Piştî 1000 salan cara yekem perestgeha zerdeştiyan tê vekirin

Îro di rojnameya Mitt i Sollentuna (navçeyeke Stockholmê ye) de bi kurdekî ku navê wî Andaz Hiwaîze re hevpeyîneke balkêş heye. Andaz Hiwaîze mûgekî zerdeştî ye. Yanî oldarekî zerdeştî ye.  Rojnameyê rûpeleke seranser daye vê hevpeyvîn û ola zerdeştiyan. Behsa Zerdeşt, ola Zerdeş û prensîbên ola zerdeştî dike. Tê gotin ku ola zerdetî oleke kevn e , olên cihû, xirîstîyan û îslamê gelek hizir (fikir) û prensîp ji ola zerdetî girtine. Hîmdarê ola zerdetî Derdeşt e. Navê pirtûka wî ya pîroz Zend Avista ye. Navê mele yên wê mûg e. Prensîbên ola zerdeştî bi kurtî:

“Hizirê baş, gotina baş û têkiliya (peywendiya) baş” e.

Andaz Hiwaîze dibêje ku  ”cara pêşî 25 sal berî niha hizirîm ku perestgeheke zerdeştiyan vekim, lê min derfet bi dest nexist. Li Swêdê kurdên zerdeştî hene. Me çend sal berê bi 300 îmzayan serî li hukumeta Swêde da ku alikariya me bikin ku em bikaribin li Stockholmê li taxa Sollentunayê perestgeheke zerdeştiyan vekin. Hukumetê par biryareke erênî da û me li heman herêmê dest bi çêkirina perestgeheke biçûk kir. Ev perestgeh niha li ber qedandinê ye. Di nehê (9) meha hezîranê de em bi awayekî fermî perestgeha xwe vedikin. Ev li cîhanê piştî 1000 salan e ku cara yekem perestgeheke me zerdeştiyan ji îbadetê re vedibe. Em şad û bextewar in û ji hukumet û dem û dezgehên swêdê re jî spasdar in.

Di heman nivîsê de destnîşan tê kirin ku zerdeştî herî zêde li Hindistanê hene. Hejmara zerdeştiyên li Hindistanê di navbera 50.000-100.000 an de ne.

Hûn di rûpela rojnameya Mitt i Sollentuna de mûgê kurd ê zerdeştî Andaz Hiwaîze  ku li pêş perestgehê rûniştiye dibînin.

A. Tîgrîs /Stockholm

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse