Nirxandineke pêwîst li ser Konferansa Ziman a Neteweyî

 

Konferansa Ziman a Neteweyî ku amadekarên wê û çapemeniya kurd ji bo çareserkirina problemên zimanê kurdî roleke mezin lê barkiribûn, bi dawî bû. Nûçe an nûçe-nirxandinên di her sê rojên konferansê û piştî konferansê hatin weşandin de hema hema bi yekdengî li ser xurtbûna beşdariyê, berfirehbûna mijaran û wekî ku amadekarên konferansê jî dil kiribûn, li ser rola wê ya dîrokî ya li ser pêşeroja zimanê kurdî hatin sekinandin. Tunebûna analîzeke objektîf li ser vê mijarê,  pêwîstiyek ji bo nivîseke bi vî rengî ku hewl dide nirxandinekê bike derxist holê.

Yekemîn rastiya ku divê mirov qebûl bike ew bû ku konferans ji aliyê naveroka xwe û beşdariya xwe ya rengîn a ji hemû parçeyan û herwiha ji welatên din, gelek xurt bû. Lewma çav li rê bû ku di van mijarên berfireh û girîng de beşdar lêkolînên xwe pêşkêş bikin û bi vê riyê jî mijarên xwe zelal bikin. Dîsa, lêkolînên nû tune be jî (a rast divê lêkolîn hebin û divê mirov bipirse ku dema beşdar ne xwedî hin gotinên nû bin ji bo çi beşdarê çalakiyeke wiha dibin) çav li rê bû ku di axaftina beşdaran de mijar bi rengekî enformatîv bihata pêşkêşkirin ku qet nebe meseleyên li ser dihatin sekinandin hinekî di serê mirovan de bi zelalî bihatana famkirin.

Dema bi riya liberçavgirtina van pîvanên ku me diyar kirin mijarên hatin pêşkêşkirin bên nirxandin, di cî de mirov dibîne ku çend kes ne tê de, bi giranî axaftinên hatin kirin ne li ser lêkolîn an encamên nû hatibûn sazkirin û ne jî naveroka axaftinan enformatîv bû. Ji ber vê rastiyê, gelek axaftin bêyî ku sernivîsên ji bo wan hatibûn tespîtkirin vekolin û wan zelal bikin, li dora mijarê (heta hin ji wan dûrî mijarê) çûn û hatin û dîsa, bêyî ku li konferansê tiştekî zêde bikin an di hişê beşdarên din de tesîrekê bihêlin, bi dawî bûn.

Beriya nirxandina mijarên hatine pêşkêşkirin divê bi taybetî li ser axaftina nûnerê TZP Kurdî ku di beşa Bixêrhatinî û Axaftinan’de hate kirin bê sekinandin. Çav li rê bû ku piştî axaftinên kurt (her çiqas yek ji wan helbest be jî) ên beşdarên başûr, roava û rohilat temsîl kirin, nûnerê tevgera navborî jî axaftineke kurt bike û paşê konferans dest bi xebata xwe bike. Mixabin axaftina nûner hemû libendemayina beşdaran vala derxist û bi dirêjahiya xwe (belkî ji ber ku ew xwediyê malê be mafeke wiha ji xwe re diyar kiribe) gihîşt rekora axaftina herî dirêj a bi vî rengî. Piştî ku beşdar şaşwaziya li hember vê surprîzê ji ser xwe avêtin, bê hemdê xwe li broşûra ku li hemû beşdaran hatibû belavkirin nêrîn û vê carê rastî surprîzeke din hatin. Axêverê li pêşberî wan, nivîsên vê broşûrê yên wekî di bin sernivîsên ‘Mirov û Ziman, ‘Bingeh û Cih û Warê Belavbûna Çand û Zimanê Aryen’, ‘Pêşnûmayek ji bo Kurtedîroka Zimanê Kurdî’, ‘Pişavtin’ û hetta ‘Pişavtina Bi Darê Zorê ya li Ser Jinê’ ji wan re yek bi yek dixwend! Tiştekî tenê mabû ku beşdar (hin ji wan êdî di broşûrên vekirî de axêver dişopandin) vê formata axaftina tekstan ku encax di dibistanên seretayî de di dersên ji bo pêşxistina xwendin û guhdarîkirinê de tên bikaranîn, wekî xwendekaran guhdarî bikirana.

Piştî çend gotinên pêwîst ji bo axaftina destpêkê, em vegerin pêşkêşkirina çend mijarên girîng ên konferansê ku wisa xuya dikir hêviyeke mezin ji wan dihatin kirin. Yek ji wan, Birêxistinkirina Pergaleke Ziman a Kurdistanî bû ku ji aliyê heman organîzatorê konferansê yê axaftina destpêkê kiribû hate pêşkêşkirin (bi rastî hate xwendin). Di dewsa vekirina nîqaşê li ser ‘tevgereke ziman a çawa’ û paşê jî pêşniyazkirina modeleke maqûl ku dikaribû bi liberçavgirtina tecrûbeyên têkoşîna ziman ên gelên din bihatana zelalkirin, tevgereke ziman a navendîparêz hate pêşniyazkirin. Li gorî vê modela antî-demokratîk ku cihêrengiya parçe û herêman li ber çav nagire û di dewsa pejirandina nêzîkbûna demokratîk a ‘yekitiya xebatên ziman di nava cihêrengiyên rêxistinî de’,  ji beşdaran hate xwestin ku ji bo avakirina rêxistineke hiyerarşîk ku ji deh salên ewilî yên sedsala 20’an maye, ciyê xwe bigirin. Pêşniyazkirina modelekê ku li ser bingeha navendekê li jor û şaxên li jêr ku bi hiyerarşiyekê girêdayî jor in, ez ne bawer im heta niha bûbe model ji tevgerên ziman ên li cîhanê re. Duyemîn tiştê divê bê gotin jî ev e ku modeleke wiha li hember paradîgmaya tevgera kurd a li ser bingeha civaka demokratîk hatiye avakirin nakokiyeke mezin pêk tîne û lewma jî divê ser vê mijarê neyê girtin û nîqaşên berfireh bên meşandin.

Yek ji rûniştinên ku roja ewilî ya konferansê li ser hate sekinandin û bêyî ku ti encam bi dest bikeve bi dawî bû, bê guman mijara ‘Di Pêkhatina Yekitiya Neteweyî de Rola Ziman’ bû. Bi rastî beşdar li bendê bûn ku nîqaşa zimanê stardart a ku êdî di navbera zimannas û nivîskarên başûr de gihîştiye asta pevçûnê li Amedê jî rû bide. Heman xirecir li vir jî pêk hat û rûniştana ewilî vegeriya destnîşankirina daxwaza zimanê standart (nav nehat gotin lê herkes dizanibû soranî tê pêşniyaz kirin) ji aliyê hin axêverên soranî û paşê jî bi pirs-bersivên beşdarên kurmancî ku cot-standardiyê pêşniyaz dikirin, vegeriya îhtiraza li hember vê nêzîkbûnêç Ne pêwîste mirov bîne ziman ku vê rûniştinê bêyî ku bigihîje konsensûsekê an qet nebe bigihîje hin encamên maqûl, bi dawî bû. Herwiha divê hin aliyên ku di axaftina moderatorê vê rûniştinê Osman Ozçelik’de derbas bû, neyê ji bîr kirin. Ozçelik bi armanca bersivdayina dîtinên Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arınç, encamên lêkolîna xwe ya di warê îmkanên kêm ên peyvnasiya zimanê tirkî de ku li ser ferhengeke tirkî kiribû, bi şêweyeke neteweperest anî ziman û paşê jî xwe negirt û got ku ‘tirkî zimanekî esperanto ye û li ser masê hatiye çêkirin’. Divê mirov bipirse ku di konferansa ji bo parastina zimanê kurdî de armanca biçûkxistina zimanê tirkî çi bû? Wekîlên kurd ku li Tirkiyeyê doza demokrasiyê ji hemû gelan re dikin, çawa dikarin ewqas bi hêsanî argûmanên neteweperest bi kar bînin?

Di rojên duyemîn û sêyemîn de hin mijarên ku divê mirov bi kurtahî li ser bisekine jî Pergala Perwerdeyê û Sazî û Akademiyên Ziman bûn. Di van her du rojan de, lêkolînekê ku bala gelek kesî kişand (di wateya hem alîgir û hem jî li dij de) bê guman gotara ku ji aliyê Şerîf Derînce hate pêşkêşkirin bû. Derînce, li ser bingeha modelên perwerdehiya bi zimanê dayikê yên li Herêma Xweser a Baskê û eyaleta Kanadayê Quebecê, pêşnûma-modelekê ji bo zarokên kurmanc ên dibistana seretayî pêşkêş kir. Ev pêşnûma-modela ku cara ewilî nîqaşa heterojeniya zarokên kurd, li gorî dilê dê û bavan modelên cihê û ji bilî zaravayan azadiya perwerdeyê ji bo devokan jî anî rojevê, wisa xuya dike ku wê hîn bê nîqaşkirin. Ji bo nirxandina vê modelê ku di navberê de çend beşdarên konferansê di sohbetan de bi hêrs li hember wê helwest girtin, divê çend tişt bên gotin. Bi ya min, hem ji aliyê mafên ziman ên malbatên kurd ve û hem jî aliyê bersivdayina normalkirina zimanê kurdî ve hin problemên modelê hebûn. Yekemîn, di vê modelê de beşek ji bo dê û bavên ku bixwazin zarokên wan di çend salên ewilî yên dibistanê de perwerdeyê tenê bi zimanê wan bê kirin, tuneye. Di hemû modelan de di sala yekemîn ê dibistanê de dersa tirkî dest pê dike. Duyemîn, ji ber vê yekî jî ji bo zêdekirina rêjeya kurdî-axêvan di nava civakê de bersiveke xurt nade. Ji ber ku model li ser pirzimanî hatiye avakirin, tercîha modelan ji malbatan re hatiye hîştin ku bi îhtimaleke mezin ji ber prestîj û kêrhatina tirkî ya di civakê de, piraniya malbatan wê jêr-modelên li ser tirkî an tirkî-kurdî hatine avakirin bipejirînin.

Mijara dawî ku em ê li ser çend gotinan bêjin rûniştina bi navê ‘Di Pêşvebirina Ziman de Rola Sazî û Akademiyan’ bû. Di vê rûniştinê de mijara Saziyên Akademîk û Zimanê Kurdî hate pêşkêş kirin û çav li rê bû ku naverok û forma xebatên sazî an akademiyên ziman bên zelalkirin. Ev jî nebe, mirov hêvî dikir ku beşdar çend gotin li ser ka ew akademiyeke çawa dixwaze an pêşniyazên wî yên ji bo rol û xebata Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî ku kurtedemek berê hate damezrandin çi ye, bigotana. Mixabin di dewsê de hin agahiyên ensîklopedîk li ser nav û dîroka hin akademiyên ziman û hin xebatên ewilî yên li ser kurdî hatibûn kirin, hate dayîn. Dema ev rûniştin jî bi dawî, li ser rola saziyên navborî ya di parastin û geşkirina ziman de ti tişteke kêrhatî ku mirov bi bîr bîne di hiş de nema.

Di dawiyê de wekî encam, bi kurtahî li ser konferansê ev dikarin bên gotin:

-          Di mijara birêxistinkirina tevgereke ziman de bêyî ku tecrûbeyên cîhanê li ber çav bên girtin tevgerek hem ji aliyê modelê ve ne demokratîk, hem jî bi îddiaya xwe ya ‘neteweyî’ ne realîst e hate pêşniyaz kirin û bêyî ku bê niqaş kirin hate pejirandin;

-          Mijara rola ziman a di yekitiya neteweyî de rastî astengiya yek-standardî û cot-standardî hat û encamekê jê derneket;

-          Di problema pirelfabetiyê de her alî seriyekî kişand û konsensûsek li wir bimîne, di navbera dîtinan de nêzîkayiyek jî çênebû;

-          Di mijara pergala perwerdeyê de ji bilî ya Ş. Derînce ti kesî modeleke din pêşkêş nekir û  mijar ronî nebû;

-          Di mijara rola sazî û akademiyan de tiştekî kêrhatî nehat gotin û mirov dikare bêje rûniştina herî lawaz ê konferansê ev bû;

-          Di rûniştina ewil de bikaranîna argûmanên neteweperest li hemberê zimanekî din ji aliyê siyasetvanekî ve û xweşbûna dilê gelek beşdaran ji ber vê helwestê, ji bo paradîgmaya civaka demokratîk alarmekê ye;

Hin rastiyên Konferansa Ziman a Neteweyî ku bi beşdarî û naveroka wê ya xurt (hetta bi dîrokîbûna wê) danasîna wê dihat kirin û hem ji aliyê organîzatoran ve û hem jî di çapemeniya kurd de gelek rol lê hatibû barkirin, ev bûn. Me li vir hewld da ku ji aliyê hin mijar û nêzîkbûnan ve konferansê binirxînin û bigihîjin hin encamên giştî. Lewma me hewce nedît ku yek bi yek li ser mijar û axaftinan bisekinin û ji aliyê kêmasî û xurtbûna wan binirxînin. Pir zelal e ku encamên ku li vir me bi dest xistin nîşan didin ku di konferansê de wekî ku di çapemeniya kurd de cî digire, ji bo çareserkirina problemên zimanê kurdî nîqaşên xurt nehatine meşandin û encamên girîng derneketine holê. Bi vê beşdarî û bernameya berfireh çav li rê bû ku ji konferansê encamên xurt derketana. Lê rastiyeke din jî divê bê gotin ku organîzasyona konferansê karibûye hejmareke zêde lêkolîner, perwerdekar û akademîsyen û xebatkarên din ên ziman ji her aliyê cîhanê bîne cem hev û di warê xebatên ziman de di navbera wan de pirekê çêke.

Bi ya min, digel ku konferans di ser wê re derbas bûye jî, hem ji bo duh û hem jî ji bo îro pêwîstiya amadekirina siyaseteke ziman a demokratîk û avakirina tevgereke ziman a demokratîk du mijarên herî girîng ên têkoşîna ziman in. Encax dema ku ev her du mijar bên zelalkirin, wê riya têkoşîna ziman ronî bibe û hemû çalakî û bernameyên din ku ji bo ziman tên lidarxistin wê watedar û sûdewar bin.

Necat Ayaz                                                                                                                                                          13. 03. 2012

 

 

 

 

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse