PIRTÛK Û MIROV

MONTAIGNE

michel-de-montaigne-1350581880[1]Mirov bi tenê girîngî pê  didin tiştên ku di pirtûkan de hatine nivisîn.

Rastiyek heta di pirtûkek de  neyê ninivîsin, ew wek rastî nayê hesibandin.

Em bûdalatiyên xwe bi tîpan nivisîn giranbar dikin. Gotina min xwend,  jiya min  bihîst derbasdartir e. Lê ez ne  bawerim  destên mirovan ji devên mirovan  dewlementir e.

Ji ber ku ez baş dizanim qasî  ku em tewşomewşo dipeyivin  ewqas jî  tewşomewşo dinivîsin. Ji ber vê yekî ez jî dikarim qasî ku Aulus Gullius yan jî  Marobius  nivisînên, tiştên ku min dîtîye derpêş bikim.

Giş mînakên xwe ji biyanîyan û pirtûkên dibistanan girtin, ez her tim dibêjim debangî (ehmeqî) ye. Mînak, wek dema Homerus û Platon îro jî pir in.

Lê, em  li hizrên rastirîn zedetir li du  mînakên riyalî ne, li minakên riyalî digerin. Em berjengên (belgeyên) xwe ji dikanên pirtûkfiroşan derdixin û tînin ji nava tiştên ku em di gundên xwe de dibînin rastirîn û serdesttirîn didînin.

Dibe ku em nikarin tiştên li ber çavên  xwe di berçav de derbas bikin,  binirxînin, mînak biafrînin û ji nava wan berjengên xwe hilbibjêrin.

Dibe ku em bi kêrî  vî tiştî neyên.

Ku em bêjin em bi zanyarî û bi kêrhatîna xwe ne bawer in, kêmasiyên me hene loma. Ev gotin ne li cih ne.

Ewqas ku bi ya min em bikaribin tiştên ne pir giran û ne jî pir sivik  yên ku herî nasdarin, yên herî sadeyên nebalkêş ku  bi taybetiyên wan  bibînin, ji nava wan mînakên herî mezinên xwezayî, mucîzeyî  û yên dewlemendtirîn dikarin derînîn.

Bi taybetî di warê liv û têkoşînên mirovan de.

Nivîskar: MONTAIGNE
Ji pirtûka Ceribandinan
Werger: B.Welatevîn

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse