Modela Endonezyayê

Niha di van rojan de gelek  burokratên derdora hukumeta AKP û nivîskarên AKPî û yên  ku nêzîkî AKP ne behsa modela Endonezyayê dikin. Dibêjin û dinivîsin ku “Modela Endonezyayê  dikare ji bo kurdan bibe modeleke nimûne…”

Gelo modela Endonezyayê çi ye û çawa ye? Çima van kesên ku dijmintiya kurdan dikin niha vê modela Endonezyayê ji bo kurdan nimûne didin û dibînin. Xêrnexwaz çima weha xêra kurdan dixwazin û modela Endonezyayê pêşnîyaz dikin?  Ka em li modela Endonezyayê binêrin ev çi hîkmet û nûveya (îcada) AKP ye?

Endonezya li bakurê rojhilatê Asyayê li Okyanusê ye ku ji 17.500 giravan pêk tê. Hewsiyên (cîranên) Endonezyayê ev in: Malayziya, Tîmûra Rojhilat, Papûsa Gîneya Nû, Sîngapûr, Fîlîpîn û Awistralyay. Şêweyê birêvebiriya Endonezyayê sîstema komerî ye û navê wê yê fermî Komara Endonezyayê ye. Niha 230 mîlyon nifûsa Endonezyayê heye û piraniya xelkê Endonezyayê misilman e. Endonezya li cîhanê dewleta misilman a herî mezin e. Tê gotin ku bi riya bazirganî û tarîqatên kurdan misilmanî çûye heta Endonezyayê. Paytextê wê Cakarta ye û Cakarta li girava Cava ye. Endonezya koloniya Hollandayê bû û di sala 1946-1949an de bûye dewleteke serbixwe. Gelek salan ji aliyê Siltanên Endonezyayê ve hatiye birêvebirin.

Endonezya dewleteke yekpare (uniter) e. Erka polîtîk di destê Cavayiyan de kom bûye.

Sîstema serokwezîrtî tune, bi tenê sîstema serokomarî heye. Hemû erkên polîtîk ên serokkomar û serokwezîr di destê serokkamar de ne. Welat li ser 33 eyaletan hatiye parvekirin. Her eyaletek jî li gelek herêmên biçûk hatiye beş kirin. Hemû herêm bi waliyan ve girêdane û wali jî bi navenda dewletê ve girêdayî ne. Sîstem weha li ser herêmên biçûk hatiye avakirin ku kes nikare xwe bilivîne û behsa demokrasiyê bike. Girav, bajar, bajarok, herêm û heta gund rasterast yek bi yek bi Cakartayê ve girêdayî ne. Girav an bajarek ji aliyê birêvebiriya polîlîk û cografî ve perçe perçe kirine. Weha dabeş kirine ku gelên binecîh bêhêz bûne û nikarin mafên xwe yên yekîtiya netewî û demokratîk bixwazin û biparêzin. Dema li gundekî biçûk jî problemeke derbikeve holê, divê paytaxt Cakarta biryara wê bide.

Li Endonezyayê  gelek kêmnetewe û komên etnîkî hene. Hinek ji wan ev in: Awistrî, açî, yogyayî, papûyî, batakî, alasî, karabûsî, gojûyî, arab, çînî, hîndî…

Di nav vê sîstema Endonezyayê de ji bo du gelên binecîh mafê xweseriyê dane. Yek ji wan gelê Aceh û yê din jî Yagya ye ku li Yagakartayê dijîn.

Aceh

Aceh li bakurê girava Sumatrasê ye. Aceh ji wan pênc bajaran yek e. Girava Sumatrase li ser pênc bajar û 18 herên biçûk hatiye parve kirin. Navê paytextê acehê Acehe Band e. Nifûsa Aceh 4.5 mîlyon e. Li Girava Sumatrasê duzimanî tê axaftin: Acehî û endonezî. Acehî misilmam in.

Di sala 1976an de ji bo serxwebûna Acehê şerê gerîlayî (GAM) destpêkir. Di sala 2004an de Tsunamî li giravê çêbû û acehê zerareke mezin dît. Di sala 2005an de di navbera dewleta Endenozya û hêzên gerîlayên Acehê GAM de li paytextê Norvejê li Osloyê hevdîtin û peyman hatin li darxisin û di dawiya vê peymanê Endenozyayê statuya xweseriya Acehê pejirand. Ji ber kareseta Tsunamî hîn hîn jî ev meymana Osloyê bi tevî bi cih nehatiye.

 

Yogyakarta

Xweseriya duyem jî Yogyakarta ye. Yagkarta bi xwe bajarek e. Nifûsa wê 512.00 e. Ev bajar li ser 14 herên biçûk hatiye parvekirin. Bajareke çandî û turîstîk e. Mafeke gelek teng a ku ne xwediyê statuyeke ne polîtîk, lê çandî dane xelkê herêmê. Her tişt bi dewleta navendî ve girêdayî ye.

Piştî van agahdariyên li ser “modela Endonezyayê” mirov dibîne ku mebest û armanca van xêrnexwazên derdora APK, aqilmend û şêwirmrndên wan çi ne. Perçekirina axa kurdistanê û gelê kurdên li Bakur e. Dixwazin weke Acehê, Yogyakarta û yên din di rojên pêş me de her bajar û barokeke kurdan ji aliyê siyasî û cografî ve perçe perçe bikin. Yanî doza kurdan bi sîstemeke wekî Endenozyayê ku dişibe sîsema şaredariyan ji bo kurdan têr û heta zêde dibînin. Ev kemîn û dafikên xapandinê ne. Ma kurd ji niha û pê ve tên xapandin û carek din jî dikevin kemîn û dafikên Jon-Turkan ên xapînok?

 

Amed Tîgrîs

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse