Modêla perwerde ya 4+4+4an

Li Tirkiyê dixwazin sîstema perwerdeyê ya dibista seretayî biguhêrin. Heta çend sal berê li Tirkiyê dibistana seretayî 5 sal, ya navîn 3 û lîse jî dîsa 3 sal bû. Dibistana seretayî 5 sal û mecbûrî bû. Piştre gotin perwerdeya 5 salan ne bes e û em ya 3 salan jî bikin ser û bila dema dibistana seretayî bibe 8 sal. Belê ev çend sal in ku dibistana seretayî 8 sal in. Bi dibistana 8 salan re problemên mezin derketin pêş perwerde û hîndekariyê. Mamoste nedîtin, mamoste dîtin vê carê avahî û pol nedîtin. Li hinek cihan mamoste û pol dîtin vê carê materyal nedîtin, kaoseke mezin derket holê û sîstem felc bû.

Niha jî dixwazin vê sîstema felckirî ji nû ve biguhêrin û xwedê giravî zindî û jîndar bikin. Dixwazin dibistana seretayî bikin sê pêngav  her pêngaveke jî çar sal be. Ji ber vê yekê navê modêla “4+4+4” lê kirine. Pêşnûmeya modêla “4+4+4” niha di komîsyona jêrîn a parlamentoyê de ye û li ser gengeşe dikin.

Qaşo bi modêla “4+4+4” dixwazin perwerdeyeke nûjen bînin Tirkiyê. Dixwazin piştî çar salan şagird li gor daxwaz, qebîliyet û hunerê xwe hinek beşan hilbibjêrin. Şagird bikaribin herin dibistanên pişeyî. Armanca hukumeta AKP bi vê sîstemê ew e ku rê li ber dibistanên îmam xetîban vekin.

Rê li ber îmam xetîban vedikin
Piştî çar salan divê piraniya şagirdan birêkin dibistanên îmam xetîban. Heta niha piştî sala heştan dikaribûn herin lîseyên îmam xetîban. Niha ku ev sîstem an modêla “4+4+4” were qebûl kirin dê piştî çar salan şagird bikaribin herin îmam xetîbê. Lê hukumet dîsa dixwaze vê armaca xwe veşêre û navê dibistanên pîşeyî li wan dike. Hukumeta kone li dek û dolaban digere. Dema nav bibe dibistana pîşeyî, êdî kes nikare behsa îmam xetîbê bike. Di bin sîwana pîşeyî de dixwazin îmam xetîbê veşêrin.

Çend hefte berî niha serokwezîr Recep Tayyip Erdogan di axavtineke xwe de gotibû ku “ armanca me ev e ciwanên xwe bi îman û dîndar bigêhînin…”

Niha baş diyar û zelal dibe ku ew gotinên Erdogan sînyala destpêka pêşnûmeya vê modêla 4+4+4 bû.

Ji derî îman xetîbê  zarokên ku herin dibistanên weke teknîk, tamîr, elektrîk, dartiraşî an jî berberiyê dê rewşa wan çawa û çi bibe dibe? Zarokên 10-11 salî çawa dikarin di vê temenê xwe de karê pîşeyî yên weha giran û zehmet bikin?  Ev karekî ne pêkan e, hebe tune be  careke din xapandin e.

Wezîrê perwerdê û berdevikên hukumetê bi yek devek dibêjin û dinivîsin ku li welatên weke Fînalandya, Swêd, Almanya, Norveç hwd. din jî modêl û sîstemên weha hene. Ev ne rast e. Wek nimûne li Fînlandya , Norveç û Swêdê dibistanên seretayî 9 sal in û heta sala 9an mecbûrî ye. Bi tenê ji bo perwerdeyê hêsantir bikin ji her sê salan re navekê lê kirine. Ji hersê salên pêşî re (polên 1, 2, û 3) dibêjin pêngava “nizim”, ji hersê salên pişt wê re dibêjin “pêngava navîn” (polên  4, 5 û 6) û ji hersê salên dawî re jî dibêjin “ pêngava bilind.” (polên 7, 8 û 9). Ev hersê pêngav berdewamiya hev in û ji hevdu nayine qut kirin.

Wê demê taybetiyên van her sê pêngavan çi ne gelo?

Li van welatên ku min li jor navên wan got, li gor van pêngavan mamoste û materyalên perwerdeyê amade dikin. Mamosteyeke/î pênvaga nizim piştî dibistana mamostetiyê di gelek semîner û kursên taybetî de tên derbas kirin. Ew dibin pisporê pêngava xwe. Ji sala yekem dest pê dikin û heta sala sêyem pola xwe didin xwendin. Piştî sala sêyem di sala çaran de dîsa vedigerin serî ango vedigerin pola yekem. Taybetiyeke pêngava nizm heye ku zarokên vê pêngavê bi temen biçûk in. Loma li hinek herêman bi tenê dibistan ji bo pêngava nizm  in. Dema şagird diçin pola çaran vê carê diçin dibistanên ku pêngavên navîn û bilind li wir in. Li hinek herêman jî bi tenê dibistan ji bo pêngavên navîn û bilind in. Dîsa li hinek herêman şagirdên hersê pêngavan jî di heman dibistanê de ne. Li her dibistanekê ji bo her pêngavê korîdoreke serbixwe heye. Piştî qedandina pola nehan şagirdên ku bixwazin diçin lîseyên normal û yên din jî yên  ya kar dikin ya jî  diçin dibistanên pîşeyî. Piraniya dibistanên pîşeyî jî du an sê sal in. Weke nimûne kesê ku bixwaze bibe berber, aşçî, badanacî an jî tamîrcî diçin dibistanên pîşeyî. Lêbelê li Almanyayê piçekê rewş guhertiye.

Li Almanyayê  rewşa dibistanên sereta
Li Almanyayê dibistana seratayî 4 sal in, lêbelê hin dibistanên 6 salî jî hene. Mînak: Li Bremenê  hin dibistan 4, hin jî 6 sal in. Lêbelê piraniya wan 4 sal in. Bernamaya pola 5 û 6an li dibistana seratayî û li dibistana piştî  wê jî ku jê re Oberschule tê gotin mîna hev in. Xwendina mecbûrî li Almanyayê 10 sal in. Destpêkirina ango çûyina dibistanên pîşeyî piştî qedandina pola 10an e.

Zemanê berê li Almanya zarokên ku pirsgirêkên wan yên tendûristiyê ango yên seqetiya mejî, guh, çav ûhwd. tinebûn dişandine dibistana seratayî. Yên pirsgirêkên wan hebûn jî yekser dişandin dibistanên wan yên taybet.

Zarokên ne seqet, lêbelê yên ku rewşa wan ne baş bûn an jî di waneyên (dersên) xwe de ne serketî bûn, di warê hînbûnê de pêşnediketin, pêşî rewşa wan a hînbûnê dihat şopandin û nirxandin. Ji aliyê kesên pispor ve bi wergirtina dilxwaziya malbatan dihatin testkirin û di pey re bi derfetên dewletê di nav komên biçûk de dihatin perwerdekirin. Eger tevlî van hewldan û pêşkêşkirina van derfetan, di rewşa perwerdeya zarokan de pêşketin çênebûba, piştî pola çaran wan dişandin dibistanên taybet ku ji wan re SONDERSCHULE dihat gotin.

Piraniya şagirtên neserketî zarokên karkerên biyanî yên ku çûne li Almanyayê kar dikir an jî zarokên penaberan bûn. Zarokên ku diçûn dibistanên taybet (Sonderschule) nikaribûn herin li lîseyên normal bixwînin. Herweha dîplomayên wan jî, ji bo zanîngeh û herwiha dibistanên pişeyekî nekêrhatî bûn. Loma xelkê navê “dibistanên kêmaqilan” (gerîzekalıların okulu) li van dibistanan kirine. Di derheqê van dibistanan de gelek rexne hene û niha statuyên hinekan guhertine û dixwazin ji binî ve van dibistan ji holê rakin.

Modêla 4+4+4 û zarokên kurdan

Wezîrê perwerdeyê Ömer Dînçer dibêje ku “min ji bo vê modêla 4+4+4 serokwezîr Recep Tayyıp Erdogan îqna û serwext kiriye. Em ê hinek guhertin çêkin dibe ku ne 4+4+4 be, dikare 8+4 be. Ango piştî pola 8an şagird bikaribin dibistana pîşeyî hilbibjêrin…” Lê hîn ev modêl ne zelal e. Weha xuya dike ku di navbera van çerd roj an jî hefteyan de rewşa modêlê zelal û diyar bibe.

Ji xwe sîstema 8 salan a ku niha di pratikê de ye, li Kurdistanê nameşe û ji bo zarokên kurd kadasrofeke mezin e. Asta perwerdeyê derxistin 8 salan, lê dibistan, mamoste, pirtûk û materyalên dersê li herêma Kurdistanê tune ne. Di vê rewşê de zarokên ku li herêma Kurdistanê dixwînin nikartin bi yên herên metropol û bajaran re bikevin heman azmûnan. Riya xwendinê weha li wan hatiye girtin. Heger ev modêl an jî sîstema 4+4+4an were qebûl kirin û bikeve pratîkê dê li Kurdistanê di warê perwerde û hîndekariyê de karesateke mezin pêk were. Piştî sala çaran dê piraniya zarokên kurdan hem nexwazin û hem jî nikaribin li gorî derfet û mercên vê modêla nû bixwînin. Bi taybetî dê şagirdên keç dev û dest ji dibistanê berdin. Hinekan bidin mêr û yên din jî weke li Almanyayê herin dibistanê kêmaqilan. Li ser navê dibistanên pîşeyî riya xwendina bilind carek din li pêşiya şagird û xwendekarên kurd were girtin. Di nav kurdan de rêjeya xwendinê kêmtir bibe.

Amed Tîgrîs

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike