Parkşano

Li Swêdê havînan parkşano ji aliyê çanda zarokan ve roleke mezin dilîzin. Şanoyên ku li der ve, li parkan tên lîstin re parkşano dibêjin.

Bi piranî û giranî parkşano ji bo zarokên biçûk tên lîstin. Piraniya van şanoyan ji aliyê kesekî ve tê pêşkêşkirin. Şanogerên parkşanoyan bi gelemperî komîker in û bi zarokan henek dikin, zarokan didin kenê.

Di parkşanoyan de dik (sehne) tune û li parkê dest bi lîstika xwe dikin. Ji ber vê yekê navê parkşanoyê (parkteater) lê kirine.

Şanoger bi zarokan re dikevin nav dîyalogê û carnan zarokan jî vedixwînin tevlê lîstikê dikin. Zarok ji  wan pirsyar dikin û ew jî bersiv didin.

Şanoyên parkan bi qasî meheyeke li herêmên cuda rojê li ciheke bername pêşkêş dikin. Bav û dê zarokên xwe digirin û diçin wan parkên ku  şanoger li wir lîstikên xwe pêşkêş dikin. Weke nimûne îsal li bajarê Stockholmê  ji roja heftê mehê ve parkşanoyan dest bi bernameyên xwe kirine û heta 26 mehê dom dike. Rojê cih an li çend cihan bername hene.

Lîstikên weha yên li parkan ji bo zarokên kurdan gelek girîng in. Li Kurdistanê li bajaran piraniya zarokan hatine asîmîlekirin û bi kurdî nizanin. Heger ji aliyê hinek dem û dezgehan ve şanoyên weha her roj li taxeke were peşkêşkirin dê ji bo pêşketina kurdî rol û bandoreke mezin bilîze. Pêş li asîmîlasyona zarokan bigire an bend bike. Heta ev şano seyar bin her hefte li bajarek an li navçeyeke bin çiqas baş û serkeftî dibe.

Divê Kurdî-Der, dem û dezgehên çandî  xwe ji bernameyên weha re amade bikin. Piraniya mamosteyên ku malnişîn bûne dikarin di şûna ku demê xwe yên hêja di çayxaneyan de bi lîstikên kaxizan derbas bikin, xizmeteke weha pîroz bikin ne baştir e. Ji xwe bi salan zarokên kurdan asîmîle kirin, qet nebe xwe bi karekî weha efû bikin.

A. Tîgrîs

amedtigris@hotmail.com

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse