Paradîs û buhişt

paradisHeta niha li gor mîtolojî û çîrokan û niha jî li gor arkeolog û lêkolîngerên dîrokî buhişt (cennet-paradîs) li Kurdistanê ye. Hinek ji wan dibêjin li nêzîkî Zagrosan û hinek jî dibêjin mirov dikare bêje li nêzîkî derdora gola Wanê ya îroyîn e. Zincîra Zagrosan ji xwe ji bakur ve ji bakurê herêma Wanê dest pêdike û ber bi başûr ve diçe. Wek tê zanîn Zagros dergûş, serçavî, cih û destpêka şaristanî û mîtolojiyan e. Aden li zagrosan e û Adem li Adenê hatiye afirandin. Buhişt li wir e û di nav de çar çem diherikin.
Ji wan yek (Tîgra) Dîcle ye û yê din jî Ferad e. Di Tewratê de ev herdu nav hene. Lê navên herdu çemên din tune ne. Tê texmîn kirin ku ew herdu çemên ku navên wan di Tewratê de derbas nabin, yek jê Zêyê (Zap) Mezin û yê din jî Zêyê Biçûk e. Cihê Tofan û keştiya Nûh jî li gor Tewrat û Încîlê li çiyayê Agiriyê û li gor Kuranê jî li Cûdî ye. Nivîskarê Amerîkî Andrew Collins jî dinivîse ku ”rast e, mîtolojiya buhiştê li wê herême derbas dibe û cihûyan (yawîdiyan) mîtolojiyê guhertiye…” Gotina paradîs ji wê demê ve heta îro tê û gotineke orjînal e. Gotina ”paradîs” ji zimanê herêmê derbasî Ewropayê bûye.* Orjîna kurdî ”pareza” û ya farisî jî ”paradaeza” ye. Wateya wê bexçe ye. Niha jî li herêmên Amed, Batman, Bedlîs û Wanê ji bexçê an jî bostanên ber malê re ”parêz” dibêjin. Di pirtûkên olî de jî buhişt tê wateya cihê, dar ber û şînahî. Em dikarin bi hêsanî di şûna gotinên ”cennet” û ”buhiştê” de gotina paradîs jî bi kar bînin.

________________________
*Amin Maalouf, Semerkan, çeviren Esin Talu, Yapı ve Kredi.1993, rupel 194

Nivîsa ku we şand Amed Tigris

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse