PERDEYA XEYALÊN TAZÎ

Rojan

xwe ji min vedişartin

şevan

xwe bi min nimandin

hêrsa ewrên tarî radibû

asîman

di birîna kezeba xwe de

diqelişî

çirûskên stêrkan vedimirîn

heyv

di kîn û nefreta xwe de

ji nişka ve com dibû

hawîrdor

di toz û dûmaneke reş de

hatibû rapêçandin

çiya

di raperîna xwe de

diqêrîn

barana xemkêş

di hinavên min de melûl melûl

dixuşî

min

perdeya pencera jiyana biêş

li ser xwe digirt

hevîrê bîranînên şîrîn

tirş dibû

tabloyên dîwarên odê

di bêkesiya xwe de

bi îskeîsk digirîn

asoyê tenetiya wêran

diqermiçî

bêçaretî û kovanên xwe

mîna şereba sor

bi qurtequrt vedixwim

ji şaxên dilê xapînok

pelên serxweş

diweşin

xew di tirsa rondikên janê de

difetisî

serê min

mîna şervanê çol û pesaran

tim di nav bela de ye

şevşevokên dirinde

mêjiyê xeyalên aram

dikuncirînin

di albûma demsalên derewîn de

wêneyekî rengvemirî me

rûyê giyanê min

bi kul û kederan

hatiyê boyaxkirin

bi tevna lezeta pêşerojê

şadiya salên têkçûyî

dihûnim

li koretariya xewle

qêrîna bêdengiyê me

li şikeftên tenha

bi kurtepisteke nependî

deng vedidim

di aloziya êş û nalînên xwe de

kamil dibim

kêla gora xwe ya derbeder

li ser pişta xwe

digerînim

bi lorîna strana dilşewat

bedena xwe yê tazî

dinixumînim

 

 

Xizan Şîlan

2010-06-02

Stockholm

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse