Pirtûkeke nû ji weşanên Apecê derket

Pirtûkeka Rojîn Zargê bi navê Fîdo li weşanên Apecê zêde bû û hat ber destê xwendevanên kurdîhez. Nivîskar encamê tesadufekê pêrgî Fîdo tê û wî dinase, guhadariya serpêhatiyên wî dike û bi zimanekî xweş, rewan û herikandî jiyan û serpêhatiyên wî bi xwendevanan re par dike. Jiyaneke hejar lê rih û dilekî mezin. Parçesehenyên jiyana Fîdo wêne û rewşa civata kurd diyar û zelal dikin. Nezanî û bindestiya civatê, koçberiya ji ber xizanî û feqiriyê û di dojeha biyanistanê de bêkesî û birçîbûn. Li gel vê xizaniyê û nezaniyê jî zarokekî serhişk, serhildêr, bi rik û meraqdar. Dixwaze fêr bibe û bizane lê derfet dest û rê nadin, birçî dimîne lê mirovahiya xwe nafiroşe û bin pê nake. (Dema davêjin pêşiya çerçî).

Dema dibe mêvanê şivanî û keça wî ji karkerê xwe re dixwaze çendî sade, xwezayî û kurdane ye. Rewşa civata kurd a wê demê çendî zelal li ber çavan radixe. Fedekarî, şêl û helwesta Fîdo karekter û kesayetiya wî diyar dikin. Ew taybetî û karekter û rihê kurdî yê orîjînal û resen di laşê Fîdo de berbiçav dibe. Cihê dax û mixabinê ye ku ev babet camêr û camêrî di civata kurd her ku diçe kêmtir dibin.

Ya herî baş ew e ku hûn pirtûkê bi dest bixin û bixwînin berî ku ez behsa hemû naveroka wê bikim û kelecana xwendinê kêmtir bikim. Ji xwe dema mirov dest pê bike dixwaze di bêhnekê de bixwîne û biqedîne.

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse