Pîra Gêzikçêker

Hebû tune bû. Pîreke gelek feqîr hebû. Li malê gêzik çêdikirin, dibir difrotin û debara xwe pê dikir. Êvarekê dema ji çêkirina gêzikan gelek diweste axîneke kûr dikişîne. Dibêje:

“Carekê mirov çi bixwesta daxwaza mirov bihata cih çi qas xweş dibû. Min dizanî min dê çi daxwaz bikira: xaniyekî nû, li ser masê min ê nan û qehwe tim amade bikira. Wê demê êdî hewcedariya min bi çêkirina gêzikan nedima. Bi gêzikan debar nabe.”Pîrê carek din jî kesereke kûr kişand. Ji nişka ve hew dît ku li hember wê nêçîrvanekî xurt rawesta ye. Ew destê xwe dibe tûrikê xwe, pencê kêvroşkekê jê derdixe, dirêjî pîre dike û dibêje:

“Vî pencê kêvroşkê bigire! Heke tu vî pencî li ser masê bi pêş û paş ve bibî û bînî, tu çi bixwazî daxwaza te dê bi cih bê. Lê divê tu ji bîr nekî ha, tu dikarî bi tenê du caran daxwaza xwe bibêjî!”

Pîra feqîr pencê kêvroşkê dike berîka xwe û piştiyê gêzikên xwe digre û diçe mala xwe. Tê gêzikên li pişta xwe li ber derî davêje erdî, diçe hundir û li ber masê rûdine û dibêje:

“Niha ez xwediya pencê daxwaziyan im, rojên xemgîn li pêş min in.”

Dest bi raman û gumanan dike:

“Gelo wî nêçîrvanê ciwan henekên xwe bi min kirin? Pencê kêvroşkê çawa daxwazên mirov bi cih tîne? Baş e, pêwîst e ku ez biceribînim, ka çi dibe.”

Her weha pîrê biryar dide tiştekî bixwaze ku bûyîna wî ne gengaz be. Ew ji berîka xwe penc dertîne, di masê de dide, bi pêş û paş ve dibe û bi ken dibêje:

“Niha ez tiştekî ku nikare bibe, dixwazim! Ez dixwazim xaniyê min sero bino bibe. Bilerize, jêr here jor, jor were jêr.”

Heywax! Di cih de xaniyê pîrê diheje, sero bino dibe. Pîrê bi xwe dipeke der. Di dawiyê de binxanî dibe binbanî û binbanî dibe binxanî.

Pîrê ji hêrs û tirsê diqîre:

“Li min rebenê! Ez çiqas dîn im! Niha bi tenê daxwazeke min maye. Ez çi daxwaz bikim gelo? Ez dibêjim, daxwaz bikim ku xaniyê min wekî berê lê bê.”

Ew xwe nêzîkî masê dike û pencê kêvroşkê li ser masê carek din dibe û tîne û dibêje:

“Ez dixwazim bila xaniyê min wekî berê lê bê!”

Weylo! Ji nişka ve xaniyê pîrê wek berê lê tê. Ew li ber masê rûdine. Dibêje:

“Min çi bi serê xwe anî? Ka ez fikirîbûm ku maseyekê bixwazim ku tim li ser wê xwarin û qehwe hebe û qet kêm nebe. Niha ez êdî nikarim tiştekî daxwaz bikim. Du carî min çi xwest pêk hat.”

Pîra reben heta dawiya jiyana xwe feqîr ma. Ew qet nebû xwedî xaniyekî xweşik û li ser masê nan û qehwe jî nedît.

Çîroka fînî

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse