Pirtûka Katalonyayê

Li ser sîstema siyasî ya Spanyayê û bi taybetî di derbareyê modela otoniyên wê de min heta niha gelek pirtûk û nivîsar xwend û dixwînim. Min di pirtûka xwe ya bi navê Perwerdeya bi zimanê dayîkê û PİRZİMANİYA FERMÎ de jî cihekî kurt da modela otonomiyên Spanyayê.[1]

Du meh berê ez li Amedê li pirtûkfiroşxaneya Aramê rastî pirtûk bi navê “Katalonya – Dîrok Ziman Otonomî -” hatim. Nivîskarê vê pirtûkê Necat Ayaz e. Pirtûk xwerû bi kurdî ye û ji 264 rûpelan pêk tê. Min pirtûkê kirî û dest bi xwedina wê kir. Ji bo min pirtûka Katalonyayê ji du aliyan ve girîng e: Girîngiya yekem, ji bo ku li ser modela Katalonyayê lêkolîneke gelek berfireh û pêvajoya dîrokî bi awayekî hûr û kûr lêkola ye. Girîngiya duyem jî,  ji bo ku pirtûk bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin.

Piştî têkçûna dîktatoriya Franko di sala 1976an de li Spanyay ê qanûneke bingehîn hatiye qebûlkirin û sîstema Spanyayê ya siyasî li ser 17 herêmên otonom hatiye avakirin. Dewleta Spanyayê sîstemeke weha ava kiriye ku kesên ku baş zinanibin dê dibêjin qey êdî li Spanyayê demokrasiyeke berfireh û pêşketî heye. Mînorîtetên (azınlık) li Spanyayê li herêmên xwe mafên xwe yên çarenûs bi vîna xwe, bi awayekî azad û bêsînor bi dest xistine û bi kar tînin. Êdî li seran serê Spanyayê otodeterminasyoneke pêşketî heye….

Dema mirov pirtûka Katalonya dixwîne, dibîne û hîn dibe ku li Spanyayê rewş ne weha ye, gelek tişt hîn bi dewlet û hukumeta navendî ya Madrîdê ve girdayî ne. Katalonî, Baskî Galîçî û gelên din bi destxistina mafê otoniyeke qels re hîn jî di bin desthilatdariya spaniyan de ne. Qanûna bingehîna Spanyayê di gelek mijar û warî de dest û lingên mînorîtetan, hukumetên wan ên otonom li qeyd û bendan xistine. Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de bi tenê behsa Katalanan bikim û ji pirtûka Nejat Ayaz çend mînakên balkêş ji bo xwendavan destnîşan bikim. Belên xalên ku bêtir bala min kişandin.

Dema li Spanyayê behsa têkoşîna gêlên bindest tê kirin, bi tenê bask tên bîra me kurdan. Weke ku ji derî baskan gelên din li Spanyayê tune bin û keta niha ne xwediyê dîrok û tekoşîneke hêja û bêhempa bin. Ev ne rast e û kêmasiyeke me ya mezin e.

Katalon bi hejmar û bi cografî ji baskan gelek bêtir û mezintir in. Niha nifûsa Katalonan ji heft mîlyonî bêtir e û firehî û mezinahiya axa welatê wan jî çend caran ji ya baskan mezintir e. Herweha têkoşîna wan jî xwediyê dîrokeke dûr û dirêj e. Welatê wan ji aliyê aborî, îndustrî û xweza û turîzmê ve jî gelek balkêş û pêşketî ye. Axa Katalonyayê di navbera dewletên Spanya û Fransayê de hatiye beşkirin. Beşê mezin li aliyê Spanyayê maye. Katalonya li Spanyê heremeke gelek pêşketî ye. Herêma Barselonayê ji dîrok û bazirganiya deryayê ve li cîhanê bi nav û deng e. Di heman demê de Barselona paytaxta katalonan e. Ji ber ku di van salên dawî de ETAyê li dij dewleta Spanyayê şerê çekdarî doman loma navê baskan li cîhanê bêtir belav bû û bask hatin nas kirin.

Halbû ku katalonî di prosesa dîrokî de gelek caran li Sapnya û Farnsayê bûne xwedî desthitdariyeke xurt, mezin û berfireh. Katalonî herweha xwedî çand û dîrokeke qedîm in.

Cara yekem Kral Karlosê Sêyem di sala 1768 biryar daye ku zimanê kastîlî (spanyolî) li her derê welat bê bikaranîn û zimanî katalonî di dibistanên seretayî û navîn de qedexe kiriye.[2] Lêbelê bi tekoşîna li dij asîmîlayon û dagîrkeriyê re dem dem li gor desthilatdar û hêzên kataloniyên netewî rewş hatiye guhertin. Ji dema destpêka asîmîlasyon ve heta îro katakolînî li hember vê dagîrkerî û asîmîlasyonê têkoşane têkoşîna xwe ya netewî û demokratîk meşandine. Serdema herî barbarî, zorî û zehmetî serdema desthilatdariya Franko ye.

Dema mirov li xwendina vê pirtûkê hûr dibe, dibîne ku di dîroka têkoşîna gelê katalonî de çend xalên (noqtên) girîng û balkêş hene ku mirov dikare ji wan dersên hişyariyê bigire:

Xala yekem: ji destpêke ve xanedan , burjûvazî û dewlemendên katalonî pêşengiya têkoşîna netewî û demokratîk kirine. Burjûvaziya Katlonyayê di sala 1840î de Partiya Demokratîk a Komarger damezrandine û burjûvaziyê biçûk jî girtine nav refên xwe.[3] Dem û dezgehên katalonî damezirandine, girîngî û pêşengiyê dane ziman û çanda katalonî. Ev çîn û derdor hîn îro jî pêşengiya doza Katalonî dikin, ew otonoyê bi rê ve dibin.

Xala duyem: balkêştir e ku di destpêka salên tekoşînê de ji dewleta Spanyayê ya navendî daxwaza xweseriya demokratîk (otonomiya herêmî) kirine. Katalonî niha xwediyê otonomiyê ne, lêbelê têr û qîma xwe bi vê otonomiya heyî nayênin û dawxaza serxwebûna dewleta Katalan dikin.

Dema mirov li dîroka têkoşîna me kurdan dinêre bervajiyê ya katalonan e. Heger mirov serdema Birxananiyan hesap neke, xanedan,dewlemend û burjûvaziyên me ne wê demê û ne jî niha li qada kurdayetî tune ne, nexuya ne. Berevajî burjûvaziyê kurd bi dewleta Tirkiyê re li dij doza kurd in. Niha bi hukumeta Erdoganre ne. Rewşenbîr, xizan û beşek jî çîna burjûvaziya biçûk ên kurdan pêşengiya bizava kurd dikin an jî wek doza xwe dizanin. Ya duyem, piraniya partî û rêxistinên kurdan ji destpêkê de serxwebûna Kurdistanê xwestine. Heta niha me tu statûyeke polîtîk bi dest nexistiye û niha di vê rewşê de me daxwazên xwe yên polîtîk daxistiye asta herî nizm ku em navê “Xweseriya demokratîk” lêdikin. Hinek wê jî naxwazin bi TRT6ê û beşê zanîngeha Artûkluyê weke ku dewleteke serbixwe bi dest xistibin ji dewletê re spasdariya xwe dikin û bi wan xwe dilşad û serbilind dibînin.

Di sala 1979an de dewleta Spanyayê ji bo sîstem û statûya otonomiyan pêşnûmeyeke aloz, tevlihev perçekirî û bi hukumeta Madrîdê ve girêdayî amade kiriye. Spanyayê li ser 17 herêman par kiriye. Kesî ku baş nizanibe dê bêje qey Spanya hewqas demokratîk e ku welatê xwe kirine 17 eyaletên demokratîk. Ji van 17 herêman her yek xwedî alek e, bajareke navendî ye û heta parlamentoyên wan ên herêmî hene. Katalonyayê li ser çar herêman û Bask jî li ser sê herêman bi par kirine û heta herêma Navara ji yekitiya otonoma baskan qetandine û statûyeke cihê dane wê. Armanca dewleta Madrîdê ew e ku yekitiya ax û netewiya van mînorîtetan çênebe. Dema katalonî, baskî û yên din li dijî vê statûya antîdemokratîk derdivin, di parlamentoyên otonom de biryara guhertina vê qanûna statûyê digrin û dibin parlamentoya Madrîdê, Madrîd dibêje “ev qanûna bingehî naye guhertin. Heta ev otonomî ji we re zêde ye.” Di heman salê de li seranserê Spanyayê pêşnûmeyê pêşkêşî referandûmeke kirine. Li herêma Katalon ji %88ên dengan bi awayekî erênî hatin dayîn. Piştî referandûmê destûrnameya statuya otomiyê di sanatoya Madrîdê de hatiye qebûlkirin û bi îmzakirina Kral Karlosê Yekem li Katolonya û herêmên din statuya fermî ya otonomiyan dest pê kiriye û heta niha ev statû dom dike. Dewleta Spanyayê naxwaze carekê din di vê statûyê de guhertin were kirin.

 

Li gorî statîstîkên sala 1986an rewşa zimanê katalonî

herêm

nifûs

fêmkirin

axaftin

nivîsandin

Barselona 4.521.125 4.023.011 2.704.368 1.362.971
  % 100 % 89.10 % 59.81 % 30.14
Gîrona 478.013 454.695 383.573 189.051
  % 100 % 95.12 % 80.24 % 39.54
Taragona 414.506 476.691 374.383 164.998
  % 100 % 93.09 % 73.11 % 32.22
Llîda 345.261 331.897 285.489 127.473
  % 100 % 96.12 % 82.97 % 36.92
Hemû Katalonya 5.856.435 5.283.200 3.747.813 1.844.499
%100 % 90.28 % 63.99 % 31.49

 

Niha parlamento û hukumeta Katalonyayê hene. Perwerde bi zimanê katalonî ye. Bi polîsê katalonyayê re li herêmên otonom polîsên spanî jî hene. Artêş ya spanî ye. Erêkirina butçeyê di destê Madrîdê de ye. Li herêma Katalonyayê ji 15an bêtir partiyên siyayî hene. Lê gelê katalonî vî kirasê otonomiyê ji xwe re teng dibînin û dixwazin bi Katalonya bibe welatekî serbixwe.

BDP jî niha caranan pêşniyaz dike ku bila Tirkiye li ser 25 herêman were parve kirin. Heta vê yekê girtiye bernameya xwe jî. BDParlamentoyên herêmî, alayên herêmî, hêzên parastinê yên herêmî naxwaze, lê carnan perwerdeyê dixwaze. Yanî ji modela Spanyayê jî gelek kêmtir, tengtir û paşvetir satûyeke dixwaze. Lê dîsa jî hukumeta AKP li ser vê xalê har bûye û dibeje “li Amedê dewleteke paralel ava dikin” û dest bi operasyonan kirine heta niha bi qasî 4000 birêvebir û endamên wê girtine û kirine zîndanan û hîn her roj girtin dom dikin.

Katalonî û baskî jî vê modela ku niha heye gelek kêm û antîdemokratîk dibînin.

Nivîskarê pirtûka “Katalonya – Dîrok Ziman Otonomî -” Necat Ayaz bi rastî xebateke bir baş kiriye ku di vê demê de carnan ev modela Spanyayê li Kurdistan û Tirkiyê tê gengeşekirin. Divê siyasetmedar û rewşenbîrên kurd vê pirtûkê bi dest bixin û bi baldarî bixwînin.

Çend roj berê mamoste Brahîm Taş got “li Amedê li herêma Ofîsê bi navê Don Kişot pirtûkfiroşxeheke nû vebûye, em herin li wir hem çayeke germ vexwin û hem jî li pirtûkan binêrin ku pirtûkeke nû hatibe em bikirin.”

Em çûn rûniştin xwediyê wê jî hat û me dest bi sohbeteke germ kir. Min got di destê min de bi navê “Katalonya – Dîrok Ziman Otonomî -” pirtûkeke heye, ez niha dixwînim, geleke balkêş e. Xwediyê Don Kîşot nebêje:

“ Pirtûka min e. Necat Ayaz ez im.”

Ji bo min suprîzeke mezin bû. Nivîskar Necat Ayaz bi xwe ji Amedê ye. Mamosteyê zimanê îngilîzî ye. Pêşî li Stanbulê mamostetî kiriyeû piştre barkiriye Amedê. Li Amedê ji aliyekî ve mamostetî dike û ji aliyê din ve jî, bi hevalekî xwe re çendek berî niha cihê Don Kişot vekirine. Heta niha çend car çûye Katalonyayê. Niha li ser tevahiya Spanyayê pirtûkeke din amade dike. Mirovekî ciwan, zane, çalak, xwedî doz û projan e. Ji bo pêşerojê hêviyeke serkeftî di mejî û dilê min de çêkir. Ez li benda berhema wî ya nû me.

 

amedtigris@hotmail.com

 

Jêrenot: Zekine Turkeri jî bi tirkî bi navê “Bask Meselesi” pirtûkeke nivîsiye. Ez ê di demeke nêzîk de li ser vê pirtûkê û rewşa baskan jî nivîseke kurt amade bikim û biweşînim.

 


    [1] Pirtûka min a bi navê “Perwerdeya bi zimanê dayikê û PİRZİMANİYA FERMΔ di sala 2009an de li Stockholmê di nav Weşanên Apecê de derket. Çend meh piştre tirkiya wê bi navê “ANADİLİ EĞİTİMİ ve birden fazla resmi dil” dîsa ji aliyê Weşanxaneya Apecê ve li Stockholmê ji çapê derket. Sê meh bi şûn ve tirkiya wê bi heman navî li Stanbulê hat çapkirin.

    [2] Necat Ayaz, Katalonya- Dîrok, Ziman Otonomî- r.87. binêre

    [3] Heman berhem .r. 99 binêre.

    Nivîsa ku we şand admin

    Nivîsa wek hev

    Etîket

    Bi xwe re parvebike

    Şiroveyekê binivîse