Meydana derd û kulan: Sergelstorg

Navê meydana ku li navenda bajarê Stockholmê ye, Selgelstorg (Sergeltorî) ye. Meydaneke du tebeq û nivgilor e. Sergeltorg cihêç çalakî,  xwepêşandan û mîtîngah e. Cihê konserên, muzîk û şanoyên li der ve û carnan jî cihê xwepêşandan û pêbirikên werziş ên ciwanan e.
Sergelstorg  ji 150 salan vir ve bûye qada çalakiyên sosyal demokrat ên Swêdê. Karker û xebatkaran li vê meydanê mafê xwe yên demokratîk, aborî û civakî  anîne ziman û bi dest xistine.
Di ema şerê Vîetnamê de Olof Palme  li vê meydanê pêşengî û serkêşiya mîtîng û xwepêşanan kiriye. Ji ber vê yekê Ew li cîhanê wekî mirovekî li dij şer hat nas kirin.

Di dema cunta Şîlî û ya Yunanistanê de jî bi hezaran penaberên siyasî ji van herdu welatan hatine Swêdê û li heman meydanê bi salan heta ku cunta ji desthilatdariyê ket xwepêşandan û çalakiyan li wir  pêk anîne.

Di dema cuntaya 12 Îlonê ya sala 1980î de ku li Tirkiyê Kenan Evren û hevalên xwe yên general dest dan ser desthilatdariya Tirkiyê bi hezaran kurd û çepên tirkan jî ji ber zilm û zordestiya cuntayê revîn û çûn li Swêdê bûn penaberên siyasî.  Van penaberên sîyasî bi salan li meydana Sergelstorgê cuntayê protesto kirin.

Piştî sala 1984an ku PKK li Bkurê Kurdistanê dest bi şerê çekdarî kir, têkoşîna kurdan a netewî germ û gurr bû. Dewletê li Kurdistanê dest bi kuştin, girtin. êşkencekirina kurdan, şewitandina gund û bajarên Kurdistanê, koçberkirin û talanê kurdan kir, hema hema her meh li meydana Sergelstorgê kurdan dest bi çalakiyên cuda cuda kirin û heta îro jî didomînin. Ev nêzîkî 30 salan e ku meydana Sergeltorgê bûye meydana kurdan. Kurd bi meş, mîtîng, govend, stran û grevên birçîbûnê her dem li meydana xwe ne. Caranan  di kezeba zivistana Swêdê de ku termometre -20-25 derece nîşan dide kurd konên xwe li meydana Sergelstorgê vedigirin û di greva birçîbûnê didomînin. Dengê merş, stran, lîlan û durişmeyên wan li meydana Sergelstorgê olan didin.

Meydana Sergelstorgê bi tenê ne meydana wekhevîxwaz, aştîxwaz û mafparêzan e, herweha meydana keç û xortan e jî. Keç û xort dema hewa xweş be tên li derdor meydanê, li ser derencan rawdiwestin, di hemêza hevde, li kêleka hev rûnin û dikevin deryaya evînê û dest û lêvan wan di nav hev de ne, di derya maçan de melevaniyê dikin û noqav dibin.

Ji aliyê din ve çiqas diz, tolaz, pêxwas û haşhaşçiyan bi nav û deng hene ew jî li der dora meydana Sergelstorgê ne. Di telefonan de bi dengê bilind û qebe dipeyivin. Carnan serxweş hevdu bi erdê ve kaş beraş dikin. Her çiqas bi dizî be jî her tişt û her cih di bin kontrola polîs de ne. Polîs bi teknîka xwe ya nûjen wekî Xwedê hazir û nazir e û her kesî dibîne ku çi dikin û nakin.

 

Jêrenot: Ji bo mezinkirinê wêneyê bitikîne! 

Amed Tîgrîs

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse