Mesela Baskan

Çend roj berê min pirtûka Necat Ayaz a bi navê Katalonya dabû naskirin û ez niha dixwazin di vê nivîsa xwe de jî, vê carê Pirtûka Zekîne Turkler ku li ser doza Baskan nivîsiye bidim nasandin. Ev herdu pirtûk hevdu temam dikin. Ji ber ku Katalon û Bask di nav tixûbên Spanyaya îroyîn de dijîn û herdu jî xwedî statuyeke otonom in. Heta di van salên dawî de hinek partî, dem û dezgeh û kes modela otonomiya Spanyayê ji bo me kurdan jî pêşnîyaz dikin. Ka em kurd baş bixwînin statuya modela bask û kataloniyan çawa ne, çi ne. Ez dixwazim xwendevanên me van herdu pirtûkan bixwînin û di vê mijarê de bibin xwedî zanîn û agahdariyeke berfireh û kûr.

Pirtûka Bask Meselesi – Bir Tarih, Bir Otonomi, Bir Sorun – (Doza Baskan-dîrokek, otonomiyek û dozek) ji aliyê rojnamevan Zekine Turkerî ve hatiye nivîsandin. Weke ku di navê wê yê orjînal de diyar e pirtûk bi tirkî ye û di sala 2007an de di nav Weşanên Dîpnotê de deketiye. Pirtûk 304 rûpel û du beş e: beşê yekem li ser dîrok, cografya û têkoşîna baskan agahdarî û zanyarî ne û beşê duyem bi serokên partî, dem û dezgehên baskan ên karbidestên otonomiyê re hevpeyvîn in.

Welatê baskan bi dîrokî û erdnîgariya xwe ji heft herêm cuda pêk tê. Niha sê herên di nav tixûbê Fransê û çar herêm jî ketina nav tixûbên Spanyayê. Bi giştî ji beşê ku Fransayê dagîr kiriye re dibêjin Bakur û ji beşê ku Spanyayê dagîr jiriye re jî dibêjin başûrê welatê baskan . Li gorî serhejmartina giştî ya sala 2006an li başûrê welatê baskan nifûsa baskan 2.735.558 û lê bakur (Fransa) jî bi qasî 250.00 î ne. Li aliyê Fransê bask bê statû ne û li aliyê Spanyayê ji sala 1976an ve statuyeke otonomiya baskan heye. Lêbelê statuya otonomiya baskan bi tenê ji bo sê herêmên baskan e. Herêma herî mezin û girîng Navara li derî vê statuya otonomiya baskan hîştine.. Navara otonomeke bi serê xwe ye. Dewleta Spanyayê îdea dike ku li herêma Navarayê hejmara kastîliyan (spaniyan) ji ya baskan zêdetir e û herweha Navara ne axa baskan e.

Li ser vê dîtin û bingehî di sala 1982an de Navarayê ji van hersê herêmên baskan cihê kirine û wê kirine otonomiyeke serbixwe. Ji derî otonoma herêma Navara, hersê herêmên otonomên din bi hev ve girêdane. Navê Civata Otonomên Baskan li van hersê herêman kirine. Ev hersê herêmên otonomên baskan Alava (Araba), Gîpûzkoa (Gûîpûzcoa) û Bîzkaîa (Vîzkaca) ne. Bi vê yekê armanca deweleta Spanyayê perçekirina axa baskan e. ETA herî zêde li dij sîstema otonomiyan e û bi taybetî li dij perçekirina otonoma herêma Navarayê ye. Dibêje “heta Navera nekeve nav Civaka Herêmên Otonomên Baskan em têkoşîna xwe didomînin…”

 

Spanyayê bi zanebûn sîsteman parêzgehan (wîlayetan) weke otonom kiriye. Sistemeke weha ava kiriye ku pêş li ber yekîtiya netewiya Katolon, bask û Galîsiyan bigire. Ji aliyê din ve jî bêje “binêrin me ji bo mafê gelan sîstema otonomiyan aniye.”

Mirov dikare bibêje statuya otonomiyan a herî xerab li Spanyayê ye.

Li herêmên baskan ji destpêka otonomiyê heta niha birêvebiya parlamentoyên otonom û şaredariyên baskan di destê partiya burjûvazî ya baskan PNV de ye. ETA û partiya wê ya legal ji destpêka otonomiyê ve heta niha di hilbijartinan di rêza sêyem de maye û di birêvebiriya otonoman de cih negirtiye. Di hilbijartina 21.11.2011an de 7t parlamneter derxistine ku ev ji bo wan serkeftineke mezin e.

Li gorî statîstikên salên 1998 û 2001ê li herêma Civata Otonomên Baskan di nav partiyan de hejmara deng û parlamenteran weha ne.[1]

 

1998

2001

partî

Hejmara dengan

%

Hejmara parlamenteran

Hejmara dengan

%

Hejmara parlamenteran

EAJ- PNV/EA 599.746 42.7 33 458.957 36.7 27
PP 323.918 23.0 19 267.481 21.3 18
PSE-EE/PSOE 250.919 17.8 13 220.052 17.6 14
EH 142.784 10.1 7 224.001 17.3 14
EB-İU 78.448 5.5 3 71.064 5.6 2

 

Serçavî û bingehê promlemên baskan û spaniyan ji qanûna bingehîn a Spanyayê ya antîdemokratîk tê. Hemû partiyên baskan dema dema ji hukumeta navendî re pêşniyazeke guhertinê dikin an dibin, partiyên spanî an jî hukumet hema statuya otonomiyê didin pêş wan û dibêjin:

“Ev li dij madeyên qanûna otonomî û qanûna bingehî ya Spanyayê ye. Ev pêşniyaza we yekitiya netewe û axa welat perçe dike…”

Herweha hemû partiyên baskan qîma xwe bi statuya sîstema otonomiya heyî nayênin û hertim daxwaz û israr dikin heta ku mafê otodetermînasyonê bi dest nexin dê têkoşîna xwe bidomînin. Dewleta Spanyayê qanûna xwe ya bingehîn kiriye weke toqa lanetê û xistiye stuyên partiyên baskan.

Hemû partiyên dewletê bi hev re li herêma hersê Civata Otonomiya Baskan ji %40ê dengan û li herêma otonomiya Navarayê ji %80ê dengan digrin. Partiyên dewleta navendî li ser hejmara van dengan xwe li herêmên otonom  mafadar dibînin û dibêjin:

“Xelkê Baskî li gel me ye û ev otonomiya ku heye ne kêm e, heta zêde ye.

Zekine Turker karekî baş kiriye. Destê wê şîn be,  pênûsa wê tûj û bi ber be!

 

amedtigris@hotmail.com



[1] PP û EE/PSOE partiyên spanî ne, lê ew jî li herêmên otonomiyê dikevin hilbijartinan.

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse