin. Di van hefteyên dawî de berê xwe dane kurdan û kurdan weke “kafîr” îlan dikin û mal û milkên kurdan helal dikin û fitwa kuştina kurdan didin. Vî şerê genî genîtir û heramtir kirin û dikin. Weha bû ku êdî li Suriyê sunî û ewlewî û kurd nikarin di nav tixûbên welatekî de bijîn. Gelek polîtîkzan û civaknas dibêjin ku wekî destpêka avakakirina dewleta Suriyê ku ji şeş dewlet an herêmên otonom hatibû damezrandin, dê niha jî li gorî rewşa Suriyê sê dewletên biҫûk werin damezrandin. Li herêma Şam û derdorê dewleteke îslamî ya sunî, li herêma Lazkiyê weke elewî û li bakur jî dewleteke kurdî. Belê rewş welê xuya ye.

Amedtigris@hotmaîl.com

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse