B. Waletevîn

B. Welatevîn di sala 1953an de li gundê Fûmê ku li ser Licê ye hatiya dinê. Navê wî yê nifûsê Mehmet Hakkı Balta ye. Piştî cunta 12ê Îlonê koçberê Swêdê kiriye. Niha li Stockholmê dijî. Nivîskarê pirtûkên dersê bi taybetî yên sinifa 1, 2 û 3 ye. Çend ji wan ev in: Kurdiya Şirîn -I, Kurdiya Şirîn -II-, Gulbihar, Heywanên Kedî, Heywanên Kovî, Gulistana Çîrokan, Balinde, Pîvok. Di malpera www.e-weje. comê de jî gotar dinîvîse. Hemû berhemên wî bi kurdî ne.