Min terk nekin!

Dilê min diêş e,

Dilê min parçe parçe ye.

Min ne dê ne jî bav heye.

Dema ez biçûk bûm ew, min terk kirin.

Ji ber wê jî ez qet ne bextewar im.

Dema biçûk bûm  ez,

Û tiştek nexwoş diqewîmyan, dayîka min,

Min bi jidî digirt û dikişand tenişta xwe.

Û bavê min ê mezin ê qiras e

Dema wî, ez didîyam.

Bi herdû destan min hildigirt

Û  bilind dikir hewa.

Çima ez bi tena serê xwe me?

Çima keseke ku

min bibe cem xwe tune?

Her kes dikare bi hêsanî  min bêşînin,

Niha ji çavên min rondik dişimitin.

Tu kes min naxwaze, nagire cem xwe.

Ji bo min jî

Tu kes tune.

                  XHOSA/Afrîkaya Başûr

Zarok gulên jîyanê, gulên cîhanê ne. Pêşerojên me û mirovahîyê ne.  Bexçeyê cîhanê bi wan, welat bi wan geş û xweş dibe. Bê wan pêşeroj nabe. Ew pêşerojên me ne. Bi ken, gotin, qîrîn, meş, lîstik û ҫalakiyên xwe  cîhanê direngînin. Bê tirs in. Li dij bahozên tirsê serhildidin. Jib o wan “qiral tazîye”, an jî serhildana wan a li dij polis û eskeran “kevir avêtin” serbilindî ye.

Zarok di hemû welatan de zarokên wek hev in. Dilpak, dilxweş û dev bi ken in. stêrkin gul û çîçekên mirovahîyê ne.

Her gel ji bo pêşeroja xwe û axa xwe giranî dide ser perwerdeya zarokên xwe. Bi plan û programên xwe yên pewerdeyê, bi materyal û bi berhemên cudacuda yên wêjeya zarokan dixwazin kesayetîgirtineke têkûz bidin zarokên xwe. Bi ziman û çanda xwe zarokên xwe perwerde bikin ku sibehê welat û gelên wan di nava gelên cîhanê de serbilind bijîn. Bi vê rê yê jî pêşeroja xwe ronî dikin. Ji bo me, ji bo gelê me jî ”zarok” û ”wêje”, ”zarok û perwerde” wek gelên din girîngin. Ji ber vê girîngiyê em dixwazin li ser vê mijarê kûr û hûr rawestin.

Zarok wek tê ye zanîn meraqdar in, lîstokvan in, bi ken, kêf û dilxweş in. Ji bo wan(0-6) her tişt lîstok e. Ji bo wan lîstik bi xwe xebat e. Dixebitin, pir dixebitin, dilîzin û fêr dibin.

Kîne ew? Zarok kî ne? Ji kê re zarok tê gotin? Beriya her tiştî dive em bersiva vê pirsê bidin.

Ji bo şirovekirina wêje ya zarokan em di destpêkê de bi kurtahî li ser navaroka bêjeya zarok û wêjeyê rawestin.

Belê, zarok kî ne? Em ji kê re zarok dibêjin?

Wêje çi ye? Wêjeya zarokan çi ye?

Dema em dikevin nava dîrokê dibînin ku di serdema Feodalîzmê de ji  0 -7 salî yan re zarok hatiye gotin. Û bi destpêka serdema ronahiyê re ji 0-14 yan re zarok tê gotin. UNECO jî 0-14 saliyan zarok qebûl dike. Bi serê xwe ev dema zaroketiyê demeke tabeti ye û navê wê jî dema zarokatiyê ye. Wek zanyar jî dibêjin, di jîyana mirov de dema herî xweş, ev dem e.

Wêje; bi alîkariya ziman, bi form û estetîk, huner şikildana, berhemên hizir, bûyer, hedtyar, û  bi alîkariya îmajdanên rengûreng berhemên devkî an jî nivîskî ne.

Wêjeya zarokan; berhemên bi nivîskî an jî bi devkî yên ku ji bo zarokan bi zimanekî hunerî hatine amadekirin, afirandin an jî yên ku zarokan bi xwe afirandin re tê gotin.

Wêjeya zarokan xwedî çerçoveyeke gelek fireh e. Berhemên curbecur di beşa wan de cîh digirin. Xebroşk, ҫîrok, roman, mamik, helbest, nivîsên gerê, serpêhatî,  berhemên li ser xwezayî, yên fenî ..hwh.  Bi kurtahî berhemên ku pêwîstîyên zarokên (0-14) pê hene re ”berhemên wêjeya zarokan” tê gotin.

Ev berhem li ser kesayetgirtin û dîtinên wan yên hizirîn, hizrên wan bandorekî giran dikin. Ji bo çêbûn û gihaştina wan a intekletukelî ev berhem gelek girîng in. Li ser pêşeroj, kesayetî û jîyana wan roleke mezin dilîzin.

Ji ber van sedeman jî divê bi kurtahî armanca wêjeya zarokan;

  • zewq u kêfxweşî bi de wan
  • zanyarî û agahî bi de wan
  • û jîyanê bi zarokan bide naskirin û xweş kirin.

Ev sê xalên girîng bandorek mezin li ser gulên pêşerojê dikin. Divê berhemên ji bo wan bi van xalên giring bên dagirtin û hunandin. Û ev berhemên ji bo wan gorî piskolojiya wan bên amade kirin. Divê nivîskarên wêjeya zarokan wekî pedagogan bizanibin, bihizirin û bikaribin werin asta zarokan ku zarok ji berheman sûd û kelk bigirin. Zarok bikaribin bi dilxweşî, bi şadi berheman bixwînin an jî guhdarî bikin.

Me li jor  mînakek ji berhemên wêjeya zarokan ji çanda welatên din wergerand kurdî Em hêvî dikin dê di rojên pêş de berhemên giranbiha ji bo zarokên kurd jî bêne nivîsin û afirandin.

Hêvî!

Belê, divê  hêvî her hebe!

B. Welatevîn

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse