Mûsa Anter hat bibîranîn

19 mîn salvegera şeyîdbûna Mûsa Anter li Amedê hat bibîranîn. Wek tê zanîn Mûsa Anter di 20ê îlona 1992an de, li Amedê ji aliyê hêzên dewletê yên veşartî ve hatibû şehîd kirin. Îro (20. O9.2011) Mûsa Anter li Amedê bi çalakiyên curbe cur hat bibîranîn.

Saet di 12.00an de li herêma Seyrantepê li ser riya mezin ku peykerê wî li wir çêkirine bi sedan mirov kom bûn. Piraniya beşdaran xebatkarên çapemeniyên bûn. Berpirsê rojnameya Azadiya Welat Haqî li cem peykera wî axaftineke kurt kir. Kuştina wî û şehîdên çapameniya azad bi bîr anî û xwest ku kujerên Apê Mûsa û hemû şehîdên çapemeniya azad werin  diyar kirin û darizandin. Piştre beşdaran dest bi meşeke kirin heta cihê ku Apê Mûsa li wir hatibû qetil kirin meşiyan. Di navbera cihê peykera wî û cihê kuştina wî de 200-300 metre heye. Li wir li erdê wêneyên hemû şehîdên çapemeniya azad li ber diwarekî dirêj bi rêz kiribûn. Beşdaran gulên destên xwe yeke bi yek danîn ber wêneyên şehîdan. Li wir ji axatineke kurt hat kirin û durûşmayên azadiyê qîriyan, xwestin kujer werin darizandin û piştre belav bûn.

Êvarê saet di 20.00 de, li Navenda Çanda Cegerxwîn bernameya xelata Apê Mûsa dest pê kir. Lawê wî Dîcle Aneter û gelek kesên din jî beşdarî bernameyê bûn. Piştî axaftina vekirinê  di mijara şehîdên çapemeniya azad de sînavîsyoneke hat şandan. Di gelek mijaran de xelatên çapemeniya azad hatin dayîn.

Di beşa nûçeyên kurdî de, ji Ajansa ANFê bi sernivîsa “Ji bo bilindahiya rojê ku ji rojhilat hiltê mînakek, Avdirrehman Gök û Samî Yilmaz xelata yekem girtin. Di mijara nûçeyên tirkî de jî ji ajansa DİHA Mutha Çetin û Evrim Kepenek xelata yekem girtin. Xelata jîriyê jî, dan nûçegihanê Haber Turk İlyas Akengin. Xelata yekem Şaredarê Bajarê Mezin birêz Osman Baydemîr bi destê xwe da û ya duyemîn jî şaredarê bajarê Sûrê birêz Evdila Demîrbaş da xelatgir. Piştî dayîna xelatan resepsiyonê dest pê kir.

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse