Nîşan û Dawet li Tehranê bi farisî hat çapkirin

Pirtûka Amed Tîgîrs a bi navê Nîşan û Dawet car pêşî di sala 1991ê li Stockholmê ji aliyê weşanxaneya APECê ve  hatibû çapkirin. Weke ku di navê pirtûkê de jî diyar e, li ser nîşan û dawetên kurdan ên demên berê ne. Ji ber sedemên bajarvanî, teknîk û asîmîlasyonê îro êdî ev adetên kurdan nemane an jî gelek kêm bûne. Bi tenê li hin gundên çiya û dûrî bajaran mane. Ew jî roj bi rojê dikevin ber pêlên asîmîlasyona dewletên dagîrker û navnetewî. Herweha çanda kurdan a bi hazar salan yek bi yek wenda dibe û tê ji bîrkirin. Çanda me kurdan a dewlemen ketiye ber ba û bagerên tv û salonên dawetên ên dagîrker ên Kurdistanê. Êdî nifşên(neslên) me yên ciwan ne li gorî edetên demê berê nîşan û dawetên xwe dikin, li gorî dagîrkeran li salonên tingir minir  xwe dilerzînin, dileqînin û dibin û tînin. Karesateke mezin û nedîtî ye.

Ebas Ferhadî Tûpkanlû ji kurdên Xoresanê ye. Ew endazyarê mekanîk ê beşê navenda kehrebê ye. Çend sal berî niha Ebas Ferhadî Tûpkanlû xwest ku  pirtûka Nîşan û Dawetê wergerîne farisî. Ji ber ku kurdên Xoresanê 5 00 salan in ku ji Kurdistanê koçberê Xorasanê kirine. Armanca koçberkirinê ji axa bav û kalan dûrxistin, li wir  asîmîlekirin bû. Lêbelê bi hemû zilm û zordestiya dagîrkeran dîsa jî kurdên Xoresanî heta niha zimanê xwe parastine.  Lê hezar mixabin piraniya çanda xwe ji bîr kirine. Bi taybetî nifşên nû ji çanda nîşan û dawetên bêpar hatine hiştin. Li ser navê bajarvaniyê, nîşan û dawetên serdestan teqlîd dikin. Piraniya ciwanên kurd ên xoresanî niha nikarin bi kurdî  bixwînin û binivîsin, ji ber ku perwerde bi farisî ye û kurdî qedexe ye. Birêz  Ebas Ferhadî Tûpkanlû bi armanca ku ciwanên Xoresanî  di derbarê çanda xwe ya nîşan û dawetê de agahdar û serwext bin pirtûka Nîşan û Dawetê wergerandiye farisî.
Weke ku hûn dibînin di bergê çapa Stockholmê de wêneyên jinên berbûkî hene û ser çavên wan vekirî û xuya dikin, li Îranê nikaribû ne destûr bigirin ku bi bergê orjînal çap bikin. Ji ber vê yekê ji bo çapa farisî bergeke nû hatiye amade kirin ku ser û çavên jinan nexuyaye. Ev jinên ku wêneya wan li ser bergê farisî ne, ji herêma Xoresanê ne.

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse